Ayşa Silêman/ Dêrikê
Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê bi dirûşmeya ‘Dest Bi Dest Bi Hêzên Sûriya Demokratîk Re, Bijî berxwedanan QSD’ ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşeke girseyî li darxistin.
Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê bi dirûşmeya ‘Dest Bi Dest Bi Hêzên Sûriya Demokratîk Re, Bijî berxwedanan QSD’ ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşeke girseyî lidarxistin. Di meşê de hemû endamên saziyên Rêvebriya Xweser û şêneyên Dêrikê beşdar bûn.

Meş ji Qada Azadî destpêkir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîng.
Di destpêka mîtîngê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)’ê Ciwan Hesen axivî û wiha got: ” Gelê me yê hêja careke din û di şeveke ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di aramiyê de jiyan dikirin, bê sûc çeteyan êrişên hovane li ser wan pêk anîn. Di encamê de dayîkek di êrîşên hovane yên çeteysn de şehîd ket û bi dehan sivîl birîndar bûn. Tê dîtin ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê de rûniştin çêdibin, dema ev rûniştin bi serkeftî derbas dibin tê dîtin ku çete tevlîhevî û êrişan pêk tînin da ku gav pêşde newin avêtin. Ev tê wateyê dewleta Tirk û çeteyên wê naxwazin aramî di Sûriyê de çêbibe, wekhevî û demokrasî derkeve pêş. Êrişên ku îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû dayîn em berpirsiyariya wê datînin li ser milê hikumeta Şamê, ji ber ku ew pêvajo û diyaloga ku heya niha dimeşê hêviya gelê Sûriyê têdeye, lê mixabin hikumeta Şamê tu biryarên erêkirinê nedaye lewma gelê Sûriyê rastî binpêkirin û êrişan tên. Ji bo vê yekê em li vir peyama xwe rêdikin û banga me ji hikumeta Şamê û dewleta Tirkî re ew e ku wê pêvajo bimeşe û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi israrin ku bibin netwa Sûriyeke Demokratîk.”

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê Meclisa Efrînê li bajarê Dêrikê Zelûx Bekir axivî û wiha got: “Di serî de li ser navê gelê Bajarê Dêrikê û gelê Efrînê em piştgiriyê didin gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û em peyama xwe ya têkoşîn û berxwedanî bilind dikin. Em tu carî xeta têkoşînê ya ku me dest pêkirî gav şûnde na avêjin. Dewleta Tirk hertim destê wê di nav êriş û binpêkirinan deya dixwaze pirsgirêkên xwe bi riya binpêkirina gelan çareser bike, her cara ku wê gelê Sûriyê hêviya aramî û rehetiyê li gel wan şîn dibe, dewleta Tirk mûdaxeleyeke nû dike û wê hêviyê diçilmisîne. Dixwaze isbat bike ku gelê kurd wê nikaribin xwe biparêzin, lê hîn neketiye di wê baweriyê de ku li seranserî Sûriyê gel daxwaza pirojeya Netewa Demokratîk dikin û dibînin bi riya wê Sûriyeke demokrat wê ava bibe.”
Meş bi siloganên ‘Kes Nikare Vîna Me Bişkîne û Bijî Berxwedana Gelan’ bidawî bû.






