Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qonaxên desthilatdariyê û guhertina maskeyan li Sûriyê

27/12/2025
in NÛÇE
A A
Qonaxên desthilatdariyê û guhertina maskeyan li Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Sûriyê di gelek qonaxên desthilatdariyê re derbas bûye, her çend salan li şûna desthiledarekî, desthilatdareke din dihat, lê gelê Sûriyê gihiştiye wê baweriyê ku heta desthilatdarî hebe, wê nejadpersetî, newekhevî, êş û zordarî hebe.

Rejîma Baasê ji sala 1963`yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê rakiribû, herwiha hemû derfetên welat xistibûn destê çend kesan de. Rejîma Baas a totalîter di 8`ê Kanûna 2025’an de hilweşiya û qonaxeke nû li Sûriyê dest pê kir. Tevî derbasbûna salekê di ser têkçûna Bass, lê desthilatdarên nû jî bi zihniyeta Bass tevdigerin, tenê nask guhertin.

Bartiya Baas di 1963yan de bû desthilatdar

Piştî serxwebûna Sûriyê û bidawîbûna desthilata Fransayê di 17`ê Nîsana 1946`an de, Sûriyê serdemeke bê îstiqrariyê derbas kir. Piştî sala 1949`an çend derbeyên leşkerî çêbûn, di sala 1958`an de serokê Sûriyê Şukrî Qiwetlî û serokê Misirê Cemal Ebdulnasir damezirandina Komara Erebî ya Yekbûyî ragihand. Lê komarê dirêj nekir, di sala 1961`an de bi dawî bû. Piştî wê, di navbera partiyên siyasî de; partiya Baas û tevgerên neteweperest û çepgir, nakokî zêde bûn. Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baas di sala 1940`î de ji aliyê Mîşêl Aflak û Selahedîn El Bîtar ve hat damezirandin. Di 8`ê Adara 1963`yan de komeke efserên Baasî bi hevkariya efserên neteweperest û Nasirî derbeyeke leşkerî pêk anî, di encamê de hikumeta Nazim El Qudsî hilweşand, rayedarên payebilind hatin girtin û parlemento hat betalkirin. Partiya Baas li welat rewşa awarte ragihand û ji bo serkêşiya “şoreşê”, Encûmena Nîştimanî hate damezirandin ku bû bingeha desthilata nû.

Hatina Hafiz El Esad û Beşar El-esed

Nakokiyên di nava Partiya Baas de piştre bûn sedem ku baskê leşkerî desthilatê bi dest bixe, di sala 1966`an de komeke Baas`î bi serkêşiya Selah Cidîd desthilat deseteser kir. Piştî têkçûna sala 1967`an, Sûriyê girên Golanê ji dest dan ku ev yek bû sedema nerazîbûna gel. Esed ji bo ku bandora xwe di nava artêşê de xurt bike û têkçûnê têxe stûyê serkirdeyên siyasî, di sala 1970`yî de derbeyek li dijî rêveberiya Baas`ê ya bi pêşengiya Selah Cidîd pêk anî. Piştî ku Esed hat ser desthilatê, wî dest bi tesfiyekirina dijberên xwe yên siyasî yên di nava Partiya Baas de kir û dest bi xurtkirina dezgehên ewlekarî û leşkerî kir, rejîmeke otorîter ava kir. Hafiz El Esed dezgehên ewlekarî û îstixbaratê xurt ava kirin da ku çavdêriya xelkê bike û hewlên derbeyê bitepisîne. Xwe sparte derdoreke teng a alîgirên xwe ku piraniya wan ji mezheba elewî bûn, da ku desthilata xwe ewle bike û biparêze. Di mijdara 1988`an de, Hafiz El Esed tûşî krîza dil a giran bû û bû sedem ku der barê îhtîmala mirina wî yan nekaribûna pêkanîna erkên xwe de, gotegot çêbin. Piştî mirina Hafiz El Esed di sala 2000`an de, kurê wî Beşar hate ser desthilatê, mîna ku sîstema li welat hatiye pejirandin, sîstema qralî bû. Da ku Beşar bikare bibe namzed ji bo serokkomariyê, destûr bi awayekî lezgîn hate guhertin û referandûma giştî hat kirin û Beşar Esed wek serokê nû hat ragihandin. Piştî ku Beşar Esed hate ser desthilatê, soza reformên siyasî û aborî da, lê ew reform seranser û bi sînor bûn, lewma di pêvajoya desthilata wî de yekdestî girantir bû û gendelî jî zêde bû.

Alozî zêde bûn

Di pêvajoya desthilatdariya Partiya Baas de ku bi dehan salan dom kir, rejîmê nekarî xwestekên gel bi cih bîne, ji ber gendelî, nepotîzma komkirina her tiştî li welat di destê komeke nêzîkî desthilatdarê û Partiya Baas de, bû sedema gurbûna aloziyên aborî û civakî. Bi pêla Bihara Gelan re ku di sala 2010`an de li Tûnisê dest pê kir û derbasî Lîbya, Misir û welatên din ên Ereban bû, di Adara 2011`an de li dijî rejîma Partiya Baas xwepêşandanên mezin dest pê kirin. Lê rejîmê li şûna pêkanîna reforman, bi bikaranîna hêza leşkerî li dijî xwepêşandêran bersiv da ku bû sedema mîlîtarîzekirina şoreşê bi destên hêzên derve, nemaze Tirkiye û Qeterê ku pere, çek û tundrawên ji her deverên cîhanê şandin vî welatî. Bi berdewamiya krîzê re, piştî ku rejîma Baasê qadên berfireh ên welat ji dest dan, Sûriye veguherî qada pevçûnên navneteweyî û herêmî. Hêzên mezin ên wekî Rûsya û Îranê ji bo piştgiriya rejîmê destwerdan kir, Tirkiyê jî rasterast ji bo piştgirîkirina komên girêdayî wê destwerdan kir.

Rûxandina Rejîma Baasê bû rojeke dîrokî

Di vê pêvajoyê de Heyet Tehrîr El Şam bi piştgiriya derve, ji vekişîna qismî ya Rûsyayê û mijûlbûna wê bi Ukraynayê re û kêmbûna piştgiriya Îranê, sûd girt. Di 27’ê Mijdara 2024`an de êriş bir ser hêzên rejîma Baasê û bi lez bajarê Helebê desteser kir ku duyemîn bajarê herî mezin ê welat e. Ev yek bû sedema rûxandina bilez a hêzên rejîmê ji ber hêza wan tune bû, bêyî piştgiriya Îran, Hizbulah û Rûsyayê li ber xwe bibin. Sibeha 8`ê Kanûna 2024`an rûxandina rejîma Partiya Bass bi fermî hate ragihandin, piştî bi dehan salên zordariyê li ser hemû gelên Sûriyê, bi taybet gelê Kurd ku heta ji nasnameya Sûriyê bê par mabûn. Piştî rûxandina vê rejîmê siberojeke nû li benda Sûriyê xuyakir, siberojeke ku hîn ne zelal e. li vir hêviyên gel ji nû ve zindî bûn ku wê di nava Sûriyakî demokratîk de bijîn bê ku ferq û cûdahî bikeve di nava pêkhateyan de.

Hêviyên gelê Sûriyê hat windakirin

destpêka ku Colanî (Ehmed El-şeri) hat li ser desthildariya Sûriyê, bêguman dest bi komkujiyên dijmirovî û sûcên şer kir, li Berava Sûrî li dijî Elewî û Dûrziyan komkujiyên mezin destpêkir, di heman demê de revandin, kuştin, talankirin, tecawiz kirin û hwd… dema ku gelê Sûriyê ev sûc û kiryarên wî dîtin ew hêviyên wan hat windakirin. Ji bo rawistandina ew komkujiyên li ser Ewiyan, di 10 Adara 2025`an Fermendarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî derbasî Şamê bû, bi bo ku Sûriya ber bi demokratiyê û aştiyê ve biçe, peymana hat îmze kirin. Ew peyman ji 8 xalên girîng pêk hatin, ew xal jî ev in;

– Nûnertiya siyasî û beşdarbûnê ye.

– Naskirina mafên gelê Kurd e.

– Li ser tevahiya erdê Sûriyê pêkanîna agirbesê ye.

– Entegrasyon.

– Ewle ya koçberan de ye.

– Têkoşîna li dijî terorê ye.

– Redkirina cihêkarî û parçebûnê ye.

– Avakirina komîteyeke rêveber ya hevpar e.

Li gorî peymana 10`ê Adarê jî heya niha tu gave erênî û cidî ji aliyê Hikumeta veguhêz a Sûriyê ne hatiya avêtin. Ji ber vê yekê, di Sûriyê de her ku roj derbas dibin ewqas alozî û tevlîhevî jî zêde dibe, eger bi zehniyetekî wiha pûç Sûriyê were bi rêve birin, wê Sûriyê her di nava metirsiyê de be, çareserî wê nebe para wê. Peymana 10 Adarê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû Sûriyê peymaneke girîng e. 8 bendên ku di vê peymanê de hatine qebûlkirin xizmet ji herkesê re dikin û herkes dixwaze ku ev bend pêk bên. Lê heta niha ew li dijî vê peymanê derdiketin. Tirkiye jî ji ber ku ne di nav amadekirin û îmzekirina peymanê de bû dixwest ev peyman hilweşe.

Heya roja îro desthilatdariya Sûriyê komkujî û qirkirinê pêk tîne

Desthilatdariya “Heyet Tehrîr El-Şam” heya roja îro rêvebirina xwe bi pêkanîna komkujiyan û binpêkirinên hovane li berava Sûriyê derheqê durzî û elewiyên sûriyî de dewam dike. Desthilatdarî, zemîna van komkujiyan bi rêya sorkirina mezhebî amade kir û “seferberiya giştî” li dij tevahiya mezhebekê ragihand ku desthilatdarî got bersiva êrişa ji aliyê “bermahiyên” rêjîma berê da, bê ku tu belgeyên vê çîrokî piştrast dike, pêşkêş bike. Cenazeyê endamên van komên êrişkar an jî mukirhatinên bi belgekirî yên ev komên hatine girtin, nehatin pêşkêşkirin. Hemû dîmen û vîdoyên di malperên tevna civakî de hatin belavkirin, hemû yên sivîlan ne ku li ser destê çekdarên girêdayî desthilatdariya heyî, hatin kuştin.

Tevahiya cîhanê dît ku çawa çekdarê desthilatdariyê zarokên li pêşiya bav û dayîkên wan dikujin, heta ku desthilatdarî bûyer/çîroka ku çavkaniya wê nehatiye naskirin bi pêş xist ku qaşo “xeber ji pêxember Mihemed re” gotine û bi awayekî ku “qeydkirina deng” li ser zimanê kesekî di “Tîktok”ê de hatiye belavkirin, yekser jî desthilatdarî ew xist pêkhateya duruzî ya sûriyî û bi vê yekê re jî zemîna hemleyeke nû ji êriş û kuştina li ser nasnameyê amade kir û vê carê li dij duruziyên li bejahiya Şamê pêk anî. Di encamê de, çekdarên desthilatdariyê û alîgirên wê, bi sedan welatiyên duruzî li taxên Ceremana û Eşrefiya Sehnayê kuştin. Ev jî têkçûneke din ku desthilatdarî di refa niştimaniya Sûriyê de çêkir.

Bi vî rengî wê hêviya Sûriyakî wekhev tune be

Ger ev yek bi vî rengî bê domandin hêviya Sûriya nû a ku xwe li ser wekheviyê bigere, wê neyê avakirin. Ji bo wê di destpêkê de pêwîst dike hikumeta veguhêz rewşa giştî Sûriyê berçavan bigire, sîstema navendîbûnê bidawî bike û nenavendî pêk bîne, ji ber nenavendî pirengiya Sûriyê di hemû aliyan de wê bigre dest. Ya girîng jî lêvegereke di binesaziya avakirina vê hikumetê de gereke ku ew kesên ne ji Sûriyê û bi taybetî kujerên ku di nava desthilata wê de cih digirn, bên cezakirin. Di heman demê de zihniyeta vê hikumetê were guhertin, destûrên rewa ku temsîla Sûriyê bi rastî bike, bên çêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.