Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sembola Şerê Gelê Şoreşgerî: Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

23/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Sembola Şerê Gelê Şoreşgerî: Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Di nava du mehan de du caran hikumeta veguhêz bi awayekî hovane êriş taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê kirin. Di encama van êrişan de şehîd û birîndar çêbûn, lê belê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ranewstiyan, bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî berxwedaniyek mezin dan meşandin.   

Di 6`ê Cotmehê de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê li hemberî dorpêçê bi sedan şêniyên taxan berê xwe dan satirên axî yên ku ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xistin. Li hemberî çalakiya gel, hêzên hikumetê jî bi gaza îsotê û panzêran êriş kirin, ji ber van êrişan gelek kes birîndar bûn.

Piştî hêzên hikumeta veguhêz êrişî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina sivîlan bersiva êrişan dan. Di bersivdayîna êrîşên hêzên hikumetê de, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Çîçek Efrîn û Nûrî Hemokan şehîd bûn

Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ev zêdetirî 2 mahan di nava dorpêçê dene

Beriya vê bi demekê di 25ˊê Îlonê ve dorpêçek giran li ser her du taxan hat ferzkirin, bi wê re hikumeta veguhêz nehêşt sotemenî û madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin. Herwiha gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetirî 2 mehane ku di nava dorpêçeke mezin de jiyan dikin. Ji ber vê dorpêçê rewşa jiyanî li herdu taxan xerab bû. Bandor li ser rewşa xizmetê, eletrîkê, tenduristî û rewşa perwerdê jî kir. Ji 6`ê Cohmetê heya roja me ya îro gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaniyek mezin dan meşandin û bûn sembola Şerê Gelê Şoreşgerî. Ji zarokê 7 salî haya kalê 70’ê salî liberxwedan, têkoşîn û baweriya bi hêza xwe bi dîlanên serviraziyê nîşandin.

Bi çekên giran êrişî herdu taxan kirin

Careke din hikumeta veguhêz a Sûriyê xwast ku îradeya gel û şervanan bişkîne û hewildana dorpêça herdu taxan dikir. Di 22’ê Kanûnê de ji aliyê hikumeta veguhêz ve êrişeke giran bi ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat. Bi çekên giran êrişî herdu taxan dikir. Herwiha bi awayekî belav û dijmirovî mala sivîlan bombebaran dikir. Bi awayekî hovane û bi çekên giran Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bombebaran kirin. Di encama vê êrişa hovane yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de jinek bi nave Fedwa Mihemed El Kurdî (57) salî a ji pêkhateya Ereb şehîd bû, 19 sivîl û du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Ev êriş binpêkirina ji peymana 1’ê Nîsanê re ye

Hikumeta veguhêz dronên radikirin ser her du taxan, ev jî binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd -Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin e. Di 1`ê Nîsanê de, di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, li Helebê peymanek der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat îmzekirin. Peyman ji 14 xalên sereke pêk tê, di nav de xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, derxistina hêzên çekdar, û birêxistinkirina Ewlehiya Hundirîn. Di bendan de hat gotin ku ji bo pêkanînê komîte werin avakirin. Li kelek vê nepêkanîna hevpeymana ku di 10`ê Adarê yê ku di navbera HSD`ê û hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin.  Hikumta veguhêz him di asta giştî de û him him jî di siyaseta xwe ya li Helebê de tu benden van hevpymanan pêk nîne, ji ber wê yekê jî em dibînin ku bi her awayî hewildanên êrişan dikin.

Herwiha li tevahî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê gel daketin qadan ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û şervanan bikin. Di vê çarçoveyê de ciwanên Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Ev herdu taxên biçûk bersiveke mezin ji hikumeta veguhêz re ye’

Ciwanê bi navê Hemo Hisên diyar kir ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê taxa berxwedaniyê ne û wiha got: “Em ciwanên Qamişlo heya dawiyê em ê piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin. Ev herdu taxên biçûk bersiveke mezin ji hikumeta veguhêz re ye ku wê heya dawiyê ev gel têkoşîn bike û li pişta şervanên xwe be. Em jî ciwanên Qamişlo wê hertim amadebin, piştgiriya gel û şervanên xwe bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî gel ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadane û wê tim li ser piyan bin”

‘Êrişên li ser herdu taxên berxwedanê şermezar dikin’

Ciwanê bi navê Çiya Cûdî destnîşan kir ku ew êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin û wiha pê de çû:

“Hikumeta veguhêz a Sûriyê êriş û kiryarên dijmirovî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike, em vê yakê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Herwiha em ê ji bo piştgiriya herdu taxên berxwedanê amade bin. Ev ne cara yekemîne ku êriş li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin, lê gelê me bi Şerê Gelê Şoreşgerî bersiva xwe didin û têkoşîna xwe careke din îsbat dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.