Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Seferên Tirkperestiyê

28/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Di dîrokê de bi navê seferan, “Seferên Xaçperestiyê” gelek bi nav û dengin.

Heke gotina dawî mirov pêşî bibêje: Van “Seferên” xedar û malwêran ku 200 salî domandin, bi saya hiş û mejî û destê Sehaddinê Kurd dawî lêhat!

Van sefer an jî êrîşên xidar, her çendîn bi navê ol(xiristiyanî) hatibin despêkmirin jî, lê armanca bingehîn; talan û dagirkirina cih û warên berhemdar in.

Di çarçova van armancan de, mirovahî xistin nava 2 cengên cîhanî yên mezintirîn talanker, qirker û dagirker ku xetera wan êrîşan, îro jî dewam dikin.

Û jixwe dewama van êrîşkariyan, cîhan ketiye qonaxa şerê cîhanê yê 3yan û xeter tenê ne li ser mirovahiyê ye, belê li ser jiyana hemû xwezaya cîhanî ye, jiber ku bi hemû çek û amûrên kimyewî û nuklerî êrîş dikin!

Erê şerê Ukraynayê û Xezayê gelek derketin pêş û bêgûman bûyerên pir xerab li van herêman rûdan û hîn jî didomin, lê belê mirov bêjê hemû welat di bin bandora vê aloziya cîhanî de dikele, ne şaş e.

Li alîkî şer û ceng a dewletan, li aliyê din siyaseta dewletan a malxerab, bi taybetî jiyana ciwanan, bi giştî jiyana civakê herimandine; li gel medya civakî, bikaranîna made û amûrên hişbir, jiyanê bi tevayî dixin nava bê ewlehiyê, bê hêviyê, jiyanê li ber çavê civakê reş dikin, rûmetên mirovahyê pûç dikin, bi kurtayî aloziyê xurt dikin û civakê ji rêxistin bûyînê dûr dixin.

Bê gûman li welatê me serkêşiya vê siyaset û kiryarên xerab Dewleta Tirk dikişîne.

Ew jî, dijminê xwe yê sereke Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê dibîne.

Ji vî alî ve destnîşana wan rast e, jiber ku yên li dijî siyaset û kiryarên wan ên qirker û nenasîna hebûna Kurdan, nasneme û baweriyên cuda derdikeve Tevgêra Azadiyê ye.

Loma dibêjim: Ev doz ji bo me man û neman e!

Îca ji bo vê siyaseta xwe ya qirker û dagirker cêbecê bike, li gel her sê dewletên din (Îran, Iraq û Sûrî) jî, weke ku yek dewlet in tevdigere.

Hema, bi taybetî em bala xwe bidin danstandinên wan ên vê sala dawî li gel rêveberiya Şamê ya veguhez a Colanî, mîna yek dewletê tevdigerin.

Tu dibêje, hema rêveberên dewleta tirk û Şemê yekin an jî Suriye weke eyaleteke wan e; jixwe wezirên wan Hakan Fidan û Yaşar Guler û Serokê MITê Ibrahim Kalin, weke biçin Stenbolê û bên diçin Şamê û tên.

Her çendîn dijberiya Israil jî bixin nava sedemên “seferên” xwe, lê ne rast e, dijayetiya wan a bingehîn; nerazîtiya azadbûna gelê Kurdistanê ye, jixwe di êrîşên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî carek din hat dîtin ku, çawa paralelî sefera wan hat despeekirin!

Naveroka ger(û seferên) vanan û Seferên Xaçperestan ne dûrî hev in.

Heke çend ji bo wan tê gotin Seferên Xaçperestiyê, miov ji yên vanan re ji dikare bêje: Seferên Tırkperestiyê.

Herwiha; çawa Seferên Xaçperestiyê ji aliyê fermanderê Kurd Seleheddîn ve hatin şikandin, ev Seferên Tirkperestiyê jî wê ji aliyê APOyê Kurd û şopdarên felsefeya wî werin şikandin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.