Farûk Sakik
Dema ku Împeratoriya Osmanî hildiweşiya, tenê neteweya ku dixwest li kêleka Tirkan bimîne, Kurd bûn. Neteweyên din dixwestin ji împeratoriyê veqetin.
Mixabin, kadroyên ku komar avakiri bûn, bi heman dilsoziyê li hember Kurdan nesekinîn. Li Tirkiyê bi tenê ev dijminatiya wan tune bû di heman demê de, di dewletên wê demê çêkirî (Iraq, Sûrî) de jî li ser Kurdan zext dikirin.
Dewleta Tirk, her dem Kurdên, ku bi sedan salan bi wan re biratî parve kiribûn tercîh nekirin. Kesên wek Sedam, Esad û rejîma Îranê hilbijartin.
Ev yek ji dînamîkên bingehîn ê girêdanên biratiyê şikand û Kurdan ji dewleta Tirk dûr xist.
Kurdan sed sal e li hember vê helwesta -dijminatiya wan serî hilda.
Salek berê ji bo Kurd ji nû de nêzî Tirkiyê bibin pêvajoyek dest pê kir. Li ser vê yekê serhildana PKK’ê jî derbasî qonaxeke nû dibû.
Lê AKP’ê îroj wê siyaseta bapîrên xwe ya berê dişopîne. Ji bo li Bakurê Kurdistan de di mafên Kurdan de gavên erênî nabêje, berê xwe dide Sûrî. Berê xwe dide QSD’ê. Berê xwe didide Rêveberiya Xweser.
Dîsa li serê me bûn bela. Gotinên peyamên, axaftinên salek berê hemû derew bûn. Me digot dive ku ji dîrokê dersek girtibin û hatibûn guhertin. Na, hîn jî wek xwe bi kodên sed sal berê tevdigerin.
Dijminatiya Kurdan bi rêbazeke cuda didin meşandin. Aha wa heyetên wan dîsa li Şamê ne. Di 22’yê Kanûnê de, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Şer ê Tirkiyê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin çûn Şama paytexta Sûriyê.
Ji bo derbasî qonaxa duyemîn ya aştî û civaka demokratîk nebin, li hinceta digerin. Dest bi gefxwarina qirkirin komkujiyan kirine.
Komîsyon hat avakirin û partiyên ku di komîsyonê de cih digirin, raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.
Di rapora AKP’ê de sedemên Pirsgirêka Kurdan nehatine nirxandin û pirsgirêk dîsa wekî “pirsgirêka terorê” hatiye pênasekirin.
Her çend Kurd ji sed sal berê xwedî tecrûbe bin, rêxistintir kirî û hebûneke dîplomatîk a bihêztir hebe jî, ew careke din tercîha xwe ya ji bo jiyaneke demokratîk a hevpar bi Tirkan re nîşan didin.
Rêber Apo ev pêngav ji bo vê yekê da destpêkirin. Ev saleke bi sebir û bi fedekariyeke mezin li benda gav avêtina wan e.
Ger destê ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye dirêjkirin neyê qebûlkirin, an jî bi îstismar were bikaranîn, girêdana di navbera Kurd û Tirkan de jixwe qelsbûyî bi tevahî were qûtkirin. Ev dibe ku ji bo Kurdan ne baş be, lê ji bo Tirkan wê diha zêde xirab be.
Kurd li bakurê Kurdistan dest bi rêxistibûna siyaseta demokratîk kirine. Li her derî civîn û panel tên lidarxistin. Civak bi pêvajoyê tê fahm kirin. Di her warî de ji bo mafê xwe yên kolektîf bi dest bixin di nav hewldanan de ne. Ji bo Kurdan veger û sekn tune. Ew pêvajoyê bi dawî bikin jî Kurd wê dewam bikin.
Ji aliyê dewletê ve bi israr gav neyên avêtin. Pêvajo li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin jî wê nikaribin vê serdema nû bidin seknandin. Êdî civaka ku li Tirkiyê jehrî kirine jî ji bo çareseriya doza Kurd rastiyan dibîne.
Tirsa Erdogan a wê carek din nikaribe bibe desthilatdar û Tirkiyê ber bi felaketên mezin ve bibe, ji aliyê herkesî ve tê dîtin. Ji bo vê yekê desteya ku çûye Şamê divê berê xwe bide Qamişlo, bi rêveberiya xweser re hevdîtinan pêk bîne. Tovê yekîtiya gelan li Şamê nayê çandin, vegerin li Qamişlo em vê tovê biçînin.






