Viyan Egîd/Qamişlo
Li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) zext û ambargo berdewam dikin, armanca vê yekê jî têkbirina vîna berxwedanê a gelê wargehê ye. Li himberî ambargo jî gelê wargehê asta berxwedanê bilindtir dikin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Penaberên siyasî hatî pejirandin, zêdeyî 30 sal in bi zilm û zordariya dewleta Tirk, PDK û niha jî bi ya Iraqê rû bi rû ne. Ji hemû mafên xwe yên rewa yên penabertiyê bê par mane.
Li wargeha Mexmûrê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê hene, şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûne. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man.
Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek Iraqê re rûbirûye. Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargeha Mexmûrê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargeha Mexmûrê nû nakin. Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek din ya Iraqê re rûbirûye. Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de PDK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker rêgirî û ambargoyek ku hîna didome danî li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, wargehe bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.
Xwestin têl bikin
Di heman demê de tevî êrişan xwestin, wargehê têl bikin û nehêlin kes ji wargehê derkeve. Di 27’ê Kanûna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê sibê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê li hemberî vê rawestiya û ne hştin ku Iraq derdora wargehê têl bike. Ev jî tê xuyakirin ku dewleta Tirk vê yekê dike, dixwaze gelê Mexmûrê bi dorpêçê bide fetsandin. Bêguman li hemberî van kiryaran gelê wargiha Mexmûrê îrade û berxwedaniya xwe derxistin holê, ev dorpêç wan nade şikandin. Roj bi roj asta têkoşînê bilintir dikin.
Iraqê zext û gefên xwe yên li ser wargeha Mexmûrê zêdekiriye
Carek din di 20’ê Gulana 2023’yan de heman hewldan û siyaset ji aliyê hikûmeta Iraqê ve beramberî xelkê Mexmûrê hate pêkanîn, xwestin derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin. Lê di encama berxwedana 16 rojan ya Mexmûrê de ev hewldan û plan hate têkbirin. Berxwedana xelkê Mexmûrê rê li hewldanên bi daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê dihat kirin, girt. Wargeha Mexmûrê dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî deye, lê NY tevî hemû êrişên ser wargehê jî bêdenge. Niha Iraqê zext û gefên xwe yên li ser Wargehê zêdekiriye û li dijî xelkê wargehê ketiye nava liv û tevgerê.
Ji 10’ê Nîsanê ve rê girtîne
Iraq ji 10’ê Nîsana 2025’an ve nahêle ti kel û pelên avahîsaziyê bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin bajarên Iraqê kar bikin û nasnameyên xelkê wargehê jî nû nakin.
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan gelek caran komîte û meclîsên Wargeha Mexmûrê serî li rayedar û aliyên peywendîdar ên Iraqê dane. Bi caran daxwazên wan bê bersiv hatine hêlan. Ji bo raberkirina helwest û îradeya xwe, xelkê Mexmûrê di 30’ê Nîsanê de li dijî zext û ambargoya Iraqê ya li ser wargehê, meşek girseyî lidarxistin. Xelkê wargehê li ber xala kontirolê ya hêzên Iraqê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Li wir daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn. Piştî daxuyaniyê rêveberiya wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinek kurt kirin. Rayedarên Iraqê ragihandin ku wê şandeyek roja piştî wê were wargehê li ser van mijarên heyî hevdîtinekê pêkbînin. Xelkê wargehê jî diyar kirin ku ger ev şande neyên wê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Mexmûrê dike nava bazariyê
Hevdîtinên Iraq û Tirkiyê çêdibin, ji dewleta Tirk dixwazin ku pirsgirêka avê çareser bike. Herwiha Iraq ji Tirkiyê dixwaze baregehên xwe yên leşkerî derbixe û êdî balafirên xwe ser Iraqê nefirîne. Lê Tirkiye vê qebûl nake û divê mijarê de Mexmûrê dixe nava bazariyê.
Berxwedanî
Gelê wargeha Mexmûrê ji mezinan heta biçûkan, ji jin, dayik û ciwanan bigre heya kal û pîrên 90 salî bi hêz û îradeya berxwedana 30 salan li hemberî artêşa Iraq, çek û makîneyên zirxî bê tirs rawestiyan. Car caran bi dirûşmên xwe, carna bi stran, tilîlî, govendên xwe û carna jî bi kevirên xwe li hemberî êrişên hikumeta Iraqê rawestiyan. Bi taybet jî jin, zarok û ciwanên wargehê. Di destê wan de tenê berxwedanî hebû. Jinên wargehê mohra xwe li vê berxwedanê dan. Sekna xwe ya berxwedêr nîşanî hikumeta Iraqê dan. Bi destên xwe yên ku bi qasî 30 salan e hemû ked û berxwedana wargeha Mexmûrê di wan de diyar dibin, xendekên ku hikumeta Iraqê kolane bi axê dagirtin. Ev berxwedanî bû mînak ji hemû cîhanê re û bû sedem ku hikumeta Iraqê xwe paşve bikşîne. Wargeha Mexmûrê careke din bi berxwedaniya xwe navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsand.
Li gorî vê daxwazên gelê wargiha Mexmûrê evin:
- Nasname di demek nêz de werine nûkirin.
- Derfet ji bo xwendinê were avakirin û deriyên zaningehê ji xwendevanan re were vekirin.
- Weke her penaberekî li Iraqê sotemeniya zivistanê were dayîn.
- Astengiyên di çûyîn û hatina de û di ketina wargehê de were rakirin.
- Rê were dayîn, bi navê wargehê şandeyek bi Wezareta Navxweyî re hevdîtin pêk were.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.





