Mihemed Seydi
Em nêzî serê salê dibin û çav hemû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê ne. Di nava pêvajoyeke bi rîsk a ji aliyekî gefên dewleta Tirk, li hundur DAIŞ û barê girtîgehên çeteyan û Kampa Holê ku bi hezaran malbatên van DAIŞ’iyan tê de ne û derfetên kêm. Herwiha êrişên komên çekdar ên ser bi desthilatdara veguhêz a li Şamê ji Dêrazorê û derdora Çemê Fratê jî mirov nikare ji vê rewşê dûr bigre.
Li aliyê din, peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de mijareke sereke û Rojeva bingehîn a Sûriyê ye. Hemû alî qala pêkanîna peymanê dikin û her carê QSD’ê bi nepêkanîna xalên wê tewanbar dikin. JI ber di peymanê de tê gotin ku diviya bû heta serê vê salê xalên wê bi cih bên, çav li rê ne ka çi guheriye û çi pêk hatiye û çima heta niha li hev kirin negihîştiye encamê?
Di xalên peymanê de bi zelalî qale mafê gelê Kurd û pêkhateyan tê kir, lê di reşnivîsa destûrê ya desthilata demkî de navê Kurdan jî derbas nabe. Banga pirrengiyê di nava rêvebirina Welat de tê kirin, lê ji bilî HTŞ’ê û tunderewan di hikumeta veguhêz de tune. Qala agirbestê li tevahî herêmê hatibû kirin, lê him ji Dêrazorê û him jî li rojhilatê Helebê him rê li xelkên bakurê Sûriyê tên girtin û him jî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dem bi dem tên dorpêçkirin û xelkê wê rastî destdirêjiyê tê. Tevî van hemû binpêkirinan jî QSD’ê eşkere dike ku ew pabendî peymanê ne û yên xwe ji pêkanînê dûr digrin yên li Şamê ne.
Li gorî hin agahiyan, tê gotin ku bi rastî jî QSD’ê û serokê hikumeta veguhêz Ehmed El-Şerie bi navê xwe yê din Ebû Muhemed El-Colanî, di nava xwe de di hin mijaran de gihiştine encamê ku ew jî beşdariya QSD’ê bi sê firqeyan a di nava Artêşa Nû ya Sûriyê de. Ev mijar, yek ji mijarên girîng ên daûstandinê ye, lê gelek xalên hîn girîng hene ku divê pêk werin hene. Ew jî mijarên Îdarî û sazîbûnê ne. Her wiha Ewlehiya Hundurîn jî xala herî girînge ji bo herêmê da li hember hemû cure êrişan biparêzê.
Em qala lihevkirinê dikin lê aliyê Şamê daxwazê dike ku hêzên wan serbest derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û sazî û dezgehên xwe jî li ser navê xwe derbas bikin. Lê gelo di van şertûmercên heyî de çawa were qebûlkirin? Her kesî dît ku di 13’ê Kanûna 2025’an de 3 Amerîkî li Çolistana Sûriyê di êrişeke DAIŞ’ê de hatin kuştin ku ew kesê li ser navê DAIŞ’ê êriş kiribû, endamekî hêzên hikumeta Şamê bû ku navê Ewlehiya Giştî li xwe dikin. Ya mirov ji vê jî fêm dike ew e ku dixwazin di bin navê Ewlehiya giştî an jî navên din de rê ji xwe re vebikin da fermî li bakur û rojhilatê Sûriyê tevbigerin. Ji ber bi çalakiyan QSD’ê tevgera DAIŞ’ê hemû sînordar kiriye, wer xuyaye dixwazin bi vî rengî wekî Kurmê darê xwe berdin nava herêmê û ji hundur de xerab bikin. Lê her çiqasî QSD’ê di hin mijarên danûstandinê de nerm nêzêk dibe, ewqasî jî li aliyê din hişyare û dizane niyeta aliyan ji danûstandinê ne li hevkirine lê berovajî wê têkbirine. Lewma aliyên Navdewletî jî ku niha dixwazin baweriyê bidin Şamê û wê fermî nas bikin, di rastiyê de xwe nêzî DAIŞ’ê dikine û wekî li Palmîrayê êrişî hêzên Amerîkî hat kirin, ew ê hîne êriş zêdetir bibin.
Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku QSD’ê ew hêze ku niha ew pîme ku rê li ber teqandina bombeya DAIŞ’ê girtiye û ger hîn zêde neyê destekkirin, ne dûre wekî 2014’an û 2015’an biteqe û li her derê belav bibe.






