Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Şaredariyan; Ji rêbeverî ber bi gel ve

27/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Yekîtiya Şaredariyan; Ji rêbeverî ber bi gel ve
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Yekîtiya Şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava salekê de ji bo xizmeta gel û avakirina jiyaneke demokratîk kar û xebatên pîroz dan meşandin. Sîstema şaredariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha rêxistinkirina gelen pêşxistinek berbiçav daye avakirin.   

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji destpêka Şoreşa Rojava di sala 2012’an de, şaredarî bûne yek ji stûnên herî girîng ên pêvajoya avakirina civakî ya nû. Ev jî di çarçoveya sê prensîbên neteweya demokratîk de ku ji aliyê Rêber Ocalan ve hatine destnîşankirin, pêk hat ew ji evin; Demokrasî, Ekolojî A azadiy Jin. lewra şaredarî êdî ne tenê saziyek e ku xizmetguzarî an binesaziyê pêşkêş dike, lê belê qadek ji bo veguherîna civakî, avakirina jiyana demokratîk û xurtkirina hişmendiya hemwelatîbûna azad e.

Sîstema şaredariyê li ser îradeya gel tê birêxistinkirin

Sîstema şaredariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser îradeya rêxistinkirî ya gelane, ji bajar heta gund û ji tax heta komînê, hatiye organîzekirin, bi armanca hemwelatî ji wergirekî tenê yê xizmetguzariyan veguherandina hevparê biryardanê. Şaredariyek bi qasî ku xizmetguzariyên wê li ser aqilê kolektîf ê herêmî, ne li ser navendîbûna burokrasiyê werin avakirin, demokratîk dibe. Ji vê perspektîfê ve, şaredarî roleke dualî dilîzin ji aliyekî ve, ew bandora jiyana xizmetguzariyên giştî zêde dikin, û ji aliyê din ve, ew pêvajoya veguherandina gel bo aktorên siyasî xurt dikin.

Şaredarî rengê sazûmaniya xwerêxistinkirina civakê ye

Di felsefeya civakeke demokratîk de, şaredarî ne wekî saziyeke îdarî ya ji dewletê mîrasgirtî tê hesibandin, lê belê rengê sazûmaniya xwerêxistinkirina civakê tê hesibandin. Ji vê perspektîfê ve, şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne wekî “saziyên xizmetê”, lê wekî qadên ji bo rêxistina jiyana demokratîk têne dîtin. Xizmetguzariyên giştî qadên wekî paqijî, veguhastin, dabînkirina avê, jîngeh û pêdiviyên din ên rasterast yên civakê digire nava xwe. Lêbelê, cewherê siyasî yê van xizmetan ne tenê bi asta wan a teknîkî, lê di heman demê de bi zihniyeta ku ew bi riya wê têne pêşkêş kirin jî tê destnîşankirin.

Ji rêveberiyê ber bi gel

Di feraseta modernîteya demokratîk de, xizmet ne dayîneke desthilatdariyê ji bo gel e, lê belê berhema xebata civakeke rêkxistî ye. Ji ber vê yekê, her çalakiyek şaredariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê wekî çalakiyek teknîkî, lê wekî pêvajoyek pêkanîna îradeya xweser a civakê tê hesibandin. Armanca sereke ya şaredariyan ew e ku xizmetguzariyê ji pêvajoyek “Ji rêveberiyê ber bi gel” veguherînin çerxek “Ji gel ber bi civakê” ango, şaredarî ji saziyek ku xizmetguzariyê dabîn dike, veguhere avahiyek ku xizmetguzariyan bi gel û bi rêya beşdariya gel organîze dike.  

Kar û xebatê şaredariyê di sala 2025’an de

-Yekîtiya Şaredariyan a Rêbeberiya Xweseriya Demokratîk ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya sererastkirina deriya vehuhestinê yê Rojhilatê bajarê Qamoşloyê, bi hevkariya şaredariya Qamişlo re pêk anîn

-Şaredariya Qamişlo beşdarî çalakiyên Lûtkeya Metropolîtan a cîhanê ku Barşelonayê hetibû li darxistin bûn

-Xebatên şaredariyê di sala 2025’an de li herêmên wekî Girkê Legê û Armûdê li ser xizmetguzariyên bingehîn (rê, av, hwd.) û plansaziya pêşerojê disekinin, ku ev xebat di çarçoveya nirxandina karên 2024’an û amadekirina projeyên 2025’an de tên meşandin, bi armanca pêkanîna hewcedariyên şêniyan û başkirina jiyanê.

  • -Çêkirin û tamîrkirina rêyan ji bo rehetkirina xizmetên wekî defin kirin û gihîştinê.
  • -Pêkanîna xebatên di bin banê Gerînendetiya Karên Teknîkî de, wekî lêkolîn û çêkirina binesaziyê.

-Yekitiyê di 2025’an de nêzî 303 xebat dan pêşiya xwe, lêçûna wan 11 mîlyon û 111 hezar û 466 dolar bû. Ji sedî 60 ji wan xebatan pêk hatine, ji sedî 20 di pêkanînê de û ji sedî 20 jî nehatine pêkanîn. Li kêlek 56 şaredariyan, 11 daîreyên avê, 30 stasyonên avê û şêrînkirinê, 150 depo û 3 kargeh hene.

-Projeyên paqijkirina rêyan û çandiniya daran

Xebatê rê û piran

-Nûkirina riya Dêra Zorê – Reqqayê û ziftkirina wan

-Xebetên li ser Projeya Riya Reqqa – Tebqa (El-Mezarî’)

-Kevirên şkestî

-Xebatên li ser Projeya Rêya Kobanî – Şûyûx û ziftkirin wê

-Kevirên şkestî

-Kar li ser projeya riya Qamîşlî – Dêrikê

-Li bajarê Qamişlo – Dêrîkê çeksaziya 7 kenalên av qirêjiyê ku dirêjahiya wê 300 m  hate çêkirin

-Karkirina li ser Projeya riya Riya Spî – Beşa Reqqayê

-Projeya Riya Spî (Beşa Reqqayê)

-Karkirjna li ser Projeya Rêya Spî, Beşa Hesekê

-Xebat ji bo Projeya Rêya Tel Brak-Tel Hamis

-Karkirina li ser Projeya Rêya Reqa-Hazima

-Karkirina li ser Projeya Rêya Kobanî-Sirîn

-Lêkolîkirina li ser Kornîşa Reqa

-Lêkolîna Kornîşa Reqa û amadekirina şopandina karê xizmetê li bajêr (Rê ji Pira El-Furuşiya ber bi Pira Nû – Rê ji Pira Nû ber bi bazara sabzeyan û ber bi El-Meşleb ve – Rê ji bazara hesin ber bi kargeha şekir – Rê ji kargeha şekir ber bi çerxa depoyên genim ber bi çerxa Hazima – Rê ji çerxa Hazima ber bi Pira El-Furusiye)

-Amadekirina lêkolînên analîzî li ser buhaya ji bo 2025’anAmadekirina lêkolînkirina li ser rewşa xizmetguzarî û xebatên tên meşandin ji bo 2025-2026’an

-Amadekirina lêkolînên analîza li ser bihayê  2026’an

-Amadekirina lêkolînek li ser deriyê rêya Xana-Serî deriya sînorê Sêmalka tevî lêkolînek li ser herêma di nav deriyê de

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.