Ehmed Hesen
Perwerde yek ji qadên herî girîng ên pêşveçûna civakan e, perwerde têgînek e ji bo hînkirin û zanakirina hişmendiya civakî ye, nexasim civakekê çiqas hîmên xwe yên perwerdekirinê parastibe û pêşde biribe, ewqas jî nêzî heqîqeta azadiyan dibe,
Di wateyek firehtir de, perwerde pêşketina mirov di warê kesayetiya wî de ji bo “mirovek” nîşan dide ku bi gelemperî bi taybetmendiyên rewşenbîrî, civakî û çandî ve girêdayî ye ku dikare wekî îdealê mirovê bi tevahî pêşketî di civakê de were hesibandin, em dikarin herikîn û çavkaniya hemû zanînên civakî û klasîkî yên kevn û nûjen di cewherê xam ê perwerdehiya azad de pênase bikin, çiqas asta perwerdekirina civakekê neyê beralîkirin, ewqas jî mirov nêzî heqîqetan dibe. Di konsepta perwerdeyên roja îro de ji zanîn û têgihîştinê bêhtir pere serwer e û bandor û kontrola xwe li ser qada perwerdehiyê kiriye, di heman demê de sînordarkirina qada perwerdehiyê rê li ber nezanbûneke çors a bi karîset vekiriye, pirsa ku niha di berdêla perwerdekirina zarokekî de tê kirin ev e:”Tu yê çiqas pere ji bo fêrkirinê bide min?” ev feraseta ku serwer e li şûna ku bibe çavkaniya çareserî û pêşketinê, berovajî wê rê li ber yekdestdarî û pêxirtengiyê vekiriye, di heman demê de di bin navê rêbazên nû yên perwerdehiyê de nezanbûneke herî mezin, di bin navê zanînê de bê zanîna herî xirab tê kirin, cara yekem kesê ku bombeya atomê çêkir, kir ku çêkirina wê bombeyê bibe sedema qetilkirina bi milyonan mirovan, nexasim hêzên yekdestdar ên ku di bin fermandariya modernîteya kapîtalîst de kar dikin, çi qadên ku xizmetê li mejiyê civakê dike veguherandine qada perezêdekirin û fînansê, her wiha ev qad ji bo kiryarên xeternak ên ku dikarin dawî li cîhana mirovan bînin, heya dawiyê û bê destûr dixebitin, ya ku encam dide jî têkçûna hewirdora civakî, xirabkirina sîstema cîhanê û hilweşîna avahiya xwezayê ye, li vir mirov nikare behsa perwerdeyê bike, ya rast a ku hat kirin rûxandina pîvan û exlaqê civakekê ye. Li Rojhilata Navîn perwerde qada ku têde kesayet bi Xweda û rahîban re dibin yek dihewîne û berovajîkirina rastiya dîroka mirovî her tim li pêş e, ya ku vê sîstematîze dike jî qiralên dewleta netewe ne, hema tu li kîjan sîstemên Rojhilata Navîn dinêre, tu kopîyek nûjen ji rahîbên Sumer û Babîlê dibîne, di bin navê her perwerdekirineke civakî de nasnameya dewletdariyê hatiye xemilandin û li pêşiya kerwanê zanistê pêşengiyê dike. Mirov dikare mînaka vê jî li welatên weke Sûriye di Serdema Esed û Şer’i de, Îraq di serdema Sedam de, Lîbya di serdema Mamer Qezafî de û hwd ji mînakên berbiçav hene, lewra jî li holê tiştek bi navê zanîn û pêşketina zihnî nehatiye hiştin. Heta dema ku em bala xwe didin perwerdehiyên olî jî, em têra xwe şaşiyên dîrokî dibînin, ji ber ku hemû xîtabên ku mile li mizgeftan didin, muhra dewleta netewe li ser tê dîtin, yên ku vê muhrê nepejirînin jî, bi mirinê re rû be rû ne. Heta ku mirov li cewhera civakî venegere, ne pêkan e ku di rastiya perwerdekirina nifşên civakî de bi ser bikeve.
Weke encam perwerde pîvana civakekê, mirovekî û çanda wê/î diyar dike, bi qasî ku di nava civakê de qada perwerdehiyê watedartir û firehtir bibe, ewqas jî watedayîna mirovbûn, civakbûn û nasnameya civakê mezintir dibe û dibe xwedî qabîleyeke serkeftî.






