Hafiz Ahmet Turhalli
Me salekî din li pey xwe hişt. Divê em hemû carekî li paş xwe mêze bikin û bihizirin, ka me çikir? Salekî çawa derbas bû? Qezencên me yên manewî û yên maddî çi ne? Me ji bo xwe, malbata xwe, gelê xwe, welatê xwe, ola xwe, fikr û ramanên xwe û mirovahiyê çi kir?
Bêguman dem me derbas dike û diherike, lê ji ber mirov jî dimire divê tiştên baş û qenc pêk bîne.
Ger mirov xwe berçav de derbas bike dê bibîne li vê jiyanê giraniya wê çiqase.
Weke milletekî ku di serdema 21’an de hê pirsgirêka xwe ya nasnamê sererast nekiribe divê dema pêş bi bazdanê tije bike.
Milletê me bi salan e ji bo mafên xwe yê netewî berxwe dide û tekoşînekî bê hempa dimeşîne. Şoreşa çekdarî ev çil sal e berdewame û sala çûnê bi stratejiyekî nû çek hatin seknandin.
Neha em weke Neteweya Kurd ketin merheleyekî nû de. Sed sal e Kurd ji hêla sîstema bireveberên cîhanê ve hatine dorpêçkirin da ku siyasetê û dîplomasiyê nekin.
Bi dijberiya hemû desthelatên cîhanê ve Kurd tunne hatin hesibandin û Kurd hatin înkarkirin. Kurdan bi tekoşîna çekdarî hebûna xwe bi cîhanê dan pejirandin.
Bizava Kurdî ya pêncî sal e didome vê sala çûyî stratejiya xwe guherand. Divê li gor vê stratejiye jî kar were meşandin.
Sala çu weke millete Kurd ciwanên me nehatin qetilkirin û eva destkeftiyekê mezin e.
Rêya siyasetê hate vekirin, Kurd nêzikî hevdû bûn. Li derve û hundirê welat guftugo zede bûne û Kurd ji bo yekitiya xwe pêş bixin gavên berbiçav avêtin.
Rojavayê welatê me ji bo destkeftên xwe mayinde bike, berbi pêşve diçe.
Perwerdeya xwe pêşdixe û dike navnetewî. Werzişa Kurdan pêş dikeve, weke kesayet û weke tîm jî berbi pêşve diçe. Denîz Undav û Egît Kabayil weke Werzişvanên Kurd tîma Amed, Wan û Elîhê berbi pêşve diçe, Tîma Zaxo di Federasyona Gokê de bû Tîma herî bi alîgirên baş.
Neyarên Kurdan jî ji bo Kurdan bixapînin û wan têk bibin bi liv û tevger bûn, lê li beramber millete Kurd biser neketin.
Di sala nû de divê Kurd destkeftên xwe mayinde bikin û pêştir bibin.
Vê salê divê em weke kesayetên Kurd, di hemû hêlên jiyanê de xwe nû bikin. Derfetên me ji berê zêdetirin. Divê ji aboriyê bigre heya siyasetî, ji zanist bigre heya hemû hêlên perwerdê, Ji werzişê bigre heya dîplomasiyê sazîbûnek were pêkanîn. Divê di sala nû de Kurd, weke kesayet, malbat û netew xwedan hemle û pêşkeftinên cîddî bin.
Dem gellekî girînge divê weke milletê Kurd dem pir tije were derbaskirin.
Fexreddînê Razî dibêje sermaya mirovî emre wî ye.
Suretekî heye di Qur’ana pîrozde Xweda li ser demê sund dixwîne. Navê sureyê Sureya “Esr” ê ye.
Zanyarekî dibêje min ev sure fêhm nedikir: ez çûm Bazarê min dî yek Berf firoşekî bang dike û diqêre: hawar ez gunehim, sermaya min cemede, berfe zubikin bigrin, waye tav derdikeve ewê samana min bi hele, ji bo Xwedê alîkariya min bikin.
Divê em zanibin weke mirov temenê me sermaye û samana me ye, li beramber demê em nikarin xwe bigrin, her sal ji temenê me diçe. Divê em temenê xwe bi tiştên baş tije bikin da ku em karibin xwe mayinde bikin.
Sala nû ji mere xebata ser başî û qenciyan bîne.
Sersala we pîroz be.






