Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk Emê Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn’

20/12/2025
in NÛÇE
A A
‘Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk Emê Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi durişmeya ‘Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk Emê Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn’, bi pêşengiya Kongra Star li bajarê Qamişlo meşeke girseyî hat lidarxistin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi durişmeya ‘Em Rihê Komînal û Civaka Demokratîk Emê Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn’ ji aliyê Kongra Star ve meşeke girseyî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di meşê de sazî, rêxistin û bi hezaran şêneyên kantona Cizîrê beşdar bûn. Herwiha di meşê wêneyên Rêber Apo û ala Kongra Star hatin hildan.

Meş ji çerxereya Sonî dest pê kir û li çerxereya şehîdan veguherî mîting. Di destpêka mitîngê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.

Piştire li ser navê Kongra Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Meşa me ya îro meşa azadî, demokrasî û wekheviyê ye. Di sedsala 21’an de em dibînin yê ku herî zêde xwedî rolin di cîhanê de gelê Kurd e. Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo guhertin û veguhertin di asta Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê de pêk hatin. Dema ku îro em li vir kom bûne em ne di kêliyekê de kom bûne em bi saya rêxistin, tevger, hêz û rêbertiya xwe kom bûne.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Aîda Xelîl axivî û wiha got: “Em jî wek malbatên şehîdan îro em hazirin ji bo azadiya Rêberê xwe. Em bi saya Rêberê xwe îro roj mijara azadiyê dikin

mijara tevahî Cîhanê û em mijara nasnameya gelê Kurd dikin mijarekî esasî ya tevahî Cîhanê. Pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kir pêvajoyekî dîrokî bû, bi vê pêvajoya dîrokî îro roj bi roj guhertin û veguhertin têne jiyankirin. Lê belê heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên piratîk nehatine avêtin. Herwiha ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve pêwîste ku dewleta Tirk gavan bavêje.

Meşê bi silogana ‘Bê serok jiyan nabe’ hat bidawîkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.