Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebatên Heyva Sor a Kurd yên 2025’an  

24/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Xebatên Heyva Sor a Kurd yên 2025’an  
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Muhim\Qamişlo

Heyva Sor A Kurd di sala 2025’an de ji bo destekdayîna mirovî li seranserî Sûriyê kar û xebateke bhema da meşandin, bi taybet piştî kumkujiyên li berava Sûriyê û Siwêdayê, Heyva Sor A Kurd bi awayekî lezgîn alîkariyên mirovî pêşkêş kir û bi erka xwe ya mirovî rabû.

Heyva Sor a Kurd di 12’ê Berfanbara 2012’an de li gor zagonên Xaç û Heyva Sor a Navnetewî li bajarê Amûdê ji aliyê 11 bijîşk û hin xwendekaran ve hat damezrandin. Armanca wê ya sereke jî destekdayîn û alîkariya gel di rewşên awarte de ye.

Heyva Sor a Kurd ji dema damezrandinê ve dirûşmeya wê xizmeta civakê û bersivdayîna mudaxeleyên veguhestina birîndar û nexweşan, dabînkirina stargeh, xwarin û lênêrîna tenduristiyê ji bo kesên ku ji ber şer û karesatên xwezayî koçber bûne, ev yek jî bi çavkaniyên sînorkirî hatiye destpêkirin. Dilxwazan ku baweriya xwe bi felsefeya Şoreşa Rojava di berxwedan û jiyanê de anîn xebata xwe ya mirovî li ser prensîbên mafên mirovan ava kirin. Lewma Heyva Sor a Kurd karibû pergaleke sazûmanî li ser bingeha rêziknameyên navxweyî yên rêxistinê ava bike, wê dikarîbû bi hewcedariyên her qonaxê re hevaheng be. Ev yek di çar konferansên berê yên rêxistinê de eşkere bû û tê de stratejî hat pêşxistin, bername hatin dayîn û li gorî vê yekê di rêziknameyên navxweyî de guhertin hatin kirin.

Kar û xebat wiha ne

Heyva Sor a Kurd di sala 2025’an de, gelek kar û xebat dane meşandin. Di Sibata 2025’an de, li herêmên berava Sûriyê ji ber komkujî û qirkirina li dijî civaka Elewî hatin kirin, civaka Elewî neçarî koçberiyê bûn. Piştî ku rê li ber derbasbûna Heyva Sor a Kurd ji bo dabînkirina alîkariyê hat vekirin, Heyva Sor a Kurd mudaxele kir û 3 hezar selikên xwarinê radestî gelên li perava Sûriyê kir. Piştî wê jî bi hevkariya Komeleya Mezopotamya duyemîn gerwanê alîkariyên mirovî ku 14 hezar selikên xwarinê pêk dihatin, ji berava Sûriyê re hatin şandin.

Di Tîrmehê de, bajarê Siwêda û gundewarên derdora wê ji aliyê hikumeta veguhêz ve rastî êrîşan hat. Di encama van êrîşan de, nexweşxane û çavkaniyên elektrîkê hatin rawestandin û bajar hate dorpêçkirin. Wê demê, Heyva Sor a Kurd ji bo vê yekê bû bersiv û di aliyê tenduristî de destek da gel. Ji bo piştgiriya gelê Siwêdayê, gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dest bi kampaniyayê alîkariya madî kirin. Herwiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê milyonek dolar bexş kir û gelek rêxistinên navneteweyî û niştecihên herêmî jî beşdarî kampaniyê bûn.

Heyva Sor A Kurd ji bo bicîhanîna projeya Navenda Emel ji bo nexweşên Penceşêrê, ku armanc dike di çarçoveya projeyê de derman û xizmetên bê dirav ji nexweşên penceşêrê re peyda bike, destek da. Di heman çarçoveyê de nêzî 3 hezar û 500 selikên xwarinê û alîkariyên madî li ser malbatên hejar hatin belavkirin. Herwiha ji bo destekdayîna cotkarên Siwêdayê sotemenî hat belavkirin. Bi hevkariya Komeleya Sened projeyek enerjiya rojê pêk hat, da ku bîrên ku avê didin bajar û gundewarên derdora wê bi hêz bibin. Herwiha du xwarngeh hatin vekirin da ku xwarinê li nexweşxane û gel belav bike.

Navend, xizmetên pêşkêşkirî û karmendên Heyva Sor a Kurd

Hejmara giştî ya karmendên li navenda bajarê Qamîşlo bi giştî 186 kes in, ji wan 129 mêr û 75 jin in. Navendên awarte yên girêdayî bajarê Qamişlo, hene. Navendên Heyva Sor a Kurd li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik,Tel Koçer, Kampa Roj û Newroz, hene.

Li bajarê Qamişlo û Girkê Legê Kilînkên Nexweşiyên Hundirîn, Jinan, Beşa Lezgîn, Dermanxane, Piştgiriya Derûnî û Perwerdehiya Tenduristî hene. Herwiha li bajarê Hesekê Nivîsgeha Lojîstîk, Veguhastin, Darayî, Koordînasyona Bijîşkî, hene. Xizmetên bijîşkî li tevahî navendên lênêrîna tenduristiyê yên destpêkê yên girêdayî kantona Hesekê têne kirin. Li bajarê Heesekê kilînkên Hundirîn, Zarokan, Jinan, Beşê Lezgîn, Teqîgeh, Dermanxane, Piştgirya derûnî û tundiristî heye. Hejimara karmendên navenda Hesekê 461 karmend in, ji wan 285 mêr û 176 jin in.

Xizmeta bijîşkî li kantona Firatê peyda dibe, weke kilînîka nexweşiyên hundirîn, zarokan, jinan, taybet, dermanxane, beşa lezgîn, piştgiriya derûnî û perwerdehiya tenduristiyê. Herwiha ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve di 10’ê Îlonê de navenda Tenduristî li bajarê Reqa hat aktîvkirin. Hejmara karmedên navenda kantona Firatê 97 karmendin ji wan 63 mêr in û 34 jin in.

Kilînka Tel El-Saman: Ev Kilînîk ji bilî roja Înê her roj di xizmeta gel de ye. Her roj ji saet 8’ê sibê heta sê piştî nîvro xizmetên nexweşiyên hundirîn, jinan û zarokan dike, ji bilî peydakirina dermanan û çalakkirina ambulansê ji bo veguhestina nexweşên ku hewceyê lênihêrîna duyemîn li nexweşxaneyan in. Di heman demê demê de, ji bilî çar Kilînîka mobîl, ev klînîk di dema bersiva awarte de ji bo koçberên Lubnanê û koçberên Şehba di xizmetê de ye. Heyva Sor a Kurd bi rêya van navendên tenduristiyê xizmetê ji bo gel pêşkêş dike, navenda Lênihêrîna Tenduristiyê yadestpêkê û beşa Protezê Taxa Şêx Meqsûdê ne. Hejimara karmendên Heyva Sor a Kurd 19 karmandin û ji wan 11 mêrin – 8 jin in.

Navenda Kampa Ebû Xeşeb li bajarê Dêra Zorê têne peyda kirin. Li bajar klînîkên nexweşiya hundirîn, zarok, jinan û Dermanxane hene. Herwiha 76 karmendênin ji wan 55 jin û 21 jin in. Dêre Zorê beşdarîkirina entegrekirina prensîbên bingehîn li ser asta tesîsên lênerîna tenduristiyê; pêkanîna serdanên meydanî ji bo nirxandina pirsgirêkên ewlehiyê û şêwirmendiya bi civaka herêmî re ji bo destnîşankirina fikarên parastinê û nirxandina bandora dabînkirina lênerîna tenduristiyê. Herwiha ji bo destnîşankirina pirsgirêkên ewlehiyê serdanên meydanî pêk bînin û bi civaka herêmî re şêwir bikin, da ku pirsgirêkên parastinê diyar bikin û bandora dabînkirina lênêrîna tenduristiyê binirxînin.

Beşdarbûna Heya Sor a Kurd di kampaniyayê gerdûnî de

Heyva Sor a Kurd beşdarî sala 2025‘an de beşdarî gelek kampaniyayê gerdûnî bû, mîna kampanya gerdûnî ya   Roja Çalakvanya li dijî Şîdetê, Roja Zaokan a Cîhanî, Parastina mafê jinê,  Roja Jinan a Navneteweyî û Meha Hişyariya Penceşêrê, Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanî, kampaniya pêşgiritina xwekuştinê, Xebat li ser Forma Gilînameyên PSS, Rêxistinkirina şandina ji bo rêxistinên din. Çavdêrîkirina bicîhanîna mekanîzmaya hesabdayînê li hemû navendên bijîşkî ji bo wergirtina giliyan, hatin şopandin, herwiha bersivdayîna ji wan hat dayîn.

Pirojeyên 2025 wiha ne:

-Projeyên sereke yên ku piştgiriyê didin çalakiyên Nivîsgeha Parastin û Piştgiriya Psîkososyal.

– pirojeyê jinan jî, ev proje ji bo piştgirîkirina jin û keçên ku di nav civakê de rastî şîdetê hatibûn

-projeya Navenda Parastina Zarokan bi armanca parastin û hêzdarkirina wan, piştgiriyê dide zarokên bê kes. Proje herwiha lênêrîna şopandinê ji bo zarokên bi zehmetiyên fêrbûn an jî axaftinê, çareserkirina bandorên psîkolojîk ên trawmayên berê jî dihewîne. Wekî din, ew rûniştinên parastin û hêzdarkirinê yên ku armanc dikin ji nû ve entegrekirina zarokan di civakê de, digel çalakiyên rekreasyonê yên ku ji bo baştirkirina refaha wan a psîkolojîk û civakî hatine çêkirin.

– Projeya Hêzdarkirin û Piştgiriya Jin û Keçan jî. Ev proje baldarî li ser bihêzkirina kesên bêwar bi rêya peyamên parastin, pêşvebirina xweseriyê û jêhatîyên civakî, çareserkirina hestên neyînî, parastina zarokan û dîsîplîna erêniyê bû. Ev bi rêya çend bernameyan hatin dayîn ev proje wiha bûn girîngiya perwerdeyê, mafê zarokan, keda zarokan, zewace bi temen biçûk in. di îsal de ji aliyê heyva Sor Kurd ve li ser gelek mijaran perwerde hatin dayîn, weke perwedeyên Xewa saxlem, berxwedana civakê, herwiha alîkariya gelek alîkarî jî hatin kirin alîkariya yekem a psîkolojîkî bû.

Di çileya 2025’an de, Serokê Amerîkayê Donald Tramp biryar da ku bername û projeyên ku ji hêla Ajansa Pêşkeftinê ya Amerîkî ve têne fînansekirin werin rawestandin, vê yekê bandoreke mezin li Heyva Sor a Kurd kir. Ji bilî zehmetiyên nedayîna destûra derbasbûna deverên perava Sûriyê û Siwêdayê û belavkirina rasterast a alîkariyan, ku me neçar kir ku em wê bi rêya têkiliyên bi rêxistinan re bişînin. Piştgiriya ji bo beşa Onkolojî, Şewat, Talasemî û Protezê ya Heyva Sor a Kurd, ku xizmetên xwe bêpere pêşkêş dike, hat qutkirin. Lêbelê, ji ber rawestandina piştgiriyê û çavkaniyên sînorkirî, di peydakirina derman û materyalên ji bo çêkirina protezan de zehmetiyan dikişînin.

Nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasmiyayê

Nexweşxaniya Onkolojî, Şewat û Telasmiyayê girêdayî Heyva Sor a Kurd di dawiya sala 2023’an de hate avakirin. Herwiha bi vekirina vê nexweşxaniyê re barê nexweşê telasmiyayê gelekî sivkbû, ji ber ku berî niha tu nexweşxane û navend tunebûn ku xizmeta van nexweşan bikin. Her tim kesên nexweş berê xwe didan nexweşxaneyên bi dirav, lê ev nexweşxaneya Telasmiyayê bi destkdayîna Hevya Sor a Kurd xizmeta gelek nexweşan dike.

Bi vekirina nexweşxaneyê re şêwirmedî hatin peydakirin, herwiha çend gelek beş temnebû mîna banga xwînê û odeya berhevkirina xwînê  berî ku ew di warê dabînkirina amûran û karmendê berpirsiyarê berhevkirina xwînê de temam bibin, nexweş divê ku bexşvan bi xwe re bîne.

Çalakkirina benga xwînê ya nexweşxaneyê û sazkirina wê bi amûrek veqetandina xwînê re, alîkariya zêdekirina kalîteya xizmeta bijîşkî ya ku ji nexweşên talasemiyê re tê berdewam dike, ji ber ku ev nexweş tenê hewceyê veguheztina xirokên sor ên xwînê ne. Herwiha ji bo zarokên bi nexweşiya talasemiyê odeyeke lîstikê hate çêkirin. Di  heman demê de, piştgirya psîkolojîk jî dê ji bo zarok û malbatên wan tê kirin. Ji bo ku nexweş xwînê werbigire, odeyek berhevkirina xwînê li nexweşxaneyê hate avakirin. Pêwîstiya nexweşxaneya bi xwînê heye, banga xwînê plazma trombosîtan peyda dike. Komek ciwanên bi nexweşiya talasemiyê  niha bi dilxwazî ​​​​bi karmendên bijîşkî re dixebitin. Projeya tespîtkirina zû ya penceşêra memikê bûye beşek di nav nexweşxaneyê de, ku nexweş her roj di salê de têne pêşwazîkirin û xizmetên wênekêşiyê lê têne kirin. Ev proje demek berê dest pê kirî ye. Bi qasî pênc salan, wî di warê beşdarbûna xwe ya di hişyarkirin û belavkirina hişmendiya jinan de li ser girîngî û pêwîstiya kontrolkirina berdewam ji bo tespîtkirina zû ya penceşêrê de serkeftinek mezin bi dest xist.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.