Dilyar Cizîrî
Hemxwextî serdana Şandeya Tirkiyê ji Şamê re, çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde êriş, pêk anîn. Pêre ragihandina dewleta Tirk, hikûmeta veguhêz û hin welatên ereban şerekî ragihandinê ne normal a xwe dispêre derewan ,dan destpêkirin. Bi yek zimanî îda kirin QSD’ê êriş dike. Digotin êriş bi çekên giran li dijî sivîlan û nexweşxaneyan pêk tên.
Lê balkêş bû ragihandina ji wan re propoganda dikir, gotina pêşiyan a dibêje “Riwê reş bi derewan spî nabe” bi cih anî. Kenala El Hedes a Erebistana Siûdiyê bi dîmenên raste rast nîşan da çawa çekdarên hikûmeta veguhêz bi tangan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dijwarî topbaran dikin. Di heman demê de nûçegihanê El Cezîrê ya Qeterê di tavlîbûna xwe ya zindî de aşkere kir ku çekdarên hikûmeta veguhêz taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi dijwarî topbaran dikin. Bi van dîmenên rasterast aliyekî rastiyê aşkere dibû.
Li aliyê din mêvanek ji Helebê û xwedî agahî tevlî kenala Sûriya ya ji Tirkiyê fînaseya xwe digre bû û di weşana zindî de got ku avahiya “nûçegihanê kenala Sûriya” bal dikşîne ser û îda dike QSD’ê topbaran kiriye, ji ber topa gaze şewat tê de, çêbûye. Wekî din jî di medya dîjîtal û saziyên din de gelek mijarên rastiya kî êrişî kê dike, diyar dibe.
Lê tişta di vir de aşkere dibe, planek mezin a qirêj li dijî herdû taxên berxwedêr ên Helebê û şêniyên wê tê meşandin. Wer xuyaye ev êriş dê ne ya dawî be. Serkêşiya wê jî istxbarta dewleta Tirk dike. Ji lewam bi hêsanî mirov dikare bêje ne tesadif bû çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz beriya êrişê xwe ji bendên hevbeş ên di encama peymana 1’ê Nîsanê de di navbera wan û hêzên ewlekariya hindir de hatibûn bi cihkirin, xwe vekşînin. Ev bi dîmen ji aliyê hêzên ewlekariya hindir a Şêxmeqsûd ve hate aşkere kirin.
Dewleta Tirk û hikûmeta veguhêz ev cara duyemîn e piştî hêzên QSD’ê di encama peymana 1’ê Nîsanê de xwe ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vekişandin, êrişî herdû taxan dike. Ew dizanin QSD’ê xwe ji wir kişandiye û tenê li wir hêzên ewlekariya hindir û gelê sivîl hene. Ji lewama bi van êrişan dixwazin îradeya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hêzên Ewlekariya Hindir bişkînin. Siyasetên xwe yên teslîmkariyê li ser wan feriz bikin. Bi taybet ji ber herdû tax ji hemû aliyan ve di bin dorpêça wan de ye. Wê deverê wekî xala herî lawaz a Rêveberiya Xweser dibînin. Ji lewama bi mehan e hemû riyên ketina wê girtine. Wan wiha fam dikir wê bi hêsanî karibin îradeya gel têk bibin, zextê li QSD’ê û Rêveberiya Xweser bikin, da entegrasyona li gorî ew dixwazin qebûl bikin.
Lê berxwedana duh a hêzên ewlekariya hindir û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li ser esasê şerê gel ê şoreşger hate meşandin, rûreşiya hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk aşkere kir. Her çendî di êrişê de birîndar û şehîd çêbûn li Şêxmeqsûd çêbûne, lê bi berxwedanê planên wan ên qirêj û hewldanên wan ên têkbirinê têk çûn, ne tenê ev riwê wan ê reş hîn zêdetir ji raya giştî re aşkere dibe.






