Hêvî Keleş/ Qamişlo
Di firoşgeheke biçûk a hunerên destan de ku huner bi debara jiyanê re têkil dibe, jinên Qamişlo çîrokên xwe bi tiliyên xwe diafirînin. Meryem Osman jî projeya xwe tekez diin ku karê destan ne tenê huner an pîşeyeke, lê belê rêyek e ku jinan bihêz dike.
Li kolaneke bajarê Qamişlo, li beramberî Nexweşxaneya Ferman, firoşgeheke biçûk heye ku rûyê wê bi morîk û tayên hevrêşmî yên rengîn xemilandî ye û di hundirê wê de berhemên hunerî belav bûne. Li vir, ne tenê meseleya bazirganî an kirîn û firotinê ye, lê çîrokeke dirêj e ku bi destên sebirê hatiye hunandin.
Çîroka hunera destan

Meryem Osman jineke 37 salî ye, di nav rengan de rûniştiye mîna ku ew beşek ji wan be. Bi kenek aram, ew dibêje: “Min xwendina xwe ya zanîngehê temam nekir, lê min jiyan xwend û ez jê fêr bûm ka mirov çawa bi destên xwe diafirîne û çawa ji tiştek biçûk bedewiyek mezin çêdike.”
Ji zarokatiya xwe ve, Meryem ji wênesaziyê, hunerên destan û xemilandinê hez dikir. Wê xwendina xwe ya dibistanê temam nekir, lê rêyeke din hilbijart, rêya hunerên jinan. Ev destpêka rêwîtiya ku wê bir peymangeheke hunerên destan li Şamê bû, ku wê du salên tijî li wir xwend.
Wê got: “Li Şamê, min çavên xwe li cîhaneke mezin vekirin, cîhaneke ji rengan, mûrikan, têlan û her tiştê ku destê mirov dikare çêbike ger ji xebatê hez bike.”
Piştî vegera xwe bo Qamişloyê, Meryem deh salan wek mamosteya hunerê xebitî, paşê biryar da ku qonaxek nû di jiyana xwe de dest pê bike. Yek ji hevkarên wê yên di dema zanîngehê de dikaneke hunerên destan vekiribû û wê teşwîq kiribû ku beşdar bibe. Bi vî awayî, ji bo Meryem fikir çêbû ku li malê bixebite û nakiş û xemilandinên bi morîk çêbike, dû re wan li vê dikanê bifroşe. Lê çîrok bi Meryemê nesekinî, dikana ku bi biçûk dest pê kir, niha bûye navendek ku jinên ji deverên cûda tîne cem hev. Meryem destnîşan kir: “Em li vir ne tenê firoşkar in, lê xwişk in, her yek piştgiriyê dide hev û em hemî ji bo jiyana bi hev re bedewiyê diafirînin.”
Madeyên hewce ji Îran, Iraq û Tirkiyeyê tên û carinan jî ji Şam û hundirê Sûriyeyê tên, ji ber ku gelek ji wan li Qamişlo peyda nabin. Ev zehmetiyên lojîstîkî her gav beşek ji dijwariyê bûne, wekî ku Meryemê rave kir: “Carinan em diçin bazarê da ku li cureyek diyarkirî ya morîk an têlan bigerin û em dibînin ku mîqdar xilas bûye, ji ber vê yekê em bi hefteyan li bendê ne ku materyalên nû werin, lê ev yek me narawestîne. Em heta ji kêmasiyê tiştek nû çêdikin.”
Jinên di hundirê dikanê de gelek parçeyên mîratî yên li derveyî welêt hatine çêkirin difiroşin, jinên ji derveyî Sûriyeyê beşdarî çêkirina hunerên destan dibin, ji ber vê yekê hûn parçeyên ji Îranê yên bi destên jinan hatine çêkirin û yên din jî ji Bakurê Kurdistanê dibînin.
Her berhemek şopek kesan e û çîrokekê hildigire
Di hundirê dikanê de, perçe ji sade bigire heya tevlihev hene. Hin dikarin di tenê du saetan de werin qedandin, hinên din jî hefteyek tevahî xebata domdar hewce dikin. Biha ji 25,000 heta 250,000 lîreyên Sûrî ne. Dikan bi rihê xebata tîmê û piştgiriya hevbeş hate damezrandin, ku ji hêla komek jinan ve tê rêvebirin ku deriyên xwe ji jinên din ên ku bi hunerên destan re eleqedar dibin re vedikin, her çend ew ji malên xwe bixebitin jî.
Dema ku hûn di nav refikên dikanê de digerin, hûn ku her berhemek şopek kesane û çîrokek biçûk hildigire. Her berhemek li vir tiştek ji kesayetiya çêkerê xwe û dibe ku ji fikar û kêfxweşiyên wê jî hildigire.
Tevî zehmetiyên ji ber kêmbûna madeyên hewce, herwiha bihayên bilind û tengbûna bazara herêmî, ev proje bi saya biryardariyê berdewam dike. Her jinek ku li vî cihî dixebite dizane ku karê wê ne refahiyete, lê çavkaniya debara jiyana wê û malbata wê ye. Bi demê re, dikan ne tenê cihekî kirîn û firotinê bû, lê di heman demê de cihekî ji bo hevdîtin, danûstandina tecrubeyan di navbera jinan de bû, ku gelek ji wan bêyî tecrubeyê an amûran dest pê kirine û li vir fêr dibin ka mirov çawa bi destên xwe tiştek çêdike.






