Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Federasyona Gaziya ên jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne

23/12/2025
in NÛÇE
A A
Federasyona Gaziya ên jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne
Share on FacebookShare on Twitter

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke êrîşên hovane û tundrew yên çeteyan ku doh (22) Kanûnê de êrîşên taxa Şexmeqsûd û Eşrefiyê kirin,   şermezar kirin. “Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne.”

Daxuyanî wiha ye;

Duh 22’yê Kanûnê komên girêdayî hikûmeta Demkî ya Şamê careke din êrîşî taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Li wan taxên bi dehhezaran mirovên sivîl hene, êrîşên hovane yên bi çekên giran û tankan ji bilî hewldanên komkujî û qirqirinê nayê wateyeke din.

Dîsa ev êrîş ku rastî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ê her roj li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe ne tesaduf e.

Divê were zanîn ku ev êrîş ji bilî kûrkirina kaos û krîzên nû tiştekî din bi xwe re nayîne. Pêwîst e Hikûmeta Demkî jî zanibe ku wê ti carî xelkê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê berxwedêr, dîsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi salan e li hember her cure êrîşên dagirkeriyê û çeteyan li ber xwe dane paşde gavan navêjin.

Dewleta Tirk a ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bibe bi Rêber Apo re hevdîtinan dike, divê dest ji kiryarên xwe yên li derveyî sînorên xwe berde. Li aliyekî ku dibêje em dixwazin aştiyê çêbikin û yekîtiya xwe ya Kurd û Tirk li Tirkiyeyê pêş bixin, li aliyê din jî li hember Kurdên li Rojava tehdît gef û êrîş wê ti qezencekê bi xwe re neyîne. Berevajî wê bi xwe re pirsgirêk û xitimandinên nû bîne.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran jin û zarok di bin xeteriyê de ne. Pêwîst e her kes zanibe, di serî de jin û zarok, niştecihên li wan taxan qet bê xwedî nînin. Weke gaziyên jin em piştgiriya xwe ya bi xelkên me yên berxwedêr ên her du taxan re diyar dikin.

Em dayika bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya di van êrîşên hovane yên çeteyên HTŞ’ê de şehîd bûye bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.

Weke gaziyên jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em wan êrîşên hovane û tundrew şermezar û rûreş dikin. Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne. Çawa bi salane li hember her cure êrîşan me berxwedaneke mînakên wê li cîhanê kêm in pêş xist, îro û sibe jî em ê bi heman îrade û biryardariyê ji bo parastina gelên xwe, jinan û rûmeta mirovatiyê erka xwe pêk bînin. Dîrok û mirovatî şahid e bê şehîdên me weke şervanên Apoyî çawa destanên qehremaniyê nivîsandine. Em ê jî bi hêza em ji Rêber Apo û şehîdan digirin, mîrasa şehîdan a qehremantiyê û fedaîtiyê berdewam bikin. Bila di vê mijarê de gelên me dilrehet bin.

Bi rêbazên çetewarî, hovîtî û komployan ti kes nikare vîna gelan û jinan bişikîne. Ji bo wê careke din em dibêjin divê hikûmeta Demkî demldest wan çeteyên xwe rawestîne, dorpêça li hember taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiye rake.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.