Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebatên salekê yên rêxistinên Stêrk û Nûdem

28/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Xebatên salekê yên rêxistinên Stêrk û Nûdem
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Tevî şert û mercên dijwar ku herêmê tê de derbas dibe, di nava pirsgirêkên miorvî û civakî yên zehmet de, rêxistinên Stêrk û Nûdem li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên berbiçav ji bo zarok û kesên xwedî pêdiviyên taybet, dan meşandin.

Yek ji rêxistinên ku destekê dide astengdaran li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistina Nûdem e. Rêxistina Nûdem ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet bi hemû hewildanên xwe û bi rêya bernameyên perwerde û rahênanê, çalakiyên entegrasyona civakî û xizmetên mirovî yên taybet piştgiriya kesên astengdar dike. Rêxistinê tekez kir ku astengdarî nayê wateya dûrketinê, lê dibe ku bibe deriyek ji bo beşdarbûna çalak di nava civakê de.

Yek ji rêxistinên ku destekdayîna zarokan dike li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Stêrk a Zarokan e, xebatên wê li ser parastin û destekdayîna zarokan e, ew bi rêya peydakirina hawîrdoreke bi ewle ji bo çalakiyên perwerde û bernameyên piştgiriya pîskolojîk ji bo zarokan, hewil dide bandorên aloziyan yên li ser zarokan, rake

Di çarçoveya van hewildanan de, bîlançoya kar û xebatên van rêxistinan di nava salekê dewiha bûn:

Xebatên Rêxistina Stêrk yên salekê:

Di nava salekê de 2 hezar û 352 smîner hatin dayîn û mijarên wan wiha bûn:

– Zimanê Kurdî û erebî

-Xêzkirina wêneyan

-Paqijiya kesayetî

– Rêbazên xweparastina ji agir.

-Çand, exlaq û rêzgirtin

– Paqijiya ekolojîk, dan û standina bi lawiran re.

-Hezkirina dibistanê, hezkirina welat, ruhê hevaltî, karên hevbeş û alîkarî.

-Roja Zarokan A Cîhanî û pêwistiyên jiyanî ji bo zarokan.

– Xwebawerî, çewa hestên xwe bînin ser ziman, dûrketina ji teybetmendiyên ne baş, fikrandina beriya axaftinê, sîstema jiyanî û bikaranîna rast ji demê re.

– Zirarên madeya heşbir û çixare, zirarên înternêtî, zirarên xwarin u vexwarnên ne dirust, zirarên tavê û zirarên diziyê.

– Zewaca temenê biçuk, tehdîden elektronî, revandin û destdirêjî.

Bi giştî 7 hezar û 40 zarok tevlî van semîneran bûn.

-120 semîner û perwerde ji malbatan hatin dayîn û mijarên wan semîneran wiha bûn:

-Rê û rêbazê danûstandina bi zarokan re, temenê sîpetiyê, zewaca temê biçûk, parastina zarokan ji teknîkê û peydakirina jiyaneke aram ji zarokan re.

Bi gişti 516 malbat tevlî van semîneran bûn.

-30 girûpên zarokan hatin avakirin û bi awayekî dewrî têne şopandin.

-42 daxuyanî li ser rewşa zarokên ku rastî tundî, destdirejî, eriş û çewisandina mafê zarokan, hate dayîn.

-10 zarok li ser rewşa wan ya pîskolojîk hat sekinandin, wekî rewşên dereng axavtinê,  derbaskirina nisko, sêwirkara gehrî, girtina teybetmendiyen ne baş, kekeme û tenêtî.

– Ji bo 6 zarokan neştegeriyên cuda hatin çêkirin: 2 neştegeriyên poz, 1 lozat, 1 şikandina dest, 2 vekirina kenalên mîzê.

-Ziyaretkirina 506 mabatên zarokan hatiye kirin.

-Şopandina 13 dozên zarokan yên ku tundî, destdirejî, yên di nav civake de tên tund kirin herwiha tenemûr û dûrketina dibistanê.

-5 kampanî hatine meşandin.

-Ji bo roja cihanî a zarokan dibin dirûşmeya “Em zarok hemû roj yên me ne” bi rexistina Nûdem re hate lidarxistin.

-Bi Nivîsgeha Jinê ya şaredariya Qamişlo hemleya “Zarokên me heviyên me ne” çalakiyeke terfîhî hate lidar xistin.

-Ji bo koçberên Efrînê û Şehba hemû bi Nivîsghea Jin a şopandinê ya rewşa koçberên Efrîn û Şehba  re, hemleyên terfîhî di bin dirûşmeya “êm e zaroktiya xwe jiyan bikin” herwiha pêşbirk hatin li dar xistin.

–Bi alîkariya Roja Sor a Siwêdayê ji bo pêdiviyên zivistanên ji zarokên koçber re hatin belav kirin li Reqa, Qamişlo û Hesekê herwiha li hemû navendên koçberiyê.

-Bi alîkariya keseke xêrxwaz ji bo zarokên koçber pêdiviyên dibistanê li ser 210 zarokî hate belav kirin.

-54 roportaj li ser rewşa zarokan hat çêkirin.

-Bi alikariya xêrxwazekî peşbirka bazdan û bisiklet li Qamişlo ji zarokan re hate lidarxistin û diyarî bisiklêt, cil û berg hate dayîn.

-Li Qamişlo zarhunera havînê hat lidarxistin, bi girûpa şano û govendê tevlîbûn hat kirin.

-Li Qamişlo bernameya Protez ji bo zarokên ku di şer de parçeyek canê xwe winda kirin e berdewame.

-Tevlîbûna bi girûpa govend û şano ji bo festîvala 10”mîn a zarokan hate kirin.

– Li Qamişlo û Heseke ji bo daxwaziya hatina baranê çalakî hatin lidarxistin.

-Li Qamişlo û Heseke hemahengî bi rêxistina Akted, NRC, Jiyan fondeyşin û rêxistina Selam ji bo kar û xebat, xebatek aktîv ji bo zarokan bi hev re hat meşandin.

-Li Qamişlo nivîsandina projeyekî perwerdê ji bo zarok û malbatan hat dayîn, proje di navbera Weqfa Jina Azad, rêxistina Stêrê û Komeleya Qibis de hat meşandin.

-Li Hesekê bi rêxistina Selam re projeya avakirina parkekê li kampa Waşûkanî hat dayîn.

Pilanên pêşerojê:

-Berdewamiya avakirina komîn û girûpên zarokan.

-Berdewamiya şopandina dozên zarokan yên heyî.

-Hazirkirina projeyan û pêşkêşkirina ji bo aliyên pewendîdar.

Xebatên salekê yên Rêxistin Nûdem ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet:

Perwerdeyên ku vê salê hatin dayîn bi giştî 2 hezar û 358 bûn, tê de 2 hezar û 775 kes amade bû.-

-Hejmara serdanan 8 hezar 558

-Rûniştinên tekkesî 100

-Mualeceya Fizîkî: 167

-Tevlîbûna ji bo koma kordînasyonê ya ku li kantona Cizîrê kar dike, beşdarî belavkirina xwarinê, pêdiviyên bingehîn, germkirin û cilan li Qamîşlo bû.

-Bi boneya roja cîhanî ya Dawnê çalakî û şahî li hemû herêmên ku rêxistina Nûdem lê kar dike hat lidarxistin.

-Hemleya çandina daran a Hêviyê hat lidarxistin, dar li malên kesên astengdar li Qamişlo hatin çandin, hejamra malên ku dar lê hatin çadnin 14 mal bûn, di heman demê de çalakiyek li navendê hat lidarxistin û dar li parka navendê bi zarokan re hatin çandin.

-Bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran pêşnûmeya qanûnî ya têkildarî kesên astengdar li navenda Nûdem hat nîqaş kirin, bi beşdariya 30 kesên astengdar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl.

-Amûrên alîkariyê yên tevgerînê û bihîstinê hatin belav kirin, 42 kes hatin hedefgirtin.

-Formek bi sernavê “Dengên ji bo Aştiyê” bi hemahengiya 11 rêxistinên civaka sivîl re ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin li bajarê Qamişlo bi beşdariya 115 kesayetan hat lidarxistin.

-Bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî formek li ser xurtkirina aborî li bajarê Qamişlo bi beşdariya 100 ji kesên astengdar û xwediyên karên taybet hat lidarxistin.

-Kampaniya Roja Cîhanî ya Zarokan bi hemahengiya Rêxistina Stêrk hat liderxistin, di bin drûşmeya “Em Zarok her roj yê me ne”, di bernameya hemleyê de (di seranserî du rojan de serdanên meydanî hat kirin ji bo berhevkirina nêrînên zarokan, çalakiyek xêzkirinê ji bo komek ji zarokan re, çalakiyek li stadyomê hat li dar xistin, semîner li komînan ji bo malbatên zarokan re hat dayîn, di dawî de şahiyek ji bo zarok û malbatên wan re hat li dar xistin).

-Kampaniyek bi sernavê “Hêz ne tenê di laş de ye lê di îradeyê de ye” di roja cîhanî ya astengdaran de. Hemle 15 rojan berdewan kir, daxuyaniya destpêkirina hemleyê hat xwendin, perwedeyên hişyariyê li dibistanan hat dayîn, serdanên meydanî ji bo belavkirina broşoran li hemû herêmên ku rêxistina Nûdem lê kar dike, di nava hemleyê de hemahengî bi kampaniya Parko hat kirin, sê çalakî hat li dar xistin ya yekê li ser çawaniya derbasbûna kesên astengdar di kolanên sereke de, vekirina cihekî rawestandinê bê dirav di bazarê de herwiha çalakiyên bidawîkirina hemleyê li hemû herêman hat li dar xistin di heman demê de şahiyeke xelat kirina jinên astengdar yên serkeftî hat li dar xistin di encamê de 100 jinên astengdar bi hemahengiya Meclisa Jinê ya şaredariya Qamişlo hatin xelat kirin.

-Bi boneya hefteya cîhanî ya zarokên ker û lal însyatîfek hat kirin 4 rojan berdewan kir tê de gul li navenda Helebê hatin çandin.

Pilanên pêşerojê:

-Li ser mijarên astengiyê, maf, tevlîbûn û derfetên kar, forum û konferansan organîze bikin.

– Ji bo pêşxistina mafên kesên astengdar, kampaniyên hişyariyê û semîner bên li dar xistin.

– Ji bo kesên astengdar kursên perwerde û avakirina kapasîteyê bên li dar xistin.

-Li hemû herêman înîsiyatîf û çalakiyan pêk bînin.

-Li gorî fonên berdest, amûrên tevgerê, amûrên bihîstinê û amûrên din ên alîkar belav bikin.

-Serdanên birêkûpêk û berhevkirina daneyan berdewam dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.