Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ragihandina Azad ji bo ragihandinên dijber dîwareke ku nikarin wê derbas bikin’

21/12/2025
in ROJEV
A A
‘Ragihandina Azad ji bo ragihandinên dijber dîwareke ku nikarin wê derbas bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Idrîs Henan diyar kir ku di pêvajoya aloziya Sûriyê ya giştî ya serdemên her du desthilatdariyan de, yapiya Ragihandina Azad ji bo wan dîwarek bû ku nekarîn wê derbas bikin, lewra ev yapî niha tê armancgirtin û şerekî taybet ê ragihandinê tê meşandin û got, “Ragihandina Azad îradeya civaka azad diparêze.”

Derbarê şerê taybet ê ku di rêya ragihandinên dijber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Idrîs Henan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Sûriyê di qonaxeke dirêj a ji înkar û qirkirinê re derbas bû, herwiha di 8’ê Kanûna 2024’an de Sûrî derbasî qonaxeke nû bû, rewş bi çi rengî di nava van qonaxan re derbas bû û dibe?

Piştî hilweşîna rejîma Baas li Sûriyê û qonaxa ku dehên salan dirêj kir ji înkar, operasyonên qirkirina nasnameya netewî ya giştî pêkhateyên Sûriyê, bi taybet nasnameya Kurd a netewî, hêvî hebû ew atmosfêra nû yan jî desthilatdariya nû ya ku bi serperştiya HTŞ’ê hatiye ser dika desthilatdariya Sûriyê, ew şert û mercên Baas afirandibû ku wan rewa bike, bihata guhertin û rê li ber azadiyeke wisa ku tu bi azadî nasnameya xwe vebêje, hatiba vekirin. Lê mixabin ew hêvî bi rojên destpêkê re li ber ba çûn. Ji ber desthilatdariya ku niha bicih kiriye, hewl da bi rêbazên Baasê lê bi cilên nû heman şêwaza wê bi awayekî hîn kirêtir berdewam bike. Lê peralelî wê yekê ji ber amatoriya desthilatdariyê, ew desthilatdariya hewl daye xwe bi rê û rêbazên medya djîtal rewa bike. Ji ber vê jî berê xwe daye heman rêbazê ku rewabûna xwe di tunekirina nasname û mezhebên dîtir de, dibîne. Lewra bi heman rêbaz û çekê êrişî nasnameyên pêkhate û mezhebên dîtir ên Sûriyê dike. Ev yek jî encax bi rêya xîtabekî dijadî, tijî kîn û nefretê ku gelan bîne berbamberî hev, sorkirin û tunehesbandinê bike, bikare pêk bîne. Ji bo wê bi awayekî pir bi rêk û pêk û birêxistinkirî, ev yek da meşandin û hewl da rewabûna xwe li ser vî bingehî bide avakirin.

Di ecamê de me dît li Beravê komkujî li dijî pêkhateya Elewî çêkirin û hewl dan wan komkujiyan di bin xîtabekî wisa de rewa bikin ku qetilkirin helalkirine. Lê bêhelwestî û bêdengiya civaka navdewletî û navnetewî ya li hemberî wan komkujiyan, rê û wêrekî da wan ku heman tecrûbê piştî çend mehan li Başûrê Sûriyê li dijî pêkhateya Durzî dûbare bikin. Lê li wir îradeyekî navdewletî hebû ku êdî destûrekî wisa nedinê, ji ber wê jî ew yek li wir têk çû, lê di encamê de komkujî hatin kirin. Dîsa jî hewl dan bi rêya heman xîtabê rewabûnê bidin, çiqas helwesta navnetewî tund an ne tund bû, lê hemû komkujî di bin wê sîwanê de hatin kirin.

Ragihandinên dijber ên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, xîtabekî kîn û nefretê didin meşandin, ew xîtab di kîjan astê de ye?

Li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin bi heman xîtaba kîn û nefretê, lê bi astekî hîn tundtir û hovtir ji bo tunekirina statuya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di şexsê Rêveberiya Xwesereya Demokratîk de ku ewqas e sal hatiye rûniştandin, bidin meşandin. Ji bo wê yekê jî piştgiriya odeyên şerê taybet ên dagirkeriya Tirk û elmandinê wê jî hebû, ji elmandinê bêtir reşkirineke hebû. Mixabin hinek platformên ragihandinê yên bibandor ji bo vê yekê derfet dane vekirin. Di heman demê tevî ku di pêvajoya danûstandinan de, piştî peymana 10’ê Adarê ya ku bi Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî re hatiye îmzekirin. Tepkî, kiriyar û pratîka li ser erdê ya ragihandina fermî ya vê desthilatdariyê, eger tu bişopîne, tu dibîne tam berovajî soz û gotin ku bi rêveberiyê re tên kirin û dayîn e. Her tiştê ku vê rêveberiyê reş bike, tê meşandin.

Di bingehê xwe de ev xîtab dixwaze zemînekî komkujiyê, yan eger hat û êrişek çêbû, li gorî şert û mercên navnetewî yan herêmî ji bo wan guncaw bibin û karibin derfetê jî bibînin, wan komkujiyên xwe pêşwext de karasekî rewabûnê lê bikin. Hikumeta niha di destpêkê de berî komkujiyên Beravê û Başûrê Sûriyê ku hîna Beşar Eseed li Şamê bû, hewl dan li Şehbayê li dijî koçberên me yên Efrînê û neştecihên Şehbayê bi xwe jî komkujiyan pêk bînin. Lê mudaxeleya Rêveberiya Xweser, hêzên QSD’ê şert û mercên navnetewî ew rê neda, ji ber vê jî bi zorê koçberiyeke dîtir li wê herêmê çêbû.

Çima bi taybetî li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî ragihandinê heye, sedemên wê çi ne û Ragihandina Azad çawa li hemberî vê yekê disekin e?

Ji ber li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk ku çareseriyê bi xwe re ji bo kirîza Sûriyê pêşkê dike heye. Herwiha ev çareserî kirîza Sûriyê jî derbas dike û ji bo herêma Rojhilata Navîn weke projeyeke demokratîk hatiye pratîzekirin. Di heman demê de ne tenê di asta tewrî de maye, lê di asta pratîkê de li ser erdê îro xwedî saziye ku bi sazî û dezgehan hatiye bigewdekirin. Hem jî ev proje, pralelî projeya navendîbûna hişk a ku dixwazin Sûriyê li ser şopên Baasê, lê hîn hişktir bidin avakirin e.  Li bermaberî projeya navendîbûna hişk, projeya demokratîk tekane dergeha nefesê ji bo gelên Sûriyê yên aştîxwaz û demokrasîxwaz e. Lewra ew ji bo xwe vê proja Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xeteriyekî dibînin ku di pratîzekirina proja demokratîk de, tunebûna xwe dibînin. Ji ber sîstema wan li ser bingehê navendiya hişk, pir dogma û li dora yek mezheb, netew û yek hizirê kom bûne û li ser bingehê wîlateyê hatine çêkirin. Lewra li dijî projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî pir rêk û pêk asta xîtaba nefret û sorkirinê zêde bûye ku dixwazin ji bo wê zemînekî civakî yên netewperest û tundrew bidin avakirin, da ku karibin vê projeyê têk bibin.

Ev tablo diyare, beramberî wê ked û ezmûnekî bi salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê ya Ragihandina Azad a Demokratîk heye û di berdêla wê de 31 rojnamevanan canê xwe li ser hîmê demokrasî, azadî û xwe gihandina heqîqetê feda kirine.  Ev pêvajoya ku ji çekan wêdetir ragihandin pêşengtiyê wê dikê, êdî yapiyeke Ragihandina Azad beramberî wê xîtabê, xwe daye der.  Niha li Siwêdayê ne ji Ragihandina Azad baya, dinyayê pê ne dizanî komkujî li wir hatiye kirin, her tişt hatibû tebsandin û kesekî mudaxeleyî wir nedikir, wê ev jî rê li ber komkujiyên hîn mezin vekiriba. Heman tişt li Berava Sûriyê, tekane alava ragihandinê derbasî wir bû, Ronahî TV bû yek ji stûnên yapiya ragihandina azad bû.

Di pêvajoya aloziya Sûriyê ya giştî de di serdemên her du desthilatdariyan de, yapiya Ragihandina Azad ji bo wan dîwarek bû ku nekarî derbas bikin, her diçû kiryar, dijatî, hîm û navendiya wan, dihatin eşkerekirin û hîn jî tê eşkerkirin. Ji bo wê niha ev yapî hatiye armancgirtin, ji ber ew dizanin yapiya destpêkê ya parastina projeya demokratîk, Ragihanda Azad e. Ev yek li herêmê jî belav bûye, niha li Bakurê Kurdistanê pêvajo heye, dîsa Ragihandina Azad pêşengtiya wê dike. Lewra dixwazin vê yapiyê xerab û derbas bikin. Di heman demê de di şexsê Ragihandina Azad de ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwazin aştiya Rojhilata Navîn têk bibin û li gorî zihniyet û sîstemên navendî yên hişk bidin avakirin.

Rola Ragihandin Azad ji bo pêşîgirtina li ragihandinên dijber ên ku aramcên wan berovajîkirina heqîqetê ye, çi ye?

Her endamekî ragihandina Azad xwedî wê misyonê ye ku weke şervanekî di çeperên destpêkê yên bervaniyê de, bi rol û mîsyonekî hîn zêdetir ji bo parastina vê statuya heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bilîz e. Ji ber endamên Ragihandina Azad xwedî mîsyonekî dîrokî, netewî û welat perweriyê ne. Ji ber vê jî niha ya herî girîng ew e ku endamên vê yapiyê bi girîngiya rola xwe bihisin. Encex ev yek bi xwedî derketina li mîsyonan, erkan, parastina nirxan, parastina xeta şehîdên Ragihandina Azad, meşa li ser şopa wan û bi hevkarî û pevgihandinê bi awayekî komînal bi hev re, weke eniyekî bervaniyê li hemberî van êrişan, bidin avakirin. Ragihandina Azad îradeya civaka azad e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.