Kemal Necim
Li gorî danasînên Neteweyên Yekbûyî, gotara nefretê çavkaniya xwe ji rehên kûr ên derûnî, civakî û siyasî digire, wek tirs, hêrs, nezanî û avakirina dîmeneke neyînî li ser hin koman. Krîzên aborî û siyasî jî dihêlin ku gotara nefretê zêde bibe, her wiha amûrên ragihandinê yên nûjen (wek medyaya civakî) belavbûna wê hêsan dikin. Gotara neftertê li dijî kêmnetewe û nasnameyên cihêreng (ol, nîjad, zayend, meyla cinsî, seqetî, hwd.) pêk tê ji bo bidestxistina hin destkeftiyn. Gotara nefretê dibe eger û destpêka cudakarî û tundiyê di nava koman û civakan.
Li welatekî weke Sûriyeyê ku êşa şerê navxweyî kişandiye, niha metirsiyên hîn girantir derdikevin pêş, ew jî metirsiya gurbûna gotara nefretê ye.
Ji xwe rê û rêbaz û alavên kêmkirin û pêşîgirtina gotara nefretê pir in, lê ya herî berbiçav çand û huner e.
Çand û huner ji bo pêşîgirtina gotara nefretê roleke girîng dilîzin ji ber ku çand û huner berê xwe didin kûrahiya giyanê mirovan, her wiha ew nakokî, arîşe û cudahiyên siyasî, olî û etnîkî derbas dike.
Lê gelo çand û huner çawa dikare gotara nefretê hilweşîne?, ji ber sedemeke girîgn a gotara nefretê nezanî ye, çand û huner pirsên rexnegir pêşkêş dike û gotarên alternatîf ên li ser bingeha hiş û zanînê diafirîne û derewên gotara nefretê eşkere dike. Wêje, şano û sînema dikarin eger û sedemên nefretê eşkere bikin û encamên wê yên wêranker ji bo kes û civakê nîşan bidin.
Wekî din jî, ji ber ku paşxaneyên nijadî, olî, civakî û zayendî gotara nefretê kûr dikin, çand û huner cihêrengiya mirovan vediguhere hebûneke pîroz, cûdahiyê li şûna ku bibe egera pevçûn û nakokiyê, vediguherîne jîngeheke dewlemendya çandî. Bi rêya muzîk, hunerên şêwekarî û sînemayê, mirov çand û ezmûnên cûda nas dikin, tirsa ji “yên din” kêm dikin û nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtina hevdû xurt dikin.
Tê zanîn ku gotara nefretê di demên aloz de zêde dibe, wekî pêvajoyên şerên navxweyî, lewma rola çand û hunerê ew e ku bîrdanka civakan zindî bihêle, ango bi rêya çand û hunerê êş û azarên civakan têne pêşandan û nivîsîn, da ku careke din ew êş dubere nebin. Her wiha li şûna çanda paşguhkirin û dûrxistinê çanda hevdû naskirin û pejirandinê pêş dikeve.
Civakên ku nêzîkî hev in, ango bi hev re di diyalog û danûstandinê de ne, li hember gotara nefrtê bêhtir parastî ne, lê civakên ji hev dûr ku derfet û qadên wan ên hevdûnaskirinê û danûstandinê tune bin dibin qurbaniyên kîn û nefretê. Di vê mijarê de çalakiyên çandî yên hevbeş ên mîna mihrîcan û pêşangehan, dibin jîngeh û qadeke guncaw ya danûstandin û hevûnasîna kesan û civakan, ev hevûnasîn û diyalog sedemên gotara nefretê kêm dike û gotareke hevpar li ser bingeha mirovahiyê pêş dixe.
Pir diyar e ku kêmkirin û pêşîgiritn yan jî jiholêrakirina gotara nefretê di nava civakan de, ji kiryar û hewldanên zagonî bêhtir, hewceyî projeyek çandî û hunerî ya demdirêj e. Projeyeke ku bibe egera çesipandina nirxên lêborîn û hevdûprjirandinê.






