Esma Mistefa
Di 22’ê Kanûnê de komên çekdar yên girêdayê hikumeta veguhêz êrişî her du taxên gelê Kurd li Helebê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd kirin. Ne cara yekemîn e ku êrişekî hovane bi vî awayî tê kirin, bi hemdemiya dorpêça girankirî ya li ser her du taxan û bi sardana Hakan Fîdan ji Şamê re ev êriş careke din xwe dûbare kirin.
Duh di saetên êvarê de komên çekdar yên hikumeta veguhêz ku li ser bendên ewlekariya derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hêzên Ewlekariya Hundirîn yên taxê re hev beş parastina taxê dikin, lê careke din bi êriş û polîtîkayên qirkirinê êrişên xwe yên hovane nû kirin. vê carê bi amedebûn û seferberiyeke tam ji hemû alî û bajarên hikumeta veguhêz ve hate kirin. Da ku êrişî taxekî ewqas biçûk bikin, gelê xwe li hemû bajaran dikin seferberiyê û bi pilanname êriş dikin.
Tirkiyê û hikumeta veguhêz
Ev pevçûn û êriş pilankirî tên kirin ku her care şandeya Tirkiyê ji bo Şamê tê kirin, êriş li ser her du taxan pêk tê. Ev yek jî bi hemwextî serdana şandeya dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya Hakan Fîdan ji Şamê re pêk hat. Li aliyekî îdiya dikin ku weke ew berpirisyarê aştî, demokrasî û aramiya Sûriyê xwe didin nîşandan ku dibêjin divê HSD’ê peymana 10’ê Adarê pêk bîne û di aliyekî din de jî Şerê Tayebt û fitneyê dide meşandin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di 6’ê Cotmehê de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî dorpêçê bi sedan berê xwe dan satirên axî yên ku hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist. Li hemberî çalakiya gel, hêzên hikumetê jî bi gaza îsotê û panzêran êriş kirin, ji ber van êrişan gelek kes birîndar bûn. Di wê demê de jî şandeya Hekan Fîdan hatibû Şamê û pê re tax dorpêç kirin.
Bi van êrişan re ji 25ˊê Îlonê ve dorpêçek giran li ser her du taxan hat ferzkirin, bi wê re hikumeta veguhêz nehişt sotemenî û madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin. Ev yek jî zêdetirî heyvekê ye ku jiyana gelê her du taxan di vê sermayê de bixe xeteriyê. Bi tunebûna sotemeniyê re hemû aliyên jiyan bandor bûne weke xebatê şeredarî, dibistan, tenduristî û bi taybet rewşa zarokan.
Li kêlek wê jî hikumeta veguhêz dronên radikirin ser her du taxan, ev jî binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd -Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin e.
Di encama êrişên li ser her du taxan de Şehîdek sivîl û 17 birîndar çêbûn
Li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jina bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî (57) a ji pêkhateya Ereb şehîd bû. Hejmara birîndaran 19 sivîl û 2 ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn in, navên birîndaran wiha ne: Henan Ebdulhemîd Îsmaîl (20), Mihemed Ebdulhemîd (19), Ebdulhemîd Îsmaîl (48), Zekeriya Xelîfe (53), Ebdo Eswed (40), Mihemed Nîdal Îbrahîm (18), Aydil Elî (9), Dicle Osman (34), Ebdurehman Horo (18), Doxan Elo (18), Cemîl Ukaş (22), Mehmûd Eswed (20), Mêrvan Bekir (22), Arif Bîlal (20) û Royar Hebeş(13), Zeyneb Henan (25) û Usama Betîx (30), Omer Abdulqadêr (15), Nehle Ebdulrehman Dabul (40).
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê têkildarî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek da. Fermandariyê di daxuyaniyê de got: “Wekî bersivek ji bo aramkirina rageşiyê, me talîmat dan hêzên xwe ku bersivê nedin êrişên komên hikumeta Şamê.”
QSD’ê derbarê êrişên li ser Helebê de daxuyaniyek da
QSDˊê îdiayên saziyên ewlehî û leşkerî yên hikumeta veguhêz ku taxên Helebê ji aliyê QSDˊê ve hatin topbarankirin derewandin. QSDˊê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tank û topan bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Lêpirsîna rast û berpirsiyarî dikeve ser milê komên parçebûyî yên girêdayî hikumeta Şamê ku ji 4 mehan ve krîzan çêdikin. Ew kom bi rêya dorpêça taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dubarebûna tehrîdkirin û êrişên li dijî sivîlan li pêş çavên saziyên hikumetê, li gel hebûna peymana 1ˊê Nîsanê, krîzan çêdikin.”
Her wiha di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku ev êriş encama çalakiya wan komên bi xwe ye, bi taybet li rojava û bakurê Helebê. Moşek û top ji nuqteyên wan koman ber bi taxên Helebê ve tên avêtin ku tevliheviya ewlehî çêkin û fitneyan derxin.
Her wiha Rêveberiya Xweser derbarê van êrişand de bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kirin
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat diyarkirin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van êrişan û bandorên wê yên xeternake, ji ber ku ev êriş di demekê de ku pêdivî bi zanîn, xweragirtin û xebateke cidî ya ber bi agirbestê ve heye, bi xwe re krîzên tînin, aramiyê têk dibin.
Berxwedana gelê Helebê û xwepêşandanên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Eşrefiyê û Şêxmeqsûd
Berxwedana gelê Kurd li Helebê ne berxwedaniyeke nû ye, ev gel li hember hemû êriş, polîtîkayên qirkirinê, dorpêç û siyaseta îradeşikandinê yê ku ji aliyê rêjîma Baas, komên çekdar û DAIŞ’ê ve dihatin pêk anîn ji 14 salan ve tê kirin. Bi hatina hikumeta veguhêz re jî careke din ev polîtîka û nêzîkatî bi heman armancê xwe dubare dikin. Li hember êriş, dorpêç û nêzîkatiyên ji salekê ve tên kirin, gelê her du taxan bi îradeyeke pîroz têkoşîn û berxwedanê didin meşandin. Gelê ku li ser bîrdoziya Rêber Apo ya Şerê Gelê Şoreşger mezin bûye û di êrişên ku duh hatine pêkanîn de careke din ev yek di şexsê xwe de mehkum kirin.
Her wiha li kêlek vê yekê Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê û Hesekê yên kantona Cizîrê bi çalakiyên protestoyî û daxuyaniyan êrişên komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana gelê her du taxan re li dijî êrişan anî ziman.
Şerê Tabet yê ku tê meşandin
Hikumeta veguhêz ne xwedî helwest û cesaretê ye ku derkeve û bêje ku em van êriş û kiryaran dikin, nikare li ser ragihandinê derkeve û bêje em peymana 10’ê Adarê pêk nînin. Di êrişên duh de xwe dide nîşandan ku ev êriş ne ji aliyên wan ve hatine kirin, gelo ne ji aliyê wan de bin wê ji aliyê kê ve bin?. Bi vê yekê him lawazbûna xwe dide nîşandan û him jî diyar dike ku hin kom û hêzên din di Sûriyê de hene ku ne girêdayî wan in û ne di bin kontrola wan de ne.
Di êrişên duh de hat piştrastkirin ku komên çekdar yên ku bi tangan êrişî her du taxên Helebê dikirin, di hema demê de êrişî hin cihên girêdayî hikuemta veguhêz jî dikirin, ev yek bi armanca sûcdarkirina HSD’ê û rewakirina êrişên xwe yên li ser gelê sivîl tên kirin. HSD’ê li hember vann tewanên derewîn bi daxuyaniyekê derket pêşberî raya giştî.
Hêjayî bibîrxistinê ku heta dema amadekrina vê nûçeyê jî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê hikumeta veguhêz ve di dorpêçê de ne û ketin û derketina ji taxê qedexe ye






