Idrîs Henan
Gengeşeyên siyasî û leşkerî li herêmê û taybet li Sûriyê zêde dibin ku hesabên hêzan û metirsiyên gelan di nav hev de bi gefên cuda re rû bi rû mane. Ev yek tesîrek neyînî li nirxandin û şîroveyên gengaziyan kiriye û ihtîmalên bedrest serûbin kirine.
Bi atmosferek wisa pir di nav hev de, tebloyek skendal derketiye holê û nexşeyên nû tên derbas kirin. Di encamê de asta destwerdanê bilindtir bûye ku dema xwemijûlkirina bi çilekiyên filanbîvan re nemaye.
Di vê navberê de, Tirkiyê lez dide ku ji nû ve nexşeya berjewendiyan xêz bike û li gorî çiqarên hegemoniya global be. Neke jî wê li ber bayê dîzayna sedsalê biçe û di nav botaqa nijadperestiyê de vegevize. Ne derfet maya û ne jî wext maye. Blokên serdestiyê xwe bi rêk û pêk dikin. Lûksa berê di destê Tirkiyê de ku lingek li vir û yek jî li wir be, nemaye. Veguhertinê qebûl neke, aqûbet giran dibe.
Xweguhertina li Tirkiyê bi karakterên weke Hakan Fîdan re çênabe. Ne jî bi gef û gurên rojane çêdibin. Projeyek aşîtiyê di dewrê de ye û divê bi dest û diranan pê bigire. Integrasyona QSD li Sûriyê ji bo ewlehiya wê ne gef e. Dema wisa jî bibêje derewan dike. Ew naxwaze li Sûriyê aramî, aşîtî û demokrasî çêbibe. Peymana 10 Adarê aniye keviya hilweşînê û îradeya gelên Sûriyê zincîr kiriye.
Hekan xwe weke axayekî sedsalên navîn îlan dike û bi şêwazekî pir qurre ji Kurdan dixwaze çekan radest bikin. Mirov dibêje qey Hakan bavê Kurdan e yan jî milkûmalê bavê wî ne! Li ser hev gefên mirinê li Kurdan dixwe. Gelo Hakan bi xwe kî ye û çi mafê wî nav Sûriyê de heye ku pozisyonek wisa daye xwe? Çima çek danîne û ji Sûriyê venakişe? Kî ew maf dayiyê ku bi qedera Kurdan bilîze yan pêşeroja wan diyar bike? Dixwaze Kurdan tûşî komkujiyan bike. Çawa li Bakurê Kurdistanê dike, hewl dide li Rojava jî dubare bike. Hakan ji bo xurtkirina destê terorîstên Şamê û stûyê gelan bixe ber kêra wan, radestbûnê li pêşengiya Kurd ferz dike.
Diyar e Kurd bûne kulek dilê Hakan de belav bûye. Çendîn piştgiriya terorîstên DAIŞ û komên cîhadîst kiriye, her bi bin ketiye. Îradeya Kurdan û gelên pê re bi ser ketiye. Alqayîde bi çek kiriye û li hemû deverên Sûriyê ji bona xwe şixulandiye, mal û cebilxane, bê hesab, daye wê, lî dîsa jî têk çûye.
Xeyala têkbirina Kurdan mereqek û derdek dilê wî de maye. Lew re jî, piştgiriya mezin daye Alcolanî û HTŞ ku têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê ji nav bibe. Lê carek din li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li ser paşiya çilekiyên xwe dişimite û têk diçe. Ji ber ku hêkên xwe di selkên biyaniyan de kirine, bûye şûrê xedar ê di destê neyaran de ye. Ji ber ku bi eslê xwe jî Kurdekî xwefiroş e, dixwaze hişmendiya xwefirotinê li ser Kurdan jî bisepîne. Ji bona wê jî dilê wî diêşe û her carê li deverekî Kurdan şeran derdixe.
kiryar û siyasetên Tirkiyê gefê li pêşeroja Sûriyeya demokratîk dixwin. Divê qada Sûriyê ji Tirkiyê û Hakanên wê re vala neyê hiştin. Encama derkeve jî wê bandorê li her aliyê bêdeng maye jî bike. Di serî de rewşa niştimanî û yekparabûna axa Sûriyê rûbirûyî xeteriyên nemanê ne. Medeniyet, mafên gelan û dewletbûna Sûriyê bi xwe bê gerantî û ewlehî dimînin. Ji xwe Sûriyê dibe wîlayetek Tirkiyê û êdî majrên yekîtiya neteweyî, ewlehî, şerê li dijî terorê û mafên gelan dibin hîkaye û qonaxa şerekî navxweyî yê sedsalek nû dest pê dike.
Rastiya dîrokî û tabloya heyî ser Kurdan ferz dike ku dest ji çekên xwe bernedin. Çi dibe bila bibe, Kurd çek danîne. Divê li herêmê fêrbûnek wisa çê bibe ku gelê Kurd êdî qedera hebûnê rehîneyî ti hêzê nakin.






