Ronahî Sadûn/Qamişlo
10’ê Adarê di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şara de peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin, lê di piratîkkirina vê peyamanê de hikumeta veguhêz dibe asteng, rastiyên li ser erdê vê yekê piştrast dike, ji ber hewldanên pêkanîna vê peymanê tenê ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê ve tê kirin.
Beriya salekê ku di dîroka 8’ê Kanûna 2024’an de, Sûriyê derbasî pêvajo an jî qonaxeke nû bû. Hemû gelên Sûriyê û cîhanê şahidiya vê yekê kirin. Ev qonax guhertin û veguhertinên mezin derbasî xaka Sûriyê kirin. Lê ev guhertin ne ji bo berjewendiyên pêkhate û mezhebên Sûriyê, ne jî qonaxa rizgarkirina Sûriye yê ji Baasê bû, berovajî wê em dikarin bi navê “Qonaxa komkujiyan” bi nav bikin. Ji ber li şûna rejîma Baas bi pêşengiya Colanî û HTŞ’ê rejîmekî ‘nû’ hat avakirin, ev yek jî di demekî pir kurt ku di 8 rojan de pêk hat û bi cihgirtina wê li ser desthilatdariyê, êdî komkujî li dijî gelên Sûriyê hat destpêkirin.
Hêvî tenê di asta xeyalkirinê de man
Hêviya Sûriyan di hikumeta veghuzê de hebû ku ew rewşa Sûriyê ya ku bi salan di kirîzke aborî, civakî, jiyanî, siyasî û hwd… ji kirîzan derbas dibe, baş bike. Di heman demê de siyasetên desthilatdariyê ji ortê bêne rakirin û li şûna wê cihrengiya Sûriyê xwe bide nîşandan. Ev jî wê rê li ber jiyaneke demokratîk û azad a gelên Sûriyê veke. Lê mixabin ev hêvî ji gel re tenê di asta xeyalkirinê de ma, ji ber hikumeta veghuzê zihniyeteke ji Baasê xirabtire, da meşandin.
Hewldanên danûstendina ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê ye
Dîsa jî li ser axa Sûriyê ku hêz û rêveberiyeke demokratîk ewqas e sal e li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiya avakirin, ew jî “Rêveberiya Xweser” û “Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê” ye ku xwedî tecurbeyên serkeftî ne, hemû hewldanan dikin ku bi hikumeta veguhêz re danûsetendinê bikin. Da ku bi hev re ji bo başkirina û çareserkirina rewşa Sûriyê bixebit in, herwiha hikumeta veguhêz jî xwe dûr zihniyeta Baasê ya berê bike û êdî Sûriya demokratîk di pratîkê de pêk bê. Li ser wê bingehê di 10’ê Adara 2025’an de, di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê Ehmed El-Şara de li Şamê peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê, hate îmzekirin.
Peymana 10’ê Adarê rê li ber bendewariyên mezin vekir
Peymana 10’ê Adarê ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê û siberoja welat gaveke girîng bû. Di heman demê de vê peymanê ji bo gelên Sûriyê rê li ber bendewariyên mezin vekir. Hêzên navneteweyî û herêmî jî ji ber vê peymanê kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ji ber pêkanîn peymanê “Pêkanîna çareserkirina Sûriyê bi xwe ye.” Lewra divyabû ji bo wê hikumeta veguhêz bixebitya û di pratîzekirina wê de bi israr ba. Lê mixabin dewleta Tirk û mudaxeleyên din ên li ser hikumeta veguhêz ev yek asteng kirin ku ev peyman bicih neyê.
Tirkiyê ji bo pêkanîna peymanê zextê dike û li pişt perdê dibe astengê peymanê
Tevî astengkirina rayedarên dewleta Tirk ji peymana 10’ê Adarê re, lê wê bi xwe ev peyman xistiye rojeva xwe û wê weke amûreke zextê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bikar tîne û wê tewambar dike ku ew pabendî bendê peymanê nabe û pêk nayîne. Lê di rastiyê de hikumeta veguhêz a ku vê yekê nake, rastiyên li ser erdê jî vê yekê piştrast dike ku hewldanên pêkanîna vê peymanê tenê ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê tê kirin. Ji ber hikumeta veguhêz a Sûriyê tu gavên cidî ji bo pêkanîna peymana 10’ê Adarê neavêtine. Hem jî tevî ku mijara peymanê di civînên dawîn ên li Koşka Spî de li ser maseyê bûn, lê dîsa jî nehatiye pêkanîn. Herwiha di civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Amerîka, Tirkiyê û hikumeta veguhêz a Sûriyê de jî heman mijar hat nîqaşkirin û tê de Amerîkayê girîngî bi pabendiya her heşt xalên peymanê de, lê dîsa hikumeta veguhêz ji bo bicihanîna peymanê xwe ker, kur û lal dike.
Xalên peymana 10’ê Adarê wiha ne:
– Xala yekemîn ya peymanê li ser nûnertiya siyasî û beşdarbûnê ye. Li gorî vê divê hemû gelên Sûriyê di pêvajoya siyasî de werin temsîlkirin, cihê xwe di nava saziyên dewletê de bigirin û mafên wan bên misogerkirin. Lê li gorî vê xalê berpirsyariya herî zêde dikeve ser dewletê û desthilatê. Lê di hilbijartinan û amadekirina destûra bingehîn de jî, hate dîtin hêzên din yên Sûriyê li derve hatin hiştin û beşdarbûna wan hate astengkirin.
– Xala duyemîn ya peymanê naskirina mafên gelê Kurd e. Di vê mijarê de jî desthilata Şamê tu gav neavêt. Ti mafekî Kurdan nehate qebûlkirin. Newroz ku Cejna Neteweyî ya Kurdan e, 21’ê Adarê li Sûriyê weke rojeke fermî nehate qebûlkirin.
– Xala sêyemîn li ser tevahiya erdê Sûriyê pêkanîna agirbesê ye. Hêzên hikûmeta veguhêz qet li gorî vê xalê jî tevnegeriya. Komên çekdar ên desthilata Şamê li dijî Beravê, Siwêdayê û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe bê navber dewam kirin.
– Xala çaremîn derbarê entegrasyonê de ye. Li gorî vê xalê divê hemû saziyên leşkerî û sivîl beşdarî rêveberiya dewletê bibin. Derbarê vê xalê de QSD’ê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek caran daxuyanî dan, girîngiya vê mijarê û şêweyê pêkanîna wê nirxandin. Herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo beşdarbûna nava artêşê lîsteyeke navên 50 fermandarên xwe jî pêşkêş kir. Destnîşankirin ku ew ji entegrasyona demokratîk re amade ne. Lê desthilata Şamê tenê di çarçoveya leşkerî de nêzîkî vê mijarê bû, xalên din ên peymanê hatin paşguhkirin.
– Xala pêncemîn derbarê vegera bi ewle ya koçberan de ye. Li gorî vê yekê wê bi awayekî bi ewle vegera hemû koçber û penaberên Sûriyê ya li ser cih û warên wan ji hêla dewletê de pêk were. Lê desthilata Şamê li gorî vê jî ti gaveke neavêt, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Sûriyê jî tu helwest nîşan neda.
– Xala şeşemîn têkoşîna li dijî terorê ye. Lê di vê mijarê de heta niha tu gaveke şênber nehate dîtin. Berovajî wê çeteyên mîna DAIŞ’ê hê jî di nava artêşê de ne.
– Xala heftemîn derbarê redkirina cihêkarî û parçebûnê de ye. Desthilata Şamê ji roja destpêkê ve siyaseta parçekirina Sûriyê, cudakirina gel û pêkhateyên Sûriyê meşand. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kir, rêyên di navbera Helebê, Reqa û Dêrazorê de girtin. Dîsa gotinên kîn û nefretê di nava gelên Sûriyê de bi pêşxistin.
– Xala heştemîn avakirina komîteyeke rêveber ya hevpar e. Ev komîte jî wê pêk anîna xalên din yên peymanê heta dawiya sale bişopîne û ji bo wê jî bixebite. Lê heta niha jî li holê tu komîteyek nîne.
Peyman 10’ê Adarê tenê li ser kaxizê ma û nekete meriyetê
Ev xal hemû jî zelal in, lê hikumeta veguhêz û dewleta Tirk mijarê berovajî dikin û rast nêzîkî wê nabin. Di bingeha bi cihneanîna vê peymanê de siyaseta înkarê û dijminatiya li dijî gelê Kurd heye. Bi zêhniyeta faşîst ya netew-dewletê tevdigerin û hewl didin destketiyên ku bi salan bi berdelên giran hatine bi dest xistin, ji holê rakin. Ji ber vê jî guhên xwe ji daxwazên demokratîk û avakirina pergaleke ne navendî re girtine. Lewra ev peyman tenê li ser kaxizê ma û nekete meriyetê.
Hikumeta veguhêz tenê girîngî daye xala 4’an a entegrasyona QSD’ê û 7 xalên din ên siyasî û civakî paşguh kirine. Di heman demê de li gorî wê xalan 4’emîn ew ku entegrasyon hilandina hêzê ye. Lê entegrasyon ne wekî ku vê hikumetê ji xwe re daye pênasekirin ku QSD’ê xwe bihelînin, artêşa xwe belav bike û tevlî artêşa Sûriyê bibin. Entegrasyon ew e ku du îrade bi hev re ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin, hinek rêgezan datîne û li gorî wê rêzgirtina hev digirin, ji bo ku di nav yek dewletê de tevbigerin.
Di heman demê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rêya nûner û komîteyan hewldanên pêşxistina pêkanîna peymanê didomîne û diyar dike ku ev peyman bingeha çareseriya siyasî ya Sûriyê, misogeriya yekparebûn û aramiya Sûriyê ye. Derbarê xala misogerkirina vegera koçberan de jî, dîsa hikumeta veguhêz tu gav neavêtine û koçberên li kampên Herêma Bakur û Rojhilatê li benda vegerê ne. Weşan û zimanê dezgehên çapemeniyê yên fermî yên hikumeta veguhêz û yên hevkarên wê, nîşan didin ku hikumeta veguhêz xala 7’an a redkirina provokasyonan jî paşguh kiriye.
Rêya sereke ya çareseriyê meşandina li gorî peymana 10’ê Adarê ye
Di encamê de hemû belge berbiçavin, Rêveberiya Xweser û hêza QSD’ê yên ku dixwazin peyman bikeve piratîkê, lê hikumeta veguhêz tenê gotin û dibêje. Ji bo wê ya girîng ew e ku hikumeta Sûriyê lêvegerekê ji siyaseta xwe ya dide meşandin çêke, ji ber piştî ewqas e sal ji şoreşa ku li hemberî vê kirîza Sûriyê hatiye kirin, êdî gelên Sûriyê desthilatdariyeke bi şêwazên desthilatdarên berê mîna Baasê qebûl nake, hem jî paşguhkirina xwe di nava destûrê Sûriyê de qebûl nake. Rêya sereke ya çareseriyê meşandina li gorî peymana 10’ê Adarê ye.






