Erdogan Altan
Mirovekî (Colanî) ku li ber dilê hemû civakan wek e terorîst tê hesibandin, li gorî rêkeftinên navneteweyî û berjewendiyên welatên cûrbecûr desthilatdariya li Şamê bi dest xistin, serdemeke tarî ya nû li ser gelê Sûriyeyê ferz kirin. Bi hilweşandina hikûmeta berê, wan desthilatdariyeke yek-partî ji endamên Heyet Tehrîr el-Şam pêk dihat ava kirin. Armanca veşartî ya vê desthilatdariyê ew bû ku bernameya xwe ya şerîatî ferz bike û Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan û Sunniyên nerm ji holê rake. Pêvajoya ku di bin navê “diyaloga neteweyî” de dihat meşandin, di rastiyê de ji kiryareke nû ya marjînalîzekirin û zordariyê wêdetir ne tiştek bû. Meclîsa Gel a ku hat damezrandin ji performansek şanoyî ya bi planeke xirab wêdetir ne tiştek bû. Bi piştgiriya dezgehên ewlehiyê, komkujî, revandin û talankirina li dijî kêmneteweyan bû sîstematîk. Civakên Elewî û Durzî hatin hedefgirtin; dêr li Şamê hatin bombebarankirin û kêmnetewe hatin çewisandin. Êrîş li herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn û gelê Efrîn careke din ji cih û warên xwe hatin derxistin. Kesên di lîsteya terorîstan de ji bo serokatiya yekîneyên leşkerî hatin tayînkirin û êrîşên DAIŞ‘ê zêde bûn. Nakokiyên mezhebî bi rêya manîpulekirina îstîxbarata Tirk hatin gurkirin.
Di aboriyê de, Sûrî bi şîrketên sexte û peymanên xeyalî hatin xapandin. Hêviyên gel bi projeyên sextekar ên ku ji bîst û heşt milyar dolarî derbas dibûn hatin bikaranîn. Torên telekomunîkasyonê ketin bin kontrola dewleta Tirk a dagirker, di heman demê de Îsraîlê deverên stratejîk li başûrê xist bin bandora xwe û berjewendiyên xwe ferz kir. Danûstandinên bi Rûsya û Çînê re ji bo dirêjkirina temenê rejîmê xizmet kirin, ne ku êşa gel sivik bikin. Colanî hewl da ku cihê xwe li cîhana Ereban xweş bike; lêbelê, rabirdûya wî tijî kuştin, bombebaran û revandin e. Bi veşartina endam û reviyayên Birayên Misilman, wî gefên nû li ser welatên herêmî afirandin. Bi piştgiriya Tirkiyeyê, wî destpêşxeriyên aştiyê yên bi QSD re têk bir û hewl da ku daxwazên Kurdan ji bo civakek demokratîk bitepisîne. Her çend banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê di nav Kurdan de hêvî çêkir jî, li dewleta Tirk rê li ber vegera Kurdan a ji bo heremên dagirkirî digire.
Li aliyekê din mijareke din a ku divê neyê piştguhkirin ew jî di bin siya vê şer û aloziyê de qêrîna jinan e.
Îro li Sûriyeyê, jin ne tenê qurbaniyên şer lê di heman demê de yên zordariya îdeolojîk jî ne. Desthilata selefî-cîhadî jinan wekî komek civakî ku “divê were sînordarkirin, ger nebe were qetilkirin e” dibîne; ew daxwazên wan ên ji bo azadiyê wekî bêdîn an jirêderketin bi nav dike. Lêbelê, dengê jinan garantiya herî xurt a Sûriyeyek demokratîk û piralî ye.
Piştî salekê, wêne zelal e: Rûxandina Esed û hatina Colanî bo ser desthilatê, ji projeya Rojhilata Navîn a Nû û Îsraîla Mezin bi lez pêş bikeve xizmet kir. Zextên ku ji aliyê DYA’yê ve Dewletên bi rêya Qanûna Sezar tê kirin, desthilatdariya Colanî ku li ber pif û sebrekê ye bêtir qels dike. Hebûna şervanên biyanî, xurtkirina îdeolojiya selefî-cîhadî û nefreta li hember kêmneteweyan ji bo vê rejîmê ne mumkin e ku bi gel re li hev bike. Îro, gelê Sûriyeyê – Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan û Sunniyên nerm – di daxwaza xwe ya ji bo pergalek demokratîk û piralî li dijî ferzkirinên navendî de yekgirtî ne. Desthilata Colanî bûye gefek rasterast heta ji bo Îsraîlê jî, avahiyek ji Hemasê xeternaktir. Ev rejîm dê zêde dom neke; ji ber ku îradeya gel têra xwe xurte û dê nehêlin êrîşên bi zihniyetên ser mezhebî bi awayek hovane û terorîstî dikin bi ser bikeve.






