Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li ser xwepêşanderên banga fedraliyê, êrişên bêdengkirinê

30/12/2025
in NÛÇE
A A
Li ser xwepêşanderên banga fedraliyê, êrişên bêdengkirinê
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û diyasporê êrişên êrişên çekdarên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz li dijî xwepêşandêran li Berva Sûriyê pêk hatin, şermezar kir.

Li ser banga Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û diyasporê Şêx Xezal Xezal di 28’ê Berfanbarê de li bajarên Sehleb, Wadî El Iyûn ên gundewarê rojavayê Hemayê, Wadî El Zeheb ê Humsê, çerxerêya El Ezher a bajarê Laziqiye, Ceble û Tertûsê bi hezaran kes bi dirûşma “Em federaliyê dixwazin” daketin qadan. Lê di encamê de ji aliyê Ewlehiya Giştî ya girêdayî hikumeta veguhêz ve êriş li ser xwepêşanderan hat kirin. Hêzên ewlehiya giştî yên girêdayî hikumeta veguhêz  gule avête xwepêşanderan, da ku xwepêşandanê rawestîne û tirsê bixe nava gel de. Ev jî bû sedema kuştina 2 ciwanên Elewî û birîndarkirina 60 kesî, di nava wan de jî hin kes birîndariya wan giran bû.

Çekdarên ewlehiya giştî bi êrişan xwestin xwepêşandanan bêdeng bikin

Ev xwepêşandan di çarçoveya diyarkirina çarenûsa xwepêşanderan bû. Di heman demê de ew li ser bingehê banga bidawîkirina hemû cûreyên tundiyê, paşguhkirina siyasî û hwd… bû. Herwiha redkirina siyastên ku mafê wan naparêze, hatibû lidarxistin. Lê li bajarê Banyasê yê Laziqiyê hêzên hikumeta veguhêz li nêzî Saziya Avê û têketina taxa Qisûr belav bûn, da ku xwepêşandanan qedexe bikin. Alîgirên hikumeta veguhêz jî li çerxerêya Zîraa ya Laziqiyê kom bûn bi armanca ku rê li ber tevlêbûna xwepêşandanên bigirin.

Êriş

Tevî hemû zextan jî, xwepêşandêran xwepêşandan berdewam kirin. Lê belê ji aliyê Ewlehiya Giştî ya hikumeta Şamê ve êriş çêbûn ku dest bi teqîna guleyan kirin, da ku ew xwepêşedan belav bibe û dewam nekin. Di encama êrişên li ser gelê Elewî de hatin kirin 2 ciwan bi guleyên hikumetê hatin kuştinm, herwiha 60 birîndar çêbûn, di nav wan de jî yên ku birînên wan giranin jî hene. Di heman demê de gelek kes jî hatin binçavkirin.

Hêzên hikumeta veguhêz bi zanabûn û rasterast gule berdan xwepêşandêrên aştiyane yên li gelek gund û bajarên Beravê û hundirê Sûriyê, bi wê re qurbanî û birîndar çêbûn. Ev binpêkirinan îsbat dike ku tiştê pêk hatiye binpêkirina zelal a yasayên cezayan ên Sûriyê ye û binpêkirina xeternak a yasayên navneteweyî ye.

Naveroka daxuyaniya Meclisa Îslamî jî wiha bû:

Meclisa Îslamî di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ew êrişên li dijî sivîlên ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine qadan, şermezar dikin û anî ziman ku tiştê bûye “rastiya desthilata defakto” ku temsîla dewletê nake û rêzê ji mafên besît ên welatiyan re nagire eşkere kir. Di heman demê de ev yek binpêkirina eşkere û zelal a qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.”

Herwiha Meclisê bêdengiya civata navneteweyî li hember van pêkanînan berpirsa exlaqî û qanûnî dît û bang lê kir ku bi erkên xwe rabe û van sûcên li dijî sivîlan bi dawî bike.

Meclisê diyar kir ku ji mafê  welatiyan e bi awayek aştiyane nêrîna xwe derbirînin. Lewra ji bo parastina ewlehiya welatiyan bang li wan hat kirin ku vegerin malên xwe, lê bi mafên xwe yên rewa ve girêdayî bin û bi rêbazên aştiyane daxwazên xwe bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.