Hêvî Keleş/ Qamişlo
Taxa Kornîş li Qamişlo yek ji taxên bajêr a herî berbiçav û sereke yê. Ev tax di sala 1970’î de hate avakirin û niha bûya navendek girîng ji çalakiyên bazirganî û civakî re, herwiha ev tax şahideke zindî ya pirrengî û dewlemendiya civakî ya Qamişloyê ye.
Taxa Kornîş di 1970’î de hate avakirin, hêdî hêdî ji taxeke bêdeng a derdorê veguherî yek ji navendên herî girîng ên çalakiyên aborî û civakî li bajarê Qamişlo. Îro, ev tax bi dikan, ofîsên taybet û xwaringehan, bala niştecih û mêvanan jî dikişîne. Tax li Bakurê xwe bi taxa Siyahî ve sînordare, li Rojava bi riya Hesekê, li Başûr û li Rojhilat jî bi rêya Hîzam û çerxerya AL-Selam ve sînorkirî ye. Di dema heyî de dii vê taxê de 25 hezar mal hen.
Taxa Kornîş bi pirrengiya pêkhateyên xwe navdar e
Taxa Kornîş wekî navendeke bazirganiyê ye ku firoşgehên cil û pêlavan, xwaringeh û ofîsên cûr bi cûr li ser kolana wê ya sereke hene. Ev tax cihekî civakî ye ku niştecihên Qamişlo bi pêkhateyên cûda lê dicivin wekî; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen. Ev pirrengî karakterê cihêreng ê bajêr nîşan dide. Di heman demê de xelkê wê bi welatparêziya xwe navdar in û ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelek şehîd ji vê taxê hene .
Jiyana Rojane
Taxa Kornîş taxek zindî dimîne. Kolanên wê yên qerebalix û kafeyên wê yên modayî wê dikin xalek hevdîtinê ya ji bo xelkên bajêr.
Taxa Kornîş li Qamişlo, ew damareke aborî û civakî ya girîng e. Di nav geşbûna bazirganî û pirsgirêkên xizmetguzariyê de, ev tax yek ji taybetmendiyên bajarî yên herî berbiçav ên Qamişlo û neynikeke rastiya wê ya rojane ye.
Taxa Kornîş hîn jî şahidiyek zindî ya pirrengî û dewlemendiya civakî ya Qamişlo ye ku reseniya bajêr, dîrok û zehmetiyên hemdem nîşan dide. Her çiqas niştecihên wê hewl bidin ku nasnameya wê biparêzin û xizmetên xwe pêş bixin, ev tax beşek girîng a bîr û pêşeroja bajêr dimîne.






