Piştî hilweşandina Rejîma Baasê û hatina hikumeta veguhêz li ser desthilatdariyê, pêre dest bi guherandina mufredatên perwerdehiyê kir, di serî de li Minbic û pişt re li gelek bajarên girêdayê desthiladariyê û bi pêşengtiya Haşim Ebû Cabir ê DAIŞ’î de îdeolojiya DAIŞ’ê tê fêrkirin.
Bi mufredata DAŞ’ê re hat guhertin
Mufredata ku ji 12 rûpela ya weşandî ku ji hêla Wezîrê Perwerdehiyê yê hikûmeta demkî ya Şamê Nezîr Mihemed el-Qadrî ve hatiye îmzekirin, xuya dike ku tenê li ser esasên bin navê Îslamî de lê bingeha xwe ji îdeolojiya DAIŞ’ê digire ye.
Hevoka “parastina welêt” bi “parastina Xwedê” hatiye guhertin. Wezaretê teoriya pêşveçûnê (Gerdûnê) ji bernameya biyolojiyê derxist. Hemû beşên li ser şaristaniyên kevnar û kesayetiyên dîrokî ji pirtûkên dersê hatine jêbirin. Kesayetiyên dîrokî yên wekî Şahbanû Zenobiya ya Împeratoriya Palmîra ku di sedsala 3’an de li Sûriyê hukum kir û Xewla bint el-Ezwar êdî nayên hînkirin.
Di bernameya nû de, hevoka “kesên ku xezeb kişandin û yên ku rêya xwe winda kirin” di Sûreya El-Fatiha de tê pênasekirin, bi Cihû û Xiristiyanan ve hat têkildarkirin û rakirin. Dersên perwerdehiya olî ji bo ketina zanîngehê mecbûrî bûne. Hevoka “parastina welat” bi “parastina Xwedê” hatiye guhertin.
Her çend ev aliyên mufredata nûkirî yên eşkerekirî ne jî, îdeolojiya DAIŞ’ê li deverên ku ji aliyê milîsên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên piştgirîkirin û HTŞ’ê ve tên kontrolkirin bi dizî tê hînkirin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê malpera Lêkolîn org.. bidestxistî, piştî dagirkirina Minbicê ji aliyê komên çete yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, hikûmeta demkî ya Şamê ya Haşim Ebû Cabir ku endamekî berê yê çeteyên Cebhet el-Nusra û DAIŞ’ê bû wekî serokê herêma Minbicê tayîn kir. Piştî ku dest bi kar kir, Ebû Cabir dibistan vekirin ku tê de qaşo perwerdehiya olî dihat dayîn. Lêbelê, hatiye hînkirin ku îdeolojiya DAIŞ’ê di van dibistanan de ku bi eşkereyî ji bo hînkirina Îslamê hatine veqetandin, tê hînkirin.
Gelek mamosteyên ku ji aliyê Ebû Cabir ve hatine tayînkirin rasterast ji aliyê wî ve têne çavdêrîkirin. Yek ji wan dibistanan dibistana Gazî el-Ezza ye li bajarokê Ebû Qelqel a Minbicê ye. Li gorî agahiyên me bidest xistine, zêdetirî 100 zarokên di navbera 7 û 16 salî de li gorî îdeolojiya DAIŞ’ê têne perwerdekirin. Mamoste bi xwe ji aliyê Ebû Cabir ve ji Wezareta Şerîetê ya di bin hikûmeta Şamê de têne hilbijartin.
Dibistanek din ku îdeolojiya DAIŞ’ê bi awayekî çalak tê hînkirin El-Îman e ku li Kolana Helebê li navenda Minbicê ye. Hat hînbûn ku keç jî li vê dibistanê perwerde dibin û ev perwerde ji hêla jinên ku berê li Reqayê perwerdehiya îdeolojiya DAIŞ’ê dîtine ve tê dayîn.






