Asya Waşûkanî
Çend sedsale ku gelên Rojhilata Navîn ji destê hêzên, desthilatdarên navendî ên Cîhanê zor û zehmetîyan dikişinin hê jî ew zor û zehmetî berdewam dikin. Weke pergalên sitemkar û tundrew, rê û rêbazên xwe yên mijokdarî û bazirganî li ser gelan, bikar tînin û wan dibin bask û perên xwe de di çewisînin. Pergalên xwe yên dirinde wiha berdewam kirine û anîne di roja me ya îro de jî civakê di nav kiryarên xwe de fetisandine. Em hemû jî dizanîn ku ji beriya 300 salî de, yekitiya Ewropa çi aniye serê gelên Rojhilata Navîn û nexasim jî bi siyaseta Îngilîzan re gelan dinava tora xwe de û wan tengezar dike. Ew siyaseta wan a dagirkirina Rojhilata Navîn, ku her ji wan re xeyalê sedsala bû di sedsala 1900 an de dane pêkanîn û hîna jî pêktînin.
Ji sedsala 19 an pêve, tevahiya herêma Rojhilata Navîn bûye qada şer û xwe li hevdû rakişandina hêzên debdebe û hêzên herêmê jî weke hevkarên xwe, bikar anîne û ew xistine pêsîra hevdû. Weke ku têye zanîn li ser van xakên kevnar û ciyên mîrateyên şaristaniya Neolotîkê ku bi çanda dayikê; ya resen hatibûye hunandin meydanên şer vekirin û deryayên, ji xwînê herikandin. Ji hêlekê de mijokdariyê dikin û ji hêleke din de jî, ketine hewildana ku vîn, nasname û reseniya xelkên herêmê têkbibin û wan ji xwe re bikin ganîmet. Wan weke koleyan bikar bînin û li gorî xwe dîzayîn bikin. Ji xwe weke ku pir zelal têye diyar kirin, pêdiviyên hêzên sereke yên ku şerê Cîhanê yê siyemîn kordîne dikin; bi riyên bazirganiyê yên nû hewildidin ku li gorî, wê ji xwe re nexşereyê çêbikin û li gorî wê hêzên qabiliyeta şer bidin diyar kirin.
Rojhilata Navîn ji Berê de her ciyê hêzên, tundrew û cîhadîst bûye û hîna jî ew hêz li herêmê bibandorin, pir baş têne bikaranîn û gerek were zanîn ku ew hêzên tundrew, xwe li ser mîrateya hişmendîya kevnar a qatilên kastîk didin jiyan kirin. Em hemû jî dizanin ku hêzeke pir erzane ji bo, bikaranînê û mirov dikare bibêje Ku ger dewletên desthilatdar û emperyalist, wan hêzên tundrew ji salên 1900 î de bikar tînin û ew pir baş dizanin ku ger; wan hêzên çete ji bo sudmendiya xwe bikar, neynin tekez wê li berevajî li wan vegere û wê li hemberî wan derkevin û ji bo wan xeternak bin. Tekez wê dinava welatên wan de jî gelek kiryarên, susret û xeternak pêkbînin. Wekê nimûne jî mirov dikare hêzên DAÎŞ ê destnîşan bike.
Hêzên çete yên DAÎŞ ê li Îraq û Sûryê ji bo xwe bikar anîn û hîna; jî wan bikar tînin. Heta niha jî tu hêzê navendî xwe nadin, ber lêpirsîna wan zindaniyên DAÎŞ ê yên ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê têne girtîn. Em hemû jî dizanin ku gelên Ewrûpa qebûl nakin ku, ew çete derbasî xaka wan bibin. Siyaseta wan jî dide nîşandan ku bêka, çiqasî hesabên wan dinava hevdû de hene û çawa; hesas nêzî hevdû dibin. Siyaseta dewletên navendî a planên wan, zelal dibe û têye diyar kirin bêka çawa ji kevin de hêzên çete û tundrew bikar tanîn. Çawa Colanî û hevkarê wî rewa kirin, tekez wê tekez di qaîma wan de çend çeteyên din; jî hebin û dibe ku em ji sûprîzên wan matmayî jî bimînin. Hemû mirovahî şahidiyê dike ku Rêberekî, weke Rêber Apo û partiyeke weke PKK ê tevî guhertin û veguhertina stiratejîk û fesixkirinê, jî hîna di qaîma kes û tevgerên tundrew de têne ragirtin û weke hêzeke fermî û aşîtî xwaz, nabînin û ev jî sedema xwe pir zelal diyar dibe. Hêzên desthilatdar û emperyalist, dibingeh de Rêber Apo ji bo xwe xeternak dibînin û hewildidin ku pêştigiriya pêvajoya ku Rêber Apo daye destpê kirin bikin û hemû, dergehan ji şer û tundiyê re vekin. Ji ber vê yekê gerek em jî gelan pir baş bi rêxistin, bikin û bihêlin ku ew jî çalak bibin û li vîna; xwe xwedî derkevin. Tekez gerek dinava raya giştî de were fam kirin ku pêşeng û nunerê, vîna gelan û aşîtîya mayendî Rêber Apo ye. Gerek civaka Kurd û nexasim jî jina Kurd bi, jinan û civakan bidin zanîn ku kilîta çareseriya aşîtî û civaka demokratîk, Rêber Apo ye û ji derveyî wî tu çareserî wê xeyal meyalbe û wê bi mirovahiyê bide wenda kirin.






