Sînan Cûdî
Biryara Amerîkayê ya rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê serdemeke nû vedike. Her çend ev biryar wekî gaveke ber bi normalîzekirina ku navenda wê Şam e tê şîrovekirin jî, pirsa rastîn ji bo Rojava û Kurdan ev e ku di vê pêvajoyê de li ku bisekinin?
Her çend Washington pirsgirêka Sûriyeyê vediguhezîne qada têkiliyên navbera dewletan jî, Rojava, ku li ser erdê aramiyê diafirîne, bi eşkere wekî lîstikvanek sereke nayê destnîşankirin. Ev rewş ji bo gel û avahiyên siyasî yên Rojava wekî hişyariyekê ye. Serdema nû bi tena serê xwe derfetan naafirîne; heke neyê kontrolkirin, ew ji hêla yên din ve tê şekilkirin. Rakirina dorpêçan dibe ku di jiyana rojane de rihetiyek qismî biafirîne. Dibe ku alîkariya mirovî were hêsankirin, dibe ku bazirganî zêde bibe û dibe ku di sektorên enerjî û tenduristiyê de başbûnên bisînorkirî werin dîtin. Ev bandor li Rojava jî pêk bê. Lêbelê, ev destkeftî bêyî îradeya siyasî û helwestek civakî ya rêxistinkirî nikarin bibin mayînde. Hêmana ku heta niha Rojava li ser piyan hiştiye ne piştgiriya derve ye, lê rêxistina civakî ya li ser bingeha komunan e. Îro, hemana girîng, parastin û xurtkirina vê bingehê ye. Rîska rastîn ew e ku rakirina dorpêçan dê dewleta navendî xurt bike û ev xurtkirin, dê qada siyasî ji bo Kurdan teng bike. Her ku Şam ji hêla aborî û dîplomatîk ve baş dibe, daxwazên Kurdan dikarin werin paşxistin. Di vê nuqteyê de, berpirsiyariya bingehîn a siyasetmedar û saziyên li Rojava eşkere ye: bibin aktorek rasterast di pêvajoyê de, ne ku di pozîsyona çavdêriyê de ji dûr ve bimînin. Ev ne karekî ye ku bi têkiliyên dîplomatîk ve sînorkirî ye. Hêza rastîn ji îradeya rêxistinkirî ya gel tê. Sîstema neteweya demokratîk li vir çarçoveyek biryardar pêşkêş dike. Divê komun tenê wekî yekîneyên îdarî yên herêmî neyên dîtin. Ew, bingeh in ku îradeya siyasî lê çêdibe. Di vê pêvajoyê de, erkê gelê Rojava ew e ku komunan zindî bihêle, meclîsan bike hêzek çalak û pirsgirêkên rojane bi hişmendiya siyasî nîqaş bike. Ji bo siyasetmedarên Rojava, erk zelaltir e. Divê ew ji zimanekî navendî-ewlehiyê derkevin. Pêwîst e perspektîfeke bingehîn li ser pêşeroja Sûriyeyê were çêkirin ku mijarên wekî statuya destûrî, rêveberiyên herêmî û parvekirina çavkaniyan bi zelalî werin diyarkirin. Divê ev daxwaz ne bi şêwazekî ku ji jor ve hêvî dike, lê bi zimanekî ku li ser îradeya rêxistinkirî ya gel hatiye avakirin, werin parastin. Komûn, li vir pişta siyasetmedaran in. Gava ku siyaset ji komûnan veqete, ew bi danûstandinên derveyî ve girêdayî dibe. Di vê serdema nû de, hêza herî mezin a Rojava ne kapasîteya wê ya leşkerî ye, lê modela wê ya civakî ye. Serokatiya jinan, ezmûna jiyana pirzimanî û pirnasnameyî û sepandina pratîkî ya demokrasiya herêmî hîn jî wê ji mayî ya Sûriyeyê cuda dike. Ger ev model neyê parastin, dê ti zemînek ji bo parastina wê ji derve nemîne. Ji ber vê yekê, beşdariya çalak a gel di pêvajoyê de pir girîng e. Di encamê de, biryara Dewletên Yekbûyî ya Amerîka ya rakirina cezayan ji bo Rojava astengekî pêk tîne. Ger ev asteng bi pasîf were derbas kirin, windakirin dê zûtir bibe. Ger bi awayekî çalak were bicîhanîn, dê derfetên nû derkevin holê. Beşdarbûna gel bi rêya komunan, piştgirtina siyasetmedaran bi vê îradeyê di gotûbêjên xwe de û parastina domdar a perspektîfa neteweya demokratîk erkên bingehîn ên vê serdemê ne. Pêşeroja Rojava dê di komunan de were şekildan, ne li ser maseya danûstandinan. Heta ku ev rastî neyê jibîrkirin, her çend hevsengiyên derve biguherin jî jiyana ku ji hêla gel ve hatiye avakirin dê bidome.






