İsyan Karadeniz
Rêber APO nasnameya jinê wiha pênase dike; Nasnameya jinê tene wek nasnameyekê cins girtina dest têrker nine û heqiqetê ifade nake. Ji ber ku nasnameya mirov bi civakbunê têşe digre. Li vir dû pirsên esasî derdikevê pêşi ya me. A yekemîn; nasname çi ye, ya din jî hebûn çi ye?
Di gerdunê de gellek zindî û hebûn hene. Lê di nava van hemû zindiyan de yê ku ji xwe re nasnameyan avadike, wê nasnameyê xwe di nava civakê de bi şewazên cûda cûda avadike mirov e. Ji ber vê civakbuyin ji bo me xwezayekî duyemin ava dike. Di keleka hebûna biyolojîk; hebunekê fîkrandinê, çand û her wekê din nasname tên avakirin. Hebûn heman hebune lê di derbarê vî hebunê de aliyên mitolojîk, olî, felsefî û bîrdozi nasname tê barkirin.
Minaka vî ya heri berbiçav ji nasnameya jinê ye.
Rêber Apo vê ya wek 4 tebeqa/Qatman bi nav kir. Wate ya vê jî ev e ku wek qalikekî her carê dema ku tû yekî radikî yeki din derdikevê pêşiya te. Tiştê ku dema li derva tû lê dinerê û hundirê vî de tiştên cuda derdikevê pêşiya te. Dema ku Rêber Apo vêya wek 4 qatman pênase kir; a yekemîn xwedawend, ya duyemîn çanda qesrê û jina malê, ya sêyemîn çanda satî û ya çaremîn jî wek nasnameya jina azad bi nav kir. Li vir hebuna jin heman hebun e lê nasnameya ku hatiye bar kirin diguherê. Minak nasnameya xwedawendîtî û çanda satî gellek ji hev cûda ye. Niha jî nasname û hebuna jinê gellek ji hev dur ketiye. Ji ber vê yekî pêdivî bi lêkolinekî arkeolojiya jin heye.
Rêber Apo name yê ku ji Jineolojî re şandiyê de jî bal kişand ser vê mijarê û got; ‘‘nasname û hebûna jin a di nava civakê de gelek ji hev dûr ketiye û gerek were nêzi hev kirin.’’
Nasnameya mirov nasnameyekê civakî ye. Gellek zindiyên di xwezayê de bi komî tevdigerin hene lê ev nayê wateya civakbunê. Komî tevgerina meşhingivan, pêzkoviyan û her wekî din ne wek civakbuna mirovan e. Cudabuyina mirov avakirina nirxên civakî yên exlaqî û politik de ye. Civaka yekem li derdora jin dayikê wekê şeweya klan xwe saz kiriye. Zarokên mirovan hetta 7-8 saliyê xwe pêwistiya xwe ya alikariye dibinî û her wiha mirov bi tenê xwe nikarî bijî, pêdiviya mirovan bi hevrebuyinê yanî civakbuyinê heye. Civaka yekem a bi navê klan de nasname û hebuna jinê di warê avakirin, rêxistin kirin û rêvebirina civakê de şekil digre. Ji ber vê zarokên ku çêdibin dayikê xwe nas dike, her wiha xwişk û birayên dayikê nas dike. Aliyê din de jî komên bi navê neçiriyê hene, lê şewaza klan behtir berfirehe û serkeftiye. Di dîrokê de bi vê awayî bi 2 şewazên ku mirovahî xwe li ser avakiriye hene. Bi hevsengiya fikrandina hestiyar û analitik, her wiha pêşketina ziman ve klan hin bêhtir pêşketin avadike.
Di vê pêvajoyê de mirov xwe û xwezayê wek hev dibîne û fikrandina mimetik ku tê wateya teqlit kirina xwezayê li ser mirov bi tesir e. Di gellek aliyan de jin û xweza deşibin hev û ev jî rolekî pîroz dide jin ê.






