Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cîhan Bilgîn Şîrovekara rasteqîn e ya heqîqet û rastiyê bû

20/12/2025
in NÛÇE
A A
Cîhan Bilgîn Şîrovekara rasteqîn e ya heqîqet û rastiyê bû
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Hevreyên Cîhan Bilgîn diyar kirin ku şehîd Cîhan şîrovekara rasteqîn e ya heqîqet û rastiyê bû û gotin: “Rojnemevan Cîhan jinek e pir dihat hezkirin û mirov jê hêz û moral digirt, herwiha ji bo derxistina kiryar û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heya beriya şehadeta xwe li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dîmen, wêne û nûçe ji tevahî cîhanê re radighand.

Cîhan Bîlgîn di sala 1996ˈan li navçeya Midyad a bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê hatibû dinê, di xwendina xwwe de beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê de li Amedê xwendiye. Di heman demê de di çapemeniyê de xebat kiriye. Ji 2017`an de heya şehadetê jî nûçegihana Ajansa ANHA`yê bû, Di 19’ê Kanûna 2024`an de dema ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan rewşa êrişên giran ên li bendava Tişrînê dişopandin, bûn hedefa balafireke dewleta Tirkiyê ya bêmirov û di êrişê de gihîştin asta şehadetê.

Têkildarî kesayet, jiyan û têkoşîna Rojnemevan Cîhan Bilgîn, rojnemevan Şîlan Semîr û Argêş Viyan ku hevrêyên Cîhan Bîlgîn bûn, ji Rojnameya me re axivîn.

‘Rojnemevan Cîhan gelek girêdayi kar û felsefeya Rêber Apo bû’

Argêş Viyan da zanîn ku Rojnamevan Cîhan Bilgîn di jiyanê de wêrek û bi xwediyê disiplîna cewherî bû û wiha anî ziman: “Di serî de, salvegera şahadeta rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ya yekemîn û hemû şehîdên berxwedaniya Bendava Tişrîn û şehîdên Çapemeniya Azad bi bîrtînin. Min Rojnemevan Cîhan Bilgîn bi derbasbûna karê ragihandinê naskir. Beriya wê jî gelek caran ez rastî dosya û hevpeyvînên Rojnemevana Cîhan hatibûm. Ya rastî pewist nedikir ji bo tu bikare peywendîyê li cem Rojnemevan Cîhan danê ku ji bo tu wê Rojnemevanê nêz ve nasbik e. Ji xwe Rojnemevan Cihan dema nêzî mirovan dibû te fêm dikir ku muhre xwe di wê civatê da datanî. Ji  ber ku Rojnemevantiya wê pir bi dil û xwezayi bû. Di heman demê de ji dil bûna wê bandora li ser kar û xebata wê ya rêxistinî jî dikir. Rojnemevan Cîhan gelek girêdayi karê xwe û felsefeya Rêber Apo ya azadiya jin bû. Her dixwest xwe di fikir û ramanên Rêber Apo û azadiya zayenda jin de, di her bernam û nûçeyên ku pêşkêşiya Rojnemevan Cîhan bihata meşandin, te ew ezmûn di naverokê de di dît. Ji ber ku ewqas di jiyanê de wêrek û xwedî disiplîna cewherî bû. Rojnemevanên derdora rojnemevan Cîhan, bi navê Jiyan bang dikirin. Ruxmî ku me bi aliyê demijmêr de pir bi Rojnemevan Cîhan re jiyan nekir, lê di aliyê pîşeyî û jiyanî de gelek ezmûn Rojnemevan Cîhan Bîlgîn girt. Rojnemevan Cîhan temenê wê ne zêde mezin bû, lê pir xwe pêşxistibû. Rojnemevan di malê de beşa amadeyî zagonsazî xwendibû. Piştî derbasî qada şoreşa Rojava dibe, Rojnemevanên weke rojnamevan Seyîd Evran û Rojnemevanên din nasdike, Ajansa Hawarê de, weke rojnamevanekê şer kar dike û xwe pêş dixe. Gelek êrişên dewleta Tirk ya dagirker ji bo belge bike û di heman demê de jî pêşketin û deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihîne raya giştî bê ku paş de gav bavêje, heya demên dawiyê ked da û bû dengê rastiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

‘Cîhan Bilgîn karîbû bibe dengê heqîqetî’

Argêş diyar kir ku Rojnemevan Cîhan Bilgîn bi wêrekî û fedayîbûna Apoyî kirîbû bibe dengê rastî û heqîqetê û wiha pê de çû: “Bi rastî ji bo jiyana Rojnemevanên weke Cîhan Bilgîn pênase bike, pewîst e mirov lêhûrbunekê xurt bike. Ji ber ku ti peyv û hevok pakrewaniya wan Rojnemevanan nikare rast bide şîrove kirin. Ji ber ku bi pênûs û kamîraya Rojnemevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji raya giştî re kiryar û êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan ragihandin. Di sala 2019’an de destpêka êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li bajarê Dêrezorê kêlî bi kêlî şopand û raya giştî re da ragihandin. Gelek caran di kêliyên êrişên dewleta Tirk ya dagirker re rû bû rû dima, lê dîsa jî gav paş de ne diavêt. Gelek caran di beşa Jineolojî dosyayên taybet çêdikir û plansaziyên wê yên rojên pêş gelek bûn. Ji ber ku Rojnemevanên derdora wê taybet rojnemavanên jin wêrekî û hêza Rojnemevan Cîhan di dîtin pir bi bandor dibûn. Gelek Rojnemevanên nû û ciwan yên qada ragihandinê de kar û xebat dimeşandin bi ezmûnên Rojnemevan Cîhan xwe pêş dixistin. Ji ber ku bi wêrekî û fedayîbûna Apoyî Rojnemevan Cîhan kirêbû bibe dengê rastî û heqîqetê.

‘Cîhan Bilgîn bi esrar derbasî berxwedaniya Bendava Tişrînê bû’

Argêş Viyan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li pêş çavê hemû cîhanê dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên hov yên girêdayî wan hewildan kirin ku qirkirin û komkûjiyekê mezin li ser gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bimeşînin. Gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê êrişên hemdem dan destpêkir in. Şervanên QSD, YPJ û welatiyên ku hemû pêkhateyan pêktên, ji 7 salî heya 70’ê salî di 24 demijmêran têkoşîn û berxwedanî dikirin. Yek ji wan qadên ku dibûn şahidê berxwedena Bendava Şehîdan û Pêra Qereqozeqê xebatkarên Ragihandina Azad bûn. Hîna destpêka êrişên çeteyên dewleta Tirk ya dagirker li ser Minbicê hebû Rojnemevan Cîhan xwe pêşniyar kir ku biçe kiryar û berxwedaniya gelan nêz ve bişopîn e. Rûxmî ku Rojnemevanan ne dixwest Rojnemevan Cîhan biçe jî, dîsa bi xwasteka xwe derbasî qadên berxwedanê bû. Ne tenê dişopand, di heman demê de gelek sazî û dezgehên ragihandindina azad re dibû alîkar. Bi hevpeyvîn û nûçeyên xwe yên di Bendava Tişrînê Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan bûn dengê berxwedena şervan û gelên tekoşer.”

‘Armanca dagirkeriya Tirk denê berxwedan û rastiyê qut bike’

Rojnemevan Argêş Viyan di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ya bingehîn dengê berxwedanî û rastiyê qut bike. Ji ber ku ne cara yekem bû ku Rojnemevan û endamên qada çapemenî û ragihandinê tên armancgirtin. Rojnemevan Ezîz Koyluoglu, Gulistan Tara Hero Bahadîn û herî dawî jî Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Egîd Roj hatin şehîd xistin. Ew şahadet çiqasî xemgînî xistibe di nav dilê Rojnemevanan de jî, lê hêz û wêrekiya wan Rojnemevanan jî gelek serkeftin çawa her di qada şoreşê hatibû destxistin, bandore xwe li qada ragihandina şoreşê jî kir. Ji ber wan Rojnemevanan tenê ne nûçe û buyer dişopandin, ew Rojnemevan şîrovekarê rasteqîn yên heqîqet û rastiyê bûn. Em jî weke rêhavelên wan yên têkoşîn û xebata ragihandinê, em soz didin wan Rojnemevanan kamîra û pênûsa wan ti caran erdê nahêlin.”

‘Ez niha xwe yek ji berhemê şehîd Cîhan dibînim’

 

di heman demê de Rojnemevan Şîlan Semîr diyar kir ku şehîd Cîhan Bilgîn hezkirin û girêdana wan a jiyanê zêde kir û wiha domand: “Min li navenda ragihandinê ya ajnsa ANHA Şehîd jiyan naskir. Dema ku min şehîd Cîhan naskir di danûstendina wê de min zehmetî nekişand, ji ber kesayeteke dilnizim bû û dev Ken bû, ji ber vê yekê şehîd Cîhan giringî di da min da ku ez ji nû xwe ava bikim, ji wê demê heta niha ez di kesayeta xwe de pir guhertinê dibînim, ev hemî jî bi saya şehîd Cîhan bû ku di kesayeta min de îrade, hezkirina jiyanê û girêdana bi kar re çêkir, ji ber vê yekê ez xwe berhemê keda şehîd Cîhan dibînim. Her wiha şehîd Cîhan di karê xwe yê ragihandinê di pir cidî bû, dispilîna wê pir zêde bû, dema ku bûyerek diqewimî li cihê bûyerê amade bû û li hember şehadetê bê tirs bû.

‘Şehîd Cêhan her di qada şer û cengê de cih digrt’

Rojnemevan Şîlan Semîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Cîhan berpirsyarîyek dîrokî girti bû li ser milê xwe, bi hestê jineke ciwan bûyerên ku li rojava di qewimîn di dema wê de di da raya giştî, her dem dixwest di qada çengê ya germ de be, hem rastiya qehremanî û lehengiya şervanê azadiyê û hem jî hovîtiya dewleta tirk ya bê sînor ku teknîka xwe ya pêşketî belavbike, bêyî ku ferq û cûdahiyê têxe nava leşker û sivîlan de, her der kiribû bêtê agir, Cîhan di xwest vê rastiyê zindî bi raya giştî re belavbike mînaka wê jî ev e; şehîd Cîhan her dem dixwest di çebheya peş de çih bigire lewra israr kir ku here bendava tişrînê û li wî cihê şer de dîmen û nûçeya belav dikir. Lewma zora dagirkeriya Tirk çû, nedixwest ew sûc û kiryarên wê derkevin pêş. Her dixwest ku van sûc û kiryarên dijmirovî li ber raya giştî bide veşartin. Ji ber vê yekê di 19 Kanûna 2024`an dagirkeriya Tirk li Bendava Tişrînê bi belafirên dijmirovî û hovane hevala me Cîhan Bilgîn û Nazim Daştin kir hedefa xwe û gihîtin asta Şehadetê, li vir xemgîniyek di dilê her kesî de hat avakirin, ji berk u her dû heval xwedî seknekî bi bandor bûn. Lê em ne rawistiya, berovajî wê me hîn zêdetir xwe xurt kir û ewe w xewin û xeyalên wan me girt li ser mile xwe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.