Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hikumeta veguhêz a Şamê êrişî jinê dike

24/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale  

Hikumeta veguhêz a Şamê ne tenê bi şerîeta Islamê êrişê jinê dike, ji destpêka hukmê paytexta Sûriyê Şam ketiye destê wan de qanûnî êrişî jinê dikin. Ji xwe wan pişta xwe li civaka zayendperest germ kirine ku nefesê nadin jinê û civak amadeye ku zagonên wan ên li ser jinê tê nivîsandin, pêk bîn in.

Roja 8`ê Kanûnê sala 2024`an ew ketin hinek bajarên Sûriyê. Kolan bi kolan destpêkirin zext li jinê kirin. Guneh, heram, sûc, cehenem, eyb bi van têgehan xelekên ji agir li derdora jinê vêxistin û dixwazin nêçîra jinên li gorî wan gunehbarin, bikin. Tişta dûrî exlaq ew e ku jinê bi destê jinan işeknce û ceza dikin. Ji ber vê yekê çekdarên Hikûmeta veguhêz a Şamê çeteyên DAIŞ tînin bîra hemû jinên Sûriyê. Di şikil, rê û rêbazên xwe yên li ser jinê tu cûdahiya wan ji DAIŞ`ê nayê dîtin. Bi taybet kesên navê wezareta dadê li xwe kirine herî zêde têkildarî jinê zagonan diguherîn in.

Hikumeta veguhêz a Şamê ev bûye salek û 16 roj hatiye lê belê hîna jî li xwe mûkir nehatiye û negotiye ku li Sûriyê pirsgirêka cinsiyetparêzî û jinê heye. Li ser zîhniyeta mêr ku difikirin jin kême, mexlûqeke zeyîfe, nikare berpirsyartî rabike û tenê ji bo xizmeta mêr bike tê dinê, dimeşin. Di siyasetê, rêvebirine, têkoşîna leşkerî û bîrdozî cî nadin jinê û tenê mutfexê weke mekan ji bo jinê guncav dibîn in.

Roja 17`ê Kanûnê sala 2025`an wezareta dadê ya Hikûmeta veguhêz raghandin ku li gorî qanûna 17`an mêr berpirsyartiya zarokan radike û jin bi temamî ji xwedîkirina zarokên xwe mehrûm e. Mêr û xwediyên wî yên nêz û dûr ji wan re derdikeve ku zarokan xwedî bikin lê bele zarok ji dayîkê re dernakev in. Di rêbazê nivîsandina zagonê de diyar dikir ku ew çawa li jinê dinêr in. Bi temamî hebûna jinê înkar dikin û êrişa wan li ser jinê îdeolojîk e.

Eger jin ciyê xwe di siyasetê de bigre yan jî hewl bide xwe birêxistin bike û hebûna xwe diyar bike wê ji bo wan pirsgirêk be. Ji bo jin tênekoşe wê ji hemû aliyan ve êrişî jinê bikin û li pêşiya wê bibin asteng. Ji ber vê yekê jinan direvînin, li ser wan ferz dikin ku cilên reş li xwe bikin û ji malê dernekevin. Çekdarên hikumeta veguhêz di bin navê ol, adet û teqalîdan de wê êrişî jinê bikin û zagonên ku tevgera jinê pûç bike, derbixîn in.

Hebûna jinê weke guneh dibînin û eger ji destê wan were wê hemû rêbazên kevnar ên cezakirina jinan bidin bikar anîn. Jinan di bin navê zîna de recim bikin, bişewtînin û bukjin. Ev Hikûmet ne dûre ku rêbazên herî qirêj ê kuştina jinan bikar bîn in. Li Beravê destdirêjî gelek jinên elewî kirin, revandin, bi darê zorê cilên reş li wan kirin û li xwe muhir kirin. Heyanî ji destê van çekdaran were wê pêlî rûmeta jinê bikin û biperçiqîn in. Ji nêzîkatiyên wan ji jinê re diyar dibe ku ew DAIŞ bi xwe ne û wê hewl bidin di bin navê ol û şerîeta Islamî de dawî li hebûna jinê bîn in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.