Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Jin a PYD’ê êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir

24/12/2025
in NÛÇE
A A
Meclisa Jin a PYD’ê êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

 Ronahî Sadûn/Qamişlo

Meclisa Jin a PYD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên sîstematîk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve, şermezar kir û tê de pabendbûna xwe ya ji bo parastina mafên sivîl û jinan piştrast kir.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navenda xwe ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan, bi taybetî jin, zarok û malbatên ewle, yên ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve tên kirin, şermezar kir. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama Meclisa Jin a PYD’ê Hayîstan Hesen û bi zimanê Kurdî ji aliyê hevseroka PYD’ê ya Girkê Legê Şehnaz Ebdo ve, hat xwendin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi tundî êrişên sîstematîk ên li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan, bi taybetî jin, zarok û malbatên ewle, yên ji aliyê komên girêdayî hikumeta demkî ve şermezar dike. Ev êriş binpêkirineke eşkere ya nirx û prensîbên mirovî ne ku bi awayekî eşkere li dijî xwestekên hemû Sûriyan ji bo aştî, aramî û ewlehiyê ne. Em tekez dikin ku tiştê ku diqewime berdewamiya siyasetên tundiyê û dûrxistinê ye ku gefê li aştiya sivîl dixwe. Hem jî her hewldanek rastîn a ji bo çareseriyek aştiyane li Sûriyê têkdibe û astengiya pêkanîna Peymana 10’ê Adarê ye, bi vî awayî bêaramiyê didomîne û êşa sivîlan kûrtir dike.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat şehîdkirina sivîla jin a bi navê Fedwa Mihemed Elkurdî di encama êrişa komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz de, şermezar dike û aliyên berpirsiyar ji hêla qanûnî û exlaqî ve bi tevahî berpirsiyarê vê cerîmê dibîne. Daxwaz dike ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildar hesab bidin.

Herwiha meclisê pabendbûna xwe ya ji bo parastina mafên jinan û parastina sivîlan piştrast kir û bang kir ku agirbesteke tavilê û berfireh, rakirina dorpêçê û misogerkirina gihîştina bê asteng ji bo alîkariya mirovî, girtina tedbîrên berbiçav ji bo parastina sivîlan, bi taybetî jin û zarokan, bê kirin.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em bang li rêxistinên mirovî, mafên mirovan û jinan, hem yên herêmî û hem jî yên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina binpêkirinan, parastina sivîlan û pêşîgirtina li rijandina xwînê, tedbîrên lezgîn bigirin û zextê bikin. Bêdengiya civaka navneteweyî li hember van sûncan wê dike berpirsiyara van sûncan û nirxên mirovahiyê dixe ceribandinek rastîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.