Esma Mistefa
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rewşa nebaş ya aborî, gendelî, cezayên darvekirinê û ji bo bicihanîna daxwazên xwe, karmend, mamosta, xanenîş û çalakvanên siyasî daketin qadan û li ber deriyên gelek navendên dewletê yên bajaran kom bûn.
Xwepêşandanên gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê
Hikumeta Îranê xwedî siyasetekî welê ye ku tu derfetên jiyanê ji gelê xwe re ava nake ye. Ev yek ji siyaseta xwe ya navxweyî ku bi zihniyeta olperest, zayendperest û nijadperest tê meşandin, her wiha ji mudexeleyên xwe yên leşkerî û destwerdanê ji welatên din re derdikeve. Di encama van nêzîkatiyan de yê ku dibe qurban û li ser wan ceza tên ferizkirin ne hikumete, gel e. Di çend rojên derbasbûyî gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hember rewşa aborî ya pir zehet ku bandora xwe li ser jiyana gel kiriye, he rwiha pê ve girêdayî li hember siyaseta darvekirinê, bi hezaran gel li qadan bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li gorî agahî û dîmenên di torên civakî de hatine parvekirin, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê karmend, mamosta, xanenîş û karker daketine kolanan.
Tê gotin li gelek bajaran xelk li ber derê avahiyên walitiyan kombûne û dijî rewşa nebaş ya aborî, gendelî, cezayên darvekirinê û ji bo bicihanîna daxwazên xwe, kom bûne.
Di çalakiyan de xelk dijî hikumeta Îranê dirûşme diqêrin û karmendan xwestin mûçeyê wan were pêşwazîkirin. Herwiha welatiyan xwest rêjîm dawî li darvekirinan bîne.
Li Îranê rewşek çawa tê jiyankirin.
Di sê rojên derbasbûyî de li gelek deverên bazar û navendên paytexta Îranê, Tehranê, xwepêşandan pêk hatin û xwepêşanderan li dijî rewşa aborî û şert û mercên jiyanê yên li welêt dirûşme qîr kirin.
Di heman demê de, bazar û dikanên Tehranê yên li navçeya Lalezzar a başûr ji ber bilindbûna berbiçav a bihayên diravên biyanî û zêr hatin girtin.
Enflasyon û bihayên bilind
Ev xwepêşandan di demekê de hatin ku nirxa dolar di bazara azad a diravî ya Îranê de roja Yekşemê gihîşt zêdetirî 144,000 tumenî. Di heman demê de, Navenda Amarên Îranê ragihand ku rêjeya enflasyonê ya salane ya meha Kanûnê ji %52 derbas bûye.
Bazara dirav û zêr a Îranê duh gihîşt asta herî bilind a nû. Dolar ji 144 hezar tomenî zêdetir, euro ji 169 hezar tomenî zêdetir û lîreya Brîtanî jî ji nêzîkî 194 hezar tomenî zêdetir derket.
Bi giştî, kêmasiya budceyê, enflasyona bilind, kêmbûna pereyên biyanî û têkçûna ji nû ve destpêkirina danûstandinên nukleerî bi Dewletên Yekbûyî re ji bo rakirina dorpêçan, perspektîfa aborî tarî kiriye û kontrolkirina bihayan dijwartir kiriye.
Sedemên siyasî yên derxistina van qeyranan di Îrandê de
Rojnameya New York Times ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna xwe ya li havîngeha Mar-a-Lago li Florîdayê de eniyeke yekgirtî pêşkêş kirin, û bi eşkereyî nakokiyên xwe yên li ser Xezeyê, Sûriyê û pirsgirêkên din ên herêmî paşguh kirin.
Li gorî rojnameyê, her du rêberan ji nîqaşkirina hûrguliyên qonaxa din a plana Xezeyê ku tê de bêçekkirina Hamasê, vekişîna qismî ya Îsraîlê û bicihkirina hêzek navneteweyî heye, dûr ketine û xwe bi pesindana siyasî ve sînordar kirine. Lêbelê, Trump pabendbûnek zelal ragihand ku dê piştgirîya her êrişek potansiyel a Îsraîlê li dijî Îranê bike ger Îran bernameyên xwe yên nuklerî û mûşekî bidomîne.





