Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevpeymana di navbera zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de

17/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Hevpeymana di navbera zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Kobanê

Hevseroka zanîngeha Kobanê Xezne Ibrahîm diyar kir ku di 9’ê Kanûnê de Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szczecin a Polanda hevpeymanek bi armanca weşandina lêkolînên akademîk ên herêmî û navneteweyî, îmze kirin.

Di 9’ê Kanûnê de zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szczecin a Polanda bi rêya zomê hevpeymanek bi armanca lêlolînên akademîk ya herêmî û navnetewî îmza kirin. Ev peyman ji bo zanîngeha Kobanê gaveke erênî bû ku wê têkiliyê bi zanîngehên derveyî herêmê û Ewropa re çêbikin. Herwiha di herdu zanîngehan de wê hin beş bibin yek, ev jî wê pêşxistin li ser astê herêmê û navnetewî çêbike.

Xalên hevpeymanê ku li ser hatine îmze kirin evin:

1-Bernameya Piştgiriya Avakirina Laboratuarên Akademîk: Her du alî dê bi piştgiriya teknîkî û şêwirmendiyê ya Zanîngeha Szczecinê, ji bo sazkirina laboratuarên perwerdehî û lêkolînê li Zanîngeha Kobaniyê di warên zanistên sepandî, ziman û lêkolînên civakî de hevkariyê bikin.

2-Afirandina platformeke dîjîtal a hevbeş ji bo perwerde û rahênanê: Her du alî pabend dibin ku platformeke perwerdehiyê ya dîjîtal biafirînin ku rê bide xwendekar û ekademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê ku beşdarî ders, kurs û semînerên ku ji hêla Zanîngeha Szczecin ve serhêl têne pêşkêşkirin bibin.

3-Dabeşkirina derfetên perwerdehiya îdarî: Karmendên rêveberiya Zanîngeha Kobaniyê derfetan distînin ku beşdarî dewreyên perwerdeyê yên li Zanîngeha Szczecin bibin, da ku di warên rêveberiya zanîngehê, misogerkirina kalîteyê û pejirandina akademîk de ezmûnê bi dest bixin.

4-Bernameya Hevkariya Akademîk: Endamên desteya wanedayînê yên Zanîngeha Kobaniyê ji bo baştirkirina şiyanên lêkolînê hevkariyên demkurt an demdirêj ji Zanîngeha Szczecinê werdigirin.

5-Hevkarî di pêşxistina zimanê akademîk û lêkolînên bi zimanê îngilîzî de: Ji bo xurtkirina zimanê akademîk û nivîsandina lêkolînê bi îngilîzî ji bo endamên desteya wanedayînê û xwendekarên lîsansê yên Zanîngeha Kobaniyê kursên taybet têne organîzekirin.

6-Piştgiriya damezrandina kovareke zanistî ya hevbeş: Her du alî ji bo damezrandina kovareke zanistî ya dawerîkirî û hevbeş ku ji Zanîngeha Kobaniyê ve derdikeve, bi piştgiriya Zanîngeha Szczecin ya Bolenda, bi armanca weşandina lêkolînên akademîk ên herêmî û navneteweyî, dixebitin

7-Bernameya Serdanên Zanistî ya Salane: Serdanên salane yên birêkûpêk ji bo endamên desteya wenedayînê û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bo Zanîngeha Szczecin têne rêxistin, bi armanca danûstandina şarezayiyên akademîk û naskirina jîngeha perwerdehiyê ya Ewropî.

8-Danûstandina Zanînê di Qada Enerjî û Pêşketina Domdar de. Ev hevkarî projeyên hevbeş di warê enerjiya nûjenkirî û pêşxistina jîngehê ya domdar de li bajarê Kobaniyê, bi piştgiriya zanistî ya Zanîngeha Szczecin, dihewîne .

9-Beşdariya Zanîngeha Kobaniyê di Projeyên Yekîtiya Ewrûpî de Zanîngeha Szczecinê hawil dide ku Zanîngeha Kobaniyê wekî hevkarekî akademîk di projeyên ku ji hêla Yekîtiya Ewropî an rêxistinên navneteweyî yên têkildarî perwerdehiya bilind û lêkolînên zanistî ve beşdar bike.

10-Damezrandina Yekîneyeke Koordînasyona Hevkariya Navneteweyî li Zanîngeha Kobaniyê:Bi piştgiriya Zanîngeha Szczecin, yekîneyeke taybet li Zanîngeha Kobaniyê tê damezrandin da ku têkiliyên navneteweyî pêş bixe û projeyên hevkariya paşerojê çêbike.

Di derbarê li hevkirina zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de Hevseroka zanîngeha Kobanê Xezne Ibrahîm ji Rojnameya ne re axivî.

‘Nêzî 6 mehane li ser vê hevpeymanê kar û xebat tê kirin’

Xezne Ibrahîm da zanîn ku di 9’ê Kanûnê de di navber zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin rêkeftinek çêbû û wiha got: “Ev gav ji bo zanîngeha Kobanê gaveke girîng bû, ev nêzî 6 mehane li ser vê hevpeymanê kar û xebat di rêya ofîsê têkiliyên zanîngeha Kobanê û zanêngeha Szczecin tê kirin. Gelek xalên girîng di vê hevpeymanê de hene ku herdu zanîngeh di ware lêkolînên zanistî û perwerdehî de hevkariyê bikin. Herwiha di navber herdu zanîngehan de wekheviyeke di ware pêşxistin û xebatên ekedemîk dewere çêkirin.”

‘Armanca herdu zanîngehan pêşxistina asta xwendekarane’

Xezne Ibrahîm destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina astê xwendekarane û wiha domand: “Ev hevpeymana ku bi zanîngeha Szczecin a Polandayê re hatiye îmzekirin, bi armanca pêşxistina asta herdu zanîngehan, kûrkirina wan di milê zanistî û lêkolîne de ye. Ev hevkarî armanc me jê ku pêşxistina pêşeyî ya mamosteyan û endamên desteya akademîk, sûdwergirtina ji agahiyên zanistî yên hev û pêşxistina materyalên xwendinê, herwiha amadekirin û bicihanîna projeyên lêkolînî yên hevpar û sûdwergirtina ji encamên lêkolînên hev, pêşxistin, bicihkirina bernameyan ên bawernameyên dualî û bernameyên hevpar ji bo pileyên akademîk. Ji bilî vê yekê jî armanca me ku têkiliya Zanîngeha Kobaniyê bi zanîngehên din bê avakirin û danasîna wê bi zanîngehê Ewropî re bê çêkirin. Di heman demê de wê hin beş ji herdu zanîngehên bibin yek li ser bingehê pêşxistin, sûdgirtina ji hev di warên zanistî û akademîk de.“

‘Ev hevpeyman tenê ji bo zanîngehê Kobaniyê hatiye îmze kirin’

Hevseroka zanîngeha Kobanê Xezne Ibrahîm di dawiya axaftina xwe wiha got: “Ji bo xwendekaran ev hevpeymana ku hatiye îmzekirin gelekî bi sûd û girînge, fêrkirina xwendekarên lîsansê û yên xwendina bilind, herwiha yên ku di şêweyên din ên fêrkirinê de beşdarin ên zanîngeha peyda dike. Herwiha serdanên salane yên birêkûpêk ji bo xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji Zanîngeha Szczecin tên amadekirin, bi armanca danûstandina şarezayiyên akademîk û naskirina jîngeha perwerdehiyê ya Ewropî. Ev hevpeyman tenê ji bo zanîngehê Kobaniyê hatiye îmze kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.