Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Bajarê Dêrikê îro li bajarê Dêrikê bi amadebûneke girseyî civîna xwe ya salane li darxist.
Meclisa Bajarê Dêrikê îro li navenda Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê civîna xwe ya salane li darxist. Di civînê de hemû rêveberên komîn, meclis û saziyên Rêveberiya Xweser yên bajar û gundewarên wê hazir bûn.

Di destpêka civînê de hemû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê PYD’ê Ciwan Hesen rewşa Siyasî nirxand û wiha got: “Di serî de sala nû li hemû haziran pîroz dikin û bi hêvîne ku ev sal bibe sala aştî û demokrasiyê. Em niha derbasî pêvajoyeke nû dibin ku gelek guhertin bi xwe re anîn û heya niha jî berdewame, ev pêvajo bi ked û israra Rêber Apo bi rêve diçe, lê mixabin heya roja îro Rêber Apo dibin tecrîdê re derbas dibe, heger tecrîd ranebe wê ev pêvajo naçe serî. Di heman demê de tevî hemû rûniştinên ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê de çêdibe û peyman hatin îmze kirin jî lê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibin êriş û dorpêcê de ne, ev yek tê wateya ku hikumeta Şamê neqasî axaftinên xwe ye û ji bo sberoja Sûriyê nikare tu gavên cidî bavêje. Lê em ê hemû hewildanên xwe bikin û rûniştinên siyasî berdewam bikin heya ku ji bo tevahî Sûriyê çareserî çêbibe û Sûriyeke demokrat were avakirin.”
Di berdewamiya civînê de rapora salane ya Meclisê hat xwendin têde kar, xebat, astengî û pêşinyar hatin xwendin, di heman demê de komîteyê derfet da haziran ku niraxndinên karê xwe li ser asta salekî bikin.

Di dawiya civînê de jî hemû sazî û navendên girêdayî bajarê Dêrikê û di nav de jî dezgehên ragihandinê Rojnameya Ronahî, Ajans, Radiyoya Dicle û qenala Ronahî ji hêla Meclisa bajarê Dêrikê ve hatin xelat kirin.





