Lîloz Hisên/Qamişlo
Di salvegera yekemîn a şehadeta Rojnemevan Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Rizgar Adanmîş Yekîtiya Raghandina Azad çalakiyeke bîranînê li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Rojnemevan Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku di 19ˈê Kanûna 2024ˈan de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê di êrişeke hewayî de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyan wan pêk anî, şehîd bûn. Herwiha rojnamevan Rizgar Adanmîş ku di teqînek ji hêla DAIŞ’ê li ser rêya Xurafî ya di navbera Dêra Zorê û Hesekê tevî hevakê xwe Hogir Mihemed û Dilşan Ibiş gihaştina asata şehadetê.
Ji bo bîranîna Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Yekîtiya Raghandina Azad çalakiyek bîranînê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehêdan.
Yekîtiya Raghandina Azad bi xêrhatina mêvanan kir û rojnamevan Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan herwiha Rizgar Adanmîş û hemû şehîdên qada azadî û şehîdên şoreşa rojava bi bîr anî.
Li ser jiyana rojnamevanên şehîd senevîzyonek hat pêşandan.
Piştr axaftin hat kirin, bi navê Yekîtiya Raghandina Azad Binyad Cizîrî, bi navê Yekîtiya Raghandina JIn YRJ Arîn Siwêd û Ehmed Mihemd bi navê ajansa ANHA’yê axivîn.
Di axaftinan de hate tekezkirin ku bi bawerî û hêrsa ku me ji rojnamevanên şehîd girtin e em ê şopa wan berdewam bikin. Herwiha ji bo bîranên wan wê wefadariya rêya rastiyê bin.
Hate diyarkirin ku ji bo desrxistina rastiyê di hemû şert û mercên zehmet bi ked û berxwedan rastî şopandin û gihatin asta şehadetê.
Ji bo derxistina hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û hemû çekdarên tundraw hevalên me yên şehîd roleke mezin lîstin di hemû qadên şer de di şoreşa Rojava de û xebat dan meşandin.
Wiha hat gotin: “Dijminên hov rojnamevan ji şervanan nas nake di heman demê de her kesên ku li ser xaka kurdan dijîn wan hedef digrin, dixwazin di şerê cîhanê yê sêyemîn de weke gelê Ermen û Êzdî qirkirin û komkujiyan bi ser kurdan bînin.”
Di dawî de dîsa axaftvanan soz dan ku ew ê pênûs û kamîreya hevalên xwe li erdê nehêlin.
Piştre nameya Yekîniyên Parastin Jin bi vê boneyê şand û ji hêla rojnamevan Ciwana Cuma hat xwendin, peyam wiha bû:
Berxwedanî û lehengî, bi sedsalane li ser van axan bi pêşengtiya keç û xortên egîd bûye çandeke ku li hemberî hemû cûreyên zordarî û ferasetên zayendperest sekiniye. Bi taybet, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû deng ji banga mîrateya kevnar a van axan û careke din îsbat kir ku hebûn bi berxwedaniyê re digihije wateya xwe a rasteqîn.
Bi taybet têkoşîna rêhevalên me Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Rizgar Denîz di nava şoreşa Rojava de, bi ked û têkoşîneke bê hempa gelek caran li hemberî êrîşên derûnî û zîhniyetên der mirovî, bûn dengê heqîqetê. Bi qelem û kamerayên xwe ji bo heqîqetê ronî bikin û keda bi hezaran şervanên di çeperan de bibin bersiv, be rawestandin di her şert û mercan de kar kirin. Bi taybetî di berxwedana bendava Tişrîn û Pira Qereqozax ku careke din, di tevahiya cîhanê de hêviya gelên azadîxwaz bilind kir, bingeha xwe ya sereke ji ked û berhemên rêhevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan qut nîne, heta kêliya dawî jî di çeperên rûmetê de li berxwedan û herî dawî li kêleka şervanên azadiyê gihiştin şehadetê.
Piştre Nisrîn Botan û Newroz Efrîn bi dengên xwe çalakiya bîranînê dewlemend kir.
Di dawî de hevalên rojnamevanên şehîd serdana gora Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn kirin û soza xwe ya şopandina heqîqetê û pêkanîna xeyalên hevalên xwe pêk bînin.





