Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Çekdarên hikumeta veguhêz agirbest binpêkirin û êriş xwe nû dikin

27/12/2025
in NÛÇE
A A
‘Çekdarên hikumeta veguhêz agirbest binpêkirin û êriş xwe nû dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Êrişên komên çekdar yên hikumeta veguhêz li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji 22’ê vê mehê û heta niha nehtine rawestandin.  Hikumeta veguhêz ji 27’ê mehê ve tax bi tang û çekên giran dorpêç kiriye û rêyên taxê girtî ne.

22’ê kanûnê 2025’an jî çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribû. Di encamê de jinek şehîd bû, 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn. Ev yek bi hemdemiya lihevkirin û ziyaretên çandeya Tirkiyê yên bi serkêşiya Hakan Fîdan ji Şamê re tên kirin ku di 16’ê Cotmehê de jî careke din bi ferzkirina ambargoyê û êrişkirina îradeya gelê wê derê, xwestin tevliheviyê derxînin. Di encama van êrişan de sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên hedef girtin.

Agirbest binpêkirin û êriş xwe nû dikin

Di êrişên 22’ê heyvê de bi navbeynkariya hin aliyan lihevkirinek li ser agirbest hate ragihandin. Lê komên girêdayî hikumeta veguhêz ku li gorî lihevkirinê tev nagerin û agirbestê binpê dikin.

Di berbanga 27’ê heyvê de careke din êrişên li ser her du taxan ji akiyê komêm çekdar yên hikuemta veguhêz hatin dubarekirin. Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji şevê din heya vê sibehê ve tank jî di nav de çekên giran li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih kirin. û tax ji cend akliyan ve hate tupbarankirin. Hêjayî gotinê ye ku heya niha jî tax dorpêşkirî ye û hemû rê hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê dîmenê êrişa li ser benda kontrolê ya hêzên wê ya derdroa çerxerêya Şîhan weşand û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev dîmen îsbat dike ku komên girêdayî hikumeta Şamê bi guleyên RPG êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a derdora çerxerêya Şîhanê ya Helebê dike. Ev dîmen îdiayên ku dibêjin hêzên me berpirsên destpêkirina êrişê ne, derew derdixe.”

‘Êriş bi armanca aramiya herêmê têk bibe û taxan ji sivîlan vala bike, tê kirin’

Hevseroka Meclisa Giştî yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman li ser torên ragihandinê herî dawî derbarê êrişan de wiha anîbû ziman: “Niha taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd rastî aloziyeke xeternak tên, ev rewş bi seferberkirina tank û çekên giran li dora taxê tê temsîlkirin. Ji bilî êrişên dubarekirî û şerê medyayî yê sîstematîk ku bi armanca tirsê belav bike, aramiya herêmê têk bibe û taxan ji sivîlan vala bike, tê kirin.”

Her wiha Hêvî di axaftina xwe de ev got: “Peymana ku di 10’ê Adarê de li Şamê hatiye îmzekirin tê cîbicîkirin, lê aliyên girêdayî Tirkiyeyê hewl didin ku rewşê bikar bînin da ku di navbera gel de kaos û neliheviyê biçînin.”

‘Bila gelê me bi nûçeyên sexte bandor nebin’

Di domdariya axaftina xwe de ev bilêv kiribû: “Dorpêça li ser taxê ji 25’ê Îlona îsal ve berdewam dike, zext û êşa mirovî ya li ser gel zêde dike. Gel li vê derê zêdetirî 15 sala ye bi Şerê Gelê Şoreşgerî li ber xwe dide. Ji hemû gelê me tê xwestin ku bi “Şerê elektronîkî” û nûçeyên sexte neyên bandorkirin, û tenê xwe bispêrin çavkaniyên fermî û pêbawer. Berxwedan û biryardariya me ji hêz û îradeya gelê me yê berxwedêr tê.”

Her wiha Hêvî tekez kir ku Rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî li hemberî tiştên ku bi serê sivîlan de tên li ku ne?  ku bêdengiya wan berdewamiya binpêkirinan teşwîq dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.