Ronahî Sadûn/Qamişlo
Endama Platforma Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê Rîhan Loqo û hevseroka Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hedya Abdullah sersaxî ji bo gelên Çemçemalê yên ku zirar ji rûdana lehiyê dîtin xwestin û gotin, “Alîkariyên mirovî sînoran nas nake, ji bo wê êşa Çemçemalê êşa me ye jî, bi hev re em ê hewl bidin ku vê êşê sivik bikin.”
Di 9’ê Kanûnê de li navçeyên Çemçemalê û Şoreş ên Başûrê Kurdistanê lehî rebûn, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û derdora 12 kes jî birîndar bûn. Herwiha zirarên madî yên mezin çêbûn. Asta ziyana madî jî pir zêde bû, di nav de ziyanên weke xanî ku zêdetirî 500 xanî zerer dîtin û hwd… ji ziraran hebûn. Lewra ji bo destekdayîna Çemçemalê Platforma Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û Hevya Sor a Kurd daxuyanî dan û tê de piştgiriya xwe ji bo wan ragihandin ku ew amadene ji bo hemû cureyên alîkariyê.
Derbarê mijarê de, endama Platforma Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê Rîhan Loqo û Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hedya Abdullah ji Rojnameya me re axivîn.

‘Bûyera xwezayî bû sedema êşeke mezin’
Rîhan Loqo di destpêka axaftina xwe de xemgîniya xwe ji bo karîseta lehiya ku li navçeya Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê rû da, anî ziman û wiha got: “Lehî û karîseya xwezayî ya ku li Çemçemalê û gundewarên Başûrê Kurdistan Silêmaniyê pêk hat û di encama wê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyerekî xwezayî gelekî bi êş bû. Em sersaxî ji bo wan dixwazin. Ji bo vê yekê jî me weke Platforma Jinên Kurd di asta Kurdistanê de nîqaş kir ku em kampaniya alîkariyê ji bo wan bidin destpêkirin. Ji ber Başûrê Kurdistan bi taybet bajarê Silêmaniyê û gundewarên wê, ji destpêka şoreşa jin Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, her tim xwedîderketinên xwe ji bo pêştgirtiya şoreşa jin û destkeftiyên wê, alîkariya malbat, jin û zarokan dikirin. Di heman demê de her tim bi rola pêşeng ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê radibûn û bi vî rengî xwedîderketineke netewî û mirovahî hebû. Li ser vê bingehê me jî weke beşê Platforma Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di 15’ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên lehiya li Başûrê Kurdistanê ragihand. Tê de jî me banga lezgîn a mirovî li partî û hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, komele, sazî û kampanyayên aborî kirin ku destekê bidin mexdûrên lehiyên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Silêmaniyê.”
‘Em ê bi hev re êşê parve bikin’
Rîhan Loqo axaftina xwe wiha bidawî kir: “Kampaniya me ya alîkariyê ji 15’ê Kanûnê ve dest bi pêşwazîkirina alîkariyan li navenda Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye ku me li wir sindoqa alîkariyê daniye. Bi vê alîkariyê em jî wek aliyekî mainewî xwedîderketina xwe ji bo jin û zarokên ku di vê karîsetê de rast hatin, dikin. Herwiha kampaniya me ya komkirina alîkariyan li ser 3 rojan e, lewra di 18’ê Kanûnê ku sibe bidawî dibe. Piştî bidawîkirina wê em ê jî vê alîkariyê bişînin Çemçemalê ji berpirsyarên li wir ku karibin bi wan re hinekî bibe alîkar. Dibe ku ev tiştekî pir biçûk be jî, lê di aliyê mainewî û xwedîderketinê de em ê vê êşê bi hev re parve bikin.”
‘Pêwîstiya mirovî li kur bê xwestin em ê bikin’

Hedya Abdullah diyar kir ku Heyva Sor a Kurd ji erkê xwe dît ku alîkariya gelê Çemçemalê bike, ji ber karê mirovahiyê sînoran nas nake û wiha domand: “Her kesî dît ku lehiyeke gelekî mezin li Çemçemalê çêbû, di encamê de zirareke mezin pêk hat, gelek kes birînadar jî bûn. Me jî weke Heyva Sor a Kurd ji erkê xwe dît ku em alîkaribin bi wan re, ji ber karê mirovahiyê sînoran nas nake. Dibe ku em weke rêxistineke mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji sala 2012’an heta niha dixebitin. Lê beriya niha jî gelek caran pêwîstî hebû ku me ji derveyî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar kirir û alîkarî pêşkêş kiriye.
Derveyî Sûriyê jî pêwîstiya mirovahî hebe, em ê kar bikin. Ji bo Çemçemalê jî me li vir hin alîkarî amade kirin wek karmend, bijîşk, hemşeriyên bijîşkî, ambulans, lênerînên bijîşkî û hwd… Herwiha ji bo vê jî me daxwazeke fermî pêşkêşî Ofîsa Karûbarên Rêxistinan li aliyê Başûr kir, lê heta niha ku ev nêzî 5 rojan e, bersiv nehatiye dayîn. Lewra ji bo alîkarî dereng nekeve, me gelek tiştên pêwîst ên girîng li Başûrê Kurdistanê, wek sobe, betanî û sifinc bi rêya karmendên me yên Ofîsa Başûr li ser wan kesên ku herî zêde zirar ji vê lehiyê dîtin, belav kir. Bi giştî heya niha ev alîkarî hatiye kirin. Heger destûr ji bo çûna li wir bê dayîn jî, em ê van alîkariyê ku li vir hatin amadekirin, bighêjînin gelên me yên li Çemçemalê.”
‘Êşa wan êşa me ye jî’
Hedya Abdullah axaftina xwe wiha qedand: “Di dawiyê de em sersaxiyê ji hemû kesên ku di vê lehiya de birîndar bûn, êş kişandin û rewşên mirovahiyê giran di vê zivistana dê jiyan kirin, dixwazin. Hem rehmê û sebrê ji bo qurbaniyê vê lehiyan han dixwazin. Êşa wan êşa me ye jî, bi hev re em ê hewl bidin ku vê êşê sivik bikin.”






