Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçberên Efrînê: Ji ber nebûna dibistanê zarokên me bê xwendin mane

21/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Koçberên Efrînê: Ji ber nebûna dibistanê zarokên me bê xwendin mane
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Koçberên Efrînê ku li Focê Terteb yê nêzî bajarê Qamişlo bi cih bûne diyar kirin ku 53 zarokên wan ku ji refa 1-6’an ji ber nebûna dibistanê bê xwendin mane. Herwiha Koçberan bang li desteya perwerdeyê kir ku ji bo zarokên wan dibistanekê li wir ava bike.

Di serdema Rêjîma Baas de li Sûriyê zimanê Kurdî qedexe bû, Kurd ji zimanê xwe yê dayîkê mehrûm mabûn. Neçar dibûn ku di dibistanên Erebî de bi zimanê Erebî bixwînin. Rêjîma Baas ku li ser hişmendiya yek ziman û yek netew rabûye ji derveyî zimanê xwe tu ziman qebûl nedikir. Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmahê ango şoreşa Rojava, bi ked, berxwedan û israra gelê Kurd hebûna zimanê Kurdî dîsa vejîn bû.

Di 2018’an de bajarê Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çateyên pê ve girêdayî hat dagirkirin, di wê demê de ne tenê koçberî, zehmetî, kuştin û revandin çêbû, lê belê xewna zarokan jî di nîvî de ma û winda bû. Zarok neçar man ku ji xwendina xwe dûrbikevin. Lê piştî koçberkirina gelê Efrînê li herêma Şehbayê, dîsa gelê Efrînê xwendina zarokên xwe bi zimanê Kurdî berdewm kir, rixmî ku li Şehbayê dibistanên Rêjîmê hebûn, lê gelê Efrînê zimanê xwe dane pêş.

Lê mixabin çareke din di 2 Kanûna 2024’an de gelê Efrînê ji ber êrîşên komên çeteyan neçar man ku koçber bibin û berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev xwendekar careke din mecbûr man ku ji xwendina xwe dûrbikevin. Ev yek bandoreke mezin li xwendekarên Efrînê kir du caran xewn û xeyalên van zarokan hat têkbirin. Lê niha jî dîsa xwendina xwe li dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Lê belê li kêleka wê jî hin xwendekar ji ber kêm alîkariyê bê xwendin mane û pêşeroja wan winda bûye. Di foca rêjîmê ya berê ku girêdayî gundê Terteb yê nêzî bajarê Qamişlo li komîna Şehîd Cûdî Efrîn 53’ê xwendekarên ji refa 1-6  bê xwendin mane, ev saleke berdevkên komînê û malbet banga alîkariyê dikin, lê bê bersiv mane.

Di vê çarçoveyê de berdevka komîna Şehîd Cûdî Efrîn û melbetên zarokan ji Rojnameya me re axivîn.

‘53’ê zarok bê xwendin mane’

Berdevka Komîna şehîd Cûdî Efrîn Helîme Yûsêf diyar kir ku ev saleke ew daxwaze vekirina dibistanê dikin û wiha got: “Li vê komîne 53’ê zarokên ji refa 1-6 bê xwendin mane û ev demeke em daxwaza vekirina dibistanekê dikin, lê tu bersiv ji me re nehatiye. Îro şerê me ji bo zimane, lê zarokên me bê xwendina bi zimanê dayîkê mane. Herwiha ji refa 7-12 dibistan ji wan re jî tune ye, ew neçarin ku biçin dibistanên dûr, ew bi erebeyan diçin û pereyekî zêde li rê didin, hin malbet hene ji ber rewşa aborî ya zehmet tenê zarokekî xwe dişînin dibistanê û yên din bê xwendin dimînin.

Banga me ji bo Desteya Perwerdê ku ji van xwendekaran re dep, daniştekan û cihekî çêbikin û eger memoste tune bin , ew xwendekarê refa 12 dikarin waneyan bidin, tenê alîkar bin.”

‘Xwendina zarokên me dîsa nîvçûyî ma ye’

Dayîka bi navê Mizgîn Îbo destnîşan kir ku ji ber du caran koçberiyê zarok bê xwandin man û wiha domand: “Piştî em ji ŞehBayê koçber bûn me berê xwe da bajarê Qamişlo û em di foca Tertebê de bi cih bûn. Xwendina zarokên me dîsa nîvçûyî ma, niha jî 4 zarokên min hene yên di refê navîn û amadehî de diçin dibistanê, rojane em jê re tirmbêlê digirin  û di zarokên min yê din jî ji ber kêm derfetê ez nikarim wan bişînim û bi xwendin bidim. Em di dema rêjîme de bê xwendin man, niha jî em nexwazin ku zarokên me bê xwendin bimînin. Ji bo vê jî banga me ji tevahî kesê eleqedar re ku xwedî li pêşeroja van zarokan derbikevin û derfeta xwendinê ji wan re peyda bibe.”

‘Li foca Terteb derfeta xwendinê tune ye’

Koçberê bi navê Fîras Ebdulah da zanîn ku li Şehbayê di nava derfetên kêm de zarokên wan diçûn dibistanê û wiha pê de çû: “Piştî du caran ji koçberiyê zarokên me bê xwendin mane, li deverên din derfetên xwendinê hene, lê li foca Terteb derfeta xwendinê tune ye, eger derfeta anîna memosteyan tune bin, bi me re alîkar bin û servîsa ji zarokan re werin peydakirin ku biçin dibistanên din. Ev sê carin rêxistinên mirovî tên, lê bê encam bû. Heya niha hebûna me ji bo zimanê me ye, ji bo vê jî em dixwazin ku zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, banga me ji bo tevahî gel, rêveberî û rêxistinan re ku ji bo pêşeroja van zarokan bixebitin.”

‘Em dixwazin ku dibistan werin vekirin’

Zaroka bi navê Neîme Ebdulah diyar kir ku daxwaza wê xwandina bi zimanê Kurdî ye û wiha got: “Ez refa 4’emîn im, dixwazim ku dibistan were vekerin ji bo ku em xwendina xwe berdewam bikim û fêrî zimanê xwe yê Kurdî  bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.