Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mehmûd Qeremox: Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê gel û YPG-YPJ’ê bendava Tişrîn parastin

21/12/2025
in ROJEV
A A
Mehmûd Qeremox: Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê gel û YPG-YPJ’ê bendava Tişrîn parastin
Share on FacebookShare on Twitter

Tekoşîn Amara/Firat

Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox diyar kir ku saleke pir dijwar û dagirtî li ser berxwedaniya bendava Tişrînê re derbas bû, di vî berxwedanê de gelek berdelên giran hatin dayîn û got, ” Bi ruhê şoreşa 19 Tîrmehê şervanên YPG- YPJ û gelê berxwedêr bendava parastin.

Di 8’ê Kanûna 2024’an de bi hilweşandina rejîma Baas’ê re û hatina Hikûmeta veguhêz a Sûriyê re Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û Sûriye di qonaxeke pir dijwar re derbas bûn, di nav alozî û qeyranan de berxwedaniyeke bê hempa ji aliyê gel û şervanan ve hat meşandin. Bi taybet berxwedaniya ku li bendava Tişrînê hat meşandin serkeftinên pir mezin bi xwe re anîn.

Divî çarçoveyê de endamê Rêveberiya Meclîsa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox ji Rojnameya me re axivî.

‘Êrîşên li ser Bendava Tişrînê ji bo pêkanîna Xeyalên Osmaniya nû bûn’

Mehmûd Qeremox di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di kanûna 2024’an de bi hilweşandina rejîma Baas’ê re dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê li seranserê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, BI taybet li Heleb, Şehba, Minbic, Pira qaraqozaxê û Bendava Tişrînê êrîşên xwe zêde kirin. Nıha Sûriye ber bi merheleyeke nû ve diçe, di dema Rejîma Baas’ê de jî qetlîam û talan hebûn, bi hatina hikumeta Veguhêz re jî alozî û şer berdewamin. Hatina hûkumeta veguhêz li ser desthilatdariya Sûriyê, bi desteka hêzên hegomon pêk hat. Daxwaza wan ew bû ku bi komployekê herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin da ku xeyalên xwe yên Osmaniya nû pêk bînin. Di êrîşên Derhafir, Minbic, Qaraqozax û Tişrînê de jî pir aşkere derket holê bi destekdayîna hegemon -dewleta Tirk û hevalbendên wî pêk hat.”

‘Armanca êrîşan têkbirina projeya Netewa Demokratîk bû’

Mehmûd Qeremox wiha behsa êrîşên hovane yên dewleta Tirk û hevalbendên wî kir û got” Armanca êrîşên dewleta Tirk ne tenê parçeyek ji axa Kurdistanê dagir bike, armanc ew e ku projeya netewa demokratîk ya ku bi salên dirêjin bê ferq û cûdahî gelên heremê ku bi çand, ziman û olên xwe bi hev re jiyan dikin, têk bibe, di heman demê de hevgirtina gelan Kurd, Ereb, Sûyan û Asûrî li pêşiya wan astengin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê li Bendava Tişrînê û Pira qaraqozaxê  dixwastin xeyalên xwe yên osmanî pêk bînin, lê bi berxwedaniya ku hat meşandin xeyalên wan yên osmanî têk çû. Hedefa wan ya êrîşan ew bû ku pêştî Şehba û Minbic hatin dagirkirin, bendava Tişrîn û Pira qaraqozaxê jî dagir bikin, da ku Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û di heman demê de qada Rêveberiya Xweser dagir bikin û xeyalên xwe yên 15 salî yê Mîsaqî-Mîllî ku ji Helebê heta Mûsilê dagir bikin, pêk bîne.”

‘Berxwedanîya gel û şervanan plana dagirkeriyê têk bir’

Mehmûd Qeremox da zanîn ku di êrîşên hovane yên dewleta Tirk de gel û şervan mil bi mil parastina av, ax û enerjiya xwe kirin, li hemberê hemû êrîşên hovan e yên dewleta Tirk û hevalbendên wê, qehremaniyeke pir mezin hat meşandin û wiha anî ziman: “Şerê ku hat meşandin ne tenê şerê bendavekê bû şerê hebûn û tunebûnê bû. Dewleta Tirk bi teknîka xwe ya herê pêşketî ku pişta xwe pê rast kiribû, armanc dikir ku axa Bakûr- Rojhilatê Sûriyê dagir bike, bi berxwedaniya gel û şervanan xeyalên wî têk çû. Tevahiya cîhanê ji vî berxwedaniyê re şahidî kir. Gelek destanên ku bi gotinan têrê nake mirov bîne ziman, hatin nivîsandin ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê. Şervanan bi tîmên biçûk derbeyên mezin li dijmin xist. Heman demê de li pira Qaraqozaxê jî di şexsê Ezîz Ereb ku li hemberî hemû teknîkên dijmin canê xwe kir mertal da ku dijmin nekeve axa Qaraqozaxê de heta hênaseya xwe ya dawiyê şer kir.”

‘Di bin balafiran de gotin em ji mirinê mezintirin’

Mehmûd axaftina xwe wiha domand: “Gotina em ji mirinê mezintirin serkeftin bi xwe re anî, di bin balafirên şer de dayikan bi tiliyan û bi rakirina tiliyên serkeftinê carek din dan ispatkirin ku çi dibe bile bibe wê berxwedana bendavê bi ser bikeve. Gelê ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn ji Dêrikê heta Kobanê. Reqa, Tepqa ta Qamişlo berxwedaniyeke bê hempa dan meşandin û piştgiriya şervanên xwe QSD-YPJ’ê û YPG’ê kirin. Ji roja destpêkê heta Roja îro jî tekoşîneke tê meşandin. Rewşa ku li bendava Tişrînê qewimî ne pêvajoyeke ji rêzê bû, ruxmê ku dewleta Tirk hemû teknîka xwe li ser gel bi kar anî jî, herwiha gelek birîndarbûn û şahadet jî çêbûn, lê gel bi îradeyeke xort berê xwe da bendavê ji bo parastina av, ax û enerjiya herêmê. Bi gotina ku ” em livirin li cem QSD’ê û YPJ’ê ne”  bi sloganên “bê QSD’ê jiyan nabe” hêz û moraleke pir xort dida şervanan.”

‘23 pêşengên şoreşê bûn misogeriya serkeftina şerê gelê şoreşgerî’

Mehmûd da xuyakirin ku di sedsala 21’an de li bendavaTişrînê berxwedaniyeke bi rihê şerê gelê şoreşgerî ya bê hempa hat meşandin û wiha got: “Di bendava Tişrînê de rihê şerê gelê şoreşgerî yê şoreşa 19’ê Tîrmehê careke din zindî bû. Di bendavê de jî hat ispatkirin ku dijmin her çiqas di mesafeyeke biçûk de dixwast bi balafiran lê bide jî lê gel bersiva “Em livirin, em naçin “didan. Ji roja destpêkê heta roja dawiyê gelek pêşengên ku di şoreşa Rojava de xwedî nirx bûn wek Menice Haco, Bavê Teyar, Egîd Roj  û 23 pêşengên ku me navên wan neaniye ziman hemû jî bi hêrs û menewiyeteke pir mezin derbasî bendavê bûn. Ew gelê ku xwe li ser heqîqet, fikir û felseya Rêber Apo perwerde kiribûn.”

‘Rûxmê îmzekirina peymana 10’Adarê jî êrîş didomin’

Mehmûd Qeremox nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Sûriyê ku bi salên dirêj in di nav geşadan û bûyeran de hatiye hiştîn heta roja îro jî didome. Dewleta Tirk û çeteyên ku bi navê Emşat û Siltan piştê ku derbeyên mezin xwerin xwe paş de kişandin. Peymana 10 Adarê ku di navbera Rêveberiya Demkî ya Sûriyê û QSD’ê de hat çêkirin jî, ji aliyê me de agirbest hat pêkanîn. Lê heta niha jî gef û êrîş didomin, ev jî dide diyarkirin ku aqleke hevbeş di navbera wan de tuneye, lê sîstemeke parçe heye. Kesên ku di nav hikumeta veguhêz de cih digrin piraniya xwe çekdarên tundirew ku ji derve hatine û li gorê telîmatên hikumeta veguhêz yên ku ji dewleta Tirk digrin, tevdigerin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.