Remezan Olçen
Huner di şertên zextê, şer û koçberiyê de ne tenê qadeke estetîk e, lê cihê berpirsyariyê, bîranînê û berxwedanê ye. Di vê çarçoveyê de huner wek amûreke vegotinê tê pênasekirin; amûreke ku çîrokên nedîtî, tepisandî û bêdengkirî nîşan dide. Huner bi vê wateyê ne şertê xweşwêneyî û xweşbêjiyê ye, lê şertê dewamkirina hebûnê ye.
Berxwedan di pratîka hunerî de li vir bi awayekî fireh û kûr tê têgihiştin. Ew ne tenê rabûna li dijî şertan e û ne jî bi tenê rexnekirin e. Berxwedan israra li ser nîşandana ya ku nayê dîtin e; jinûve geşkirina çîrokên xwemalî yên civakê ne. Di vê nêzîkatiyê de huner ne “nerazîbûnek” e, lê şêweyekî dewamkirinê ye, peyamek ku dibêje hebûn hîn didome û çîrok hîn ne qediyaye.
Sembol di hunerê de rolêkî bingehîn dilîze. Sembol wek zimanekî veşartî tê bikaranîn, zimanek ku dema gotin bi rîsk be yan jî kêm bihêle, bi hêz derdikeve holê. Çivîkek, bedeneke birîndar, kulîlkek, darek, valahî an jî gerîlayeke jin hemû van nîşan û işaretan bi jiyan û çîrokê re têne girêdan. Sembol li vir parolaya jiyana di bin zextê de ye; ew bang dike ku ya ku nayê dîtin nîşan bide û bide xuyakirin û ya ku hatiye ji bîr kirin, jinûve bi bîr bîne. Vegotin û vegêrana gelê Kurd, zimanê bedenî yê kevneşop û şopên tejik û berikan di nav van sembolan de bi awayekî nûwaze têne xurtkirin, ne wek nostaljî, lê wek nîşandana dewama hebûnê.
Huner di navbera welat û dîasporayê de wek pirek tê afirandin. Li aliyekî wê gund, bajar, mal, hêlîn û çiya hene; li aliyekî din sirgûn, koçberî û hestê biyanîtiyê. Ev herdu cîhan di hunerê de wek hişên birîndar û berxwedêr têne hevgirtin. Huner li vir rêyekî derbasbûnê ye, xeteke ragihandinê ye û şertên civakî “di navberê de” bihêz dike. Ev rewş hunerê bi hişê kolektîf girêdide û afirandina hişê wek meseleya bingehîn datîne navenda jiyanê.
Di bin vê têgihiştinê de hunera kolektîf jî wateyekî girîng distîne. Kolektîfî ne tenê karkirina bi hev re ye, lê fikirandina bi hev re, parvekirina êş û berpirsyariyê ye. Di şertên zextê û sirgûnê de hunera kolektîf li dijî tenêtiyê tevneke piştevaniyê ye. Di vê tevnê de axaftin, nîqaş, parvekirin û bîranîn hene; ev hemû jî şertên xurtkirina hevdu ne.
Ziman di hunerê de ne tenê amûreke vegotin û vegêranê ye, lê nasname ye. Gotin, taybet bi zimanê dayikê, carna dikare hest û wateyên ku wêne bi tenê nikare bigihîne, bi xwe re bîne. Gotin û wêne hev temam dikin. Ziman li vir hem stargehek e hem jî amûreke berxwedanê ye; bêyî ziman huner bi têrkerî nikare di qada civakî de tesîrê bike.
Di encamê de huner wek karekî hiş û dilî tê pênasekirin. Huner çîrokên windabûyî, qedexebûyî û nedîtî wek şopên ku divê bên parastin û zindîkirin, hildide. Carna bibe kêlek, carna lênûskeke bîranînê, carna lorînek û carna jî aleke berxwedanê. Bi vî awayî huner ne tenê çalakiyek afirîner e, lê qadeke exlaqî, maleke bîranînê û stratejiyeke hêviyê ye—hêviyek ku bi bîranîna bi hev re û hilberîna kolektîf dikare çîrokên me ji tinebûnê rizgar bike.






