Bêrîtan Xalid
Koletî û zordariya ku li ser jinê hate meşandin di gelek qadan de hişte ku jin bifetise .Lê vê dirêj nekir ji ber wê bi ked û tekoşîna xwe cih û navê xwe di tevahiya dîrokên cîhanî de bi tîpên zêrîn nivîsand.Lewma bo vê Rêber Apo got:Ya pêdivî pê heye şoreşeke jinê ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin .Ji bo vê mirov dikare bêje koletiya herî kûr koletiya jinê ye .Li dijî vê koletiyê divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr . Divê şoreşa jn gavên bi kok bavêje .
Her kesî şahidî kir ku jinan ji dema hatina xwe ji dunyayê re di bin serenavê “jin jiyan azadî” bi rengê xwe jiyan xemiland , tevî ku desthilatdariya mêr her cure êş û tunehebandinê sr meşand jî lê dikarîbû bi gotina ez heme dijî vî mejiyî serî hilde .Her tim jinan serkêşî ji şoreş û serhildanan re kiriye , mirov dikare çend mînakên ji şoreşên cîhanî yên jinan bîn ziman. Şoreşa Ektober ya jinên Rûsî mînaka herî berbiçave . Şoreşa Ektober di sala 1917 de li Rûsyayê qewimî .Armanc ew bû ku kapîtalîzmê hilweşîne û li şûna wê hikumeta sosyalîst ava bikin .
Ev şoreş bû sedema damezirandina Yekîtiya Sovyatê . Bêguman jinan roleke pir girîng lîstin , jinên karker di 23 Sibatê de serî rakirin û derketin bi daxwaza aşîtiyê. Ev xwepêşandan bû destpêka şoreşê . Jinên derketin di fabrîqeyên tekstîlê de dixebitîn, ew rastî şertên dijwar , birçîbûn û şerê nêrî hatin . Lewma jinan piştî vê yekê mafê dengdanê wergirt , zewaca bi qanûn hate naskirin , jinan dikarîbû xwendibana , dest bi kar û siyasetê kirin , ev bû yek ji pêşketinên girîng li ser mafên jinan di wê demê de . Min ev mînak bo çi got , bo ku her kesekî ku ji hêza jin bawer nake bawer bike . Îcar bi rehetî niha em dikarin bi zelalî û serbilindî behsa şoreşa jinan bikin bi gotineke din şoreşa Rojava. Yek ji cihên ku ala tevgera jinên Kurd lê hatî hildan Rojava ye.
Li Kobanî 19 Tîrmeha 2012’an de, li Sûriyê ku pêla serhildanê ya binavê “Bihara Ereban” li dijî rejîmên çewsîner ên Rojhilata Navîn belav bû, çirûska yekemîn a şoreşa jinê ya Rojava ku di şerê li dijî desthilatdariya BAAS’ê de li şûna avakirina statukoya nû, gelan li ser esasê azadiyê bi rêxistin kir, gav hat avêtin.Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê dîroka berxwedana jinan careke din zindî kir, û rastiya wê ya dîrokî ya ku bi hezarên salan nehatibû tomarkirin û her dem her kes hewl dida ku nasnameya wê ji holê rake, vegerand. Yek ji nasnameyên ku Rojavayê Kurdistanê Pê navdar bû jî berxwedana jinê ye. Bi şoreşê re jin dîsa vegeriyan jiyanê û rol û şarezayiya xwe nas kirin. Ji ber ku jin niha di hemû qadan de xwedî rola sereke ye û di hemû qadan de jî xwedî îradeya biryardayînê ye. Ev şoreşa ku jinan muhra xwe lê xistîn, bi fikir û nirxên xwe ku diparêze bala hemû gelên bindest ên cihanî dikşîne, bi mezinbûnê re bandora xwe didomîne. Şoreşa ku ji herêma Bakurê Sûriyeyê derbas bû û li tevahiya sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bû, îro li tevahiya cihanê di cewherê xwe de weke Şoreşa Jinê tê nas kirin.Di hemû qadan de bi rola pêşengtiyê ji cîhanê re bûye ronahiya hêviyê. Jin di biryarên siyasî û aborî de xwedî gotin û biryar in. Em dibînin ku jin bi rêxistin û fermandariya xwe di biryarên leşkerî de cih digirin.
Her çend ev têkoşîn bibe sedema geşedanên giring jî, divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku divê hê bêhtir bê kirin. Ji ber vê yekê divê Şoreşa Jinê ne weke têkoşîneke ku her roj tê jiyîn, pêşdikeve û mezin dibe bê nirxandin.






