Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar kir

24/12/2025
in NÛÇE
A A
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişa hêzên hikumeta veguhêza a Sûriyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  yên bajarê Helebê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Hikumeta Veguhêz a Sûriyê berpirsa van êrişan û bandorên wê yên xeternak e.”

Di 22’ê heyvê de taxên Helebê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi giranî rastî êrişên hikumeta veguhêz hatin. Ji bo şermezarkirina êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajrê Qamişlo li pekrewangeha şehîd Delîl Saroxan daxuyanîk da. Di daxuyaniyê de Meclisa Malbatên şehîdan ya Efrîn- Şehbayê hazir bûn herwiha daxuyanî ji aliyê xwendekarekê ve bi zimanê Kurdî hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi tundî êrîşa 22’yê Kanûnê ya komên girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şermezar dikin. Li wan taxên bi deh hezaran mirovên sivîl hene, êrişên hovane yên bi çekên giran û tankan ji bilî hewldanên komkujî û qirkirinê tu wateyeke din nadin ku di encama van êrîşan de jinek şehîd bû û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn. Em dayika bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya di van êrişên hovane yên çeteyên HTŞ’ê de şehîd bûye bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran jin û zarok di bin xeteriyê de ne, Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van êrişan û bandorên wê yên xeternak e, di dema ku pêwîstîyeke cidî bi agirbestê heye.”

Daxuyanî wiha hat berdewam kirin: “Di heman demê da tê zanîn ku ne tesadufe ev êrîş rastî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ê her roj li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe hatiye. Herwiha ev ne cara yekeme ku êriş li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, berê jî binpêkirinên peyman û lihevkirinan çêbûna û ev yek jî ji bilî kûrkirina kaos û krîzên nû tiştekî din bi xwe re nayîne û li hember hewldanên ji bo gihîştina çareseriyek siyasî ya giştî ku li gorî hêviyên hemû Sûriyeyê be, têk bibin. Weke Meclisa Malbatên Şehîdam em wan êrişên hovane û tundrew şermezar dikin. Ji bo parastina gelê xwe em her dem amade ne. Çawa bi salan e li hember her curê êrişan, me berxwedaneke ku li cîhanê deng veda, îro jî em ê bi heman îrade û biryardariyê ji bo parastina gelên xwe, jinan û rûmeta mirovahiyê erka xwe pêk bînin. Dîrok û mirovahî şahid e bê şehîdên me weke şervanên Apoyî çawa destanên qehremaniyê nivîsandine. Em ê jî bi hêza Rêber Apo û şehîdan digirin, mîrasa şehîdan a qehremantiyê û fedaîtiyê berdewam bikin. Bila her kes bizanibe ku bi tu rêbazên hovîtî û komployan tu kes nikare vîna gel bişikîne. Ji bo wê careke din em dibêjin divê hikûmeta veguhêz wan çeteyên xwe bisekinîne, dorpêça li hember taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiye rake.

Di dawiya dexuyaniyê de wiha hat gotin: “Wekî erk û berpirsyariya sereke rol û mîsyona avakirina Sûriyeke demokratîk ku temsîla hemû pêkhateyan dike berpirsiyariya hemûyan e, em bang li hemû gelên Sûriyê û hêzên neteweyî dikin ku hewldanên xwe zêde bikin da ku bigihîjin çareseriyeke dadperwer ku dawî li polîtîkayên dehsalan ên çewisandin, dûrxistin û kuştinê bîne, û bi hev re Sûriyeyeke azad, demokratîk û ewle ava bikin. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.