Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şêxmeqsûd û Eşrefiyê teslîmiyetê qebûl nake’

17/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Şêxmeqsûd û Eşrefiyê teslîmiyetê qebûl nake’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Heleb

Ji gelên ku ji 14 salan ve li hember dagirerkiyê, êriş, dorpêçkirin û siyasetên dewletên herêmî û navdewletî li ber xwe dane û tu carî çok ji dijmin re nedanîne; Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Îro careke din li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşger wateya vê yekê di cewher de kom dikin.

Piştî hatine hikumeta veguhêz jî vî gelî careke din li ser bingeha stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî careke din kêliyên serhildan û berxwedanê nû kirin. girêdayî vê mijarê Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman bersiva pirsên me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi berxwedaniya xwe û Şerê Gelê Şoreşgerî tên naskirin, Rêber Apo jî ev yek di şexsê gelê wir de nirxandibû. Gelo ev îlham û berxwedanî di seranserî 14 salan de ji kur tê û hûn çawa dinirxînin?

Belê; Ger em berxwedaniya 14 salsan yê vî gelî di her du taxan de binirxînin, wê di destpêkê de em ê girêdana vî gelî bi felsefe û Tevgera Azadiyê re bikin yek. Em dizanin ku di taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de piraniya wê gelê Efrînê jiyan dikin. Ji demên kevin de li vir dimînin û her du tax weke perçeyek ji Kurdistanê ne. Hatin û felsefeya Rêber Apo bandoreke pir mezin li ser gel kir, bi perspektîvên destpêkê ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevegra Azadiyê jiyana xwe saz kirin. Li ser bîrdoziya xwebirêxistinkirin, perwerde û xweparastinê jiyana xwe avakirin. Bi Şoreşa 14’ê Tîrmehê re em dikarin bêjin gel amadebû ji bo hemû cure êriş û destavêtinan. Rêxistinbûna ku bi dehên salan e ku hatibû avakirin, di şerê hatiye derketin de rola xwe lîst. Ji ber wê yekê bi avakirina komîn, meclis û hêza xwe ya leşkerî berhema Şerê Gelê Şoreşgerî derket holê.

Vî gelê bi siyaset û bûyerên li ser wan re derbas bûne, kêliyên herî zehmet, yên herî bi êş û yên herî kêfxweşî jî bi hev re jiyan kirine û parve kirine. Serkeftinên ku di encama bedel û zarokên ji hembêza wan de hatine dayîn, ew serkeftin bi rihê hevgirtin û yekbûyînê dihat jiyankirin. Di dema redkirina komên çeteyan de û parastina texê de, şervan, jin, dayîk, zarok, kal û pîr hemûyan bi hev re di eniyekê de li gor îmkanên xwe yên alîkariyê û hêza xwe şer dikirin û parstin dikirin, di wan deman de tijîkirina cercûrekî ji mermiyan ji bo şervanekî/ê pir bi wate bû. Xwerinên ku bi destê dayîkan dihate çêkirin û belavkirin, dibû hêza piştgirtinê. Şervanan dizanîn ku li pişta wan bi hezaran ji gel, jin û zarokan hene ku divê bên parstin. Li ser van hîman vî gelî bi şervanên xwe re şer kir û bi ser ket.

Yekemîn tabora jin bi navê Şehîd Gulê Selmo hat avakirin ku bû nimûne ji hemû gel û jinên li taxê û hemû gelê Efrînê. Di 2016’an de rastî êrişên herî hovene hat, ev êriş ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û hemû komên li dijî gelê Kurd ve hatin kirin.  

Gelê me di her du taxan de teslîmiyet qebûl nekir, ne niha û ne piştre. Mîraseke pir mezin û dirêj yê Rêber Apo di van taxan de hatiye çandin û parstin ku hemû nifşên pêşerojê li ser wê yekê tên mezinkirin û perwerdekirin. Ev yek ne ku tê fêrkirin, lê di cihekî de ku bi qasî navçeyekê be û ji 14 salan ve tu her roj rûbirûyê pilan, polîtîka û êrişên dijmin be, helbet ev zarok û ev nifş wê li ser van rastiyan bên mezinkirin.

Piştî rûxanidina rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz beriya salekê xwestin berê xwe bidin her du taxan. Bi derbasbûna salekê re, hûn kêliyên berxwedan û hevgirtina gelan di wê demê de çawa dinirxînin?

Bi ketina Rêjîma Baas û hatina hikumeta nû re bi rastî jî hêviyekî pir mezin him li gel gelên Sûriyê û him jî li gel me hebû ku Sûriyê êdî derbasî rewşa ewlehî û aramiyê bibe. Her wiha siyasetekî demokratîk bê avakirin û gelê ku bi deh hezara şehîd daye, bighîne aştiyeke domdar. Lê belê mixabin ev yek pêk nehat, bi hatina xwe re her der weke tofanê talan kirin. Em dizanin ku gelê me yê Efrînê li Şehbayê ku jiyanek li ser hêviyên vegera Efrînê ji 7 salan ve avakiribûn, careke din bi hişmendiya nijadperest û olperest re hatin hedefgirtin. Hikumeta veguhêz çawa ku serweriya xwe li ser Sûriyê kir berê xwe da herêmên Şehbayê û Tl Rifet ku dixwest di wir de komkujiyan pêk bîne, lê belê gelê me careke din necar ma ku koçber bibe da ku di pêla qirkirinê re derbas nebe û derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Helbet ev yek bandora xwe li ser her du taxan jî kir, di wê demê de me kesekî nedizanî ka wê çi bibe çarenûsa gelên her du taxan wî çi be ne diyar bû. Lê belê vî gelê xwe li ser bingeha têkoşîn, şerkirin û xweparastinê biryar dabû. Ji lewra xwestin di destpêkê de êriş bikin hin hewildan jî hatin kirin, lê di encam de ev gel ji her du tax û malên xwe derneketin. Di 6’ê Kanûnê de xwestin êrişî taxê bikin. Gelê taxê bi hemû saziyên xwe ve weke seferberî îlan kirin û daketin ber haciz û derdora taxê çembereke ji gel avakirin. Gelê me wê demê xwestin ku bi awayekî aştiyane rê bên vekirin û tu êriş neyên çêkirin, lê berê bersiva wan jî êriş û topbaran bû. Gel bi rêveberiya texê re gav paş de neavêt û bi biryardarî li hember van êrişan li ber xwede, ji lewra vî gelî di van demên dawiyê de careke din biryardarî, hêz û îradeya xwe di bingehgirtina Şerê Gelê Şoreşgerî de îsbat kir. Berxwedana ku ji 14 salan ve û heyanî îro ji aliyê vî gelî tê raberkriin, nimûneya herî rast ya stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Tu kes nikare vê yekê înkar bike, rûxmî avakirina çemberê, dorpêçê, polîtîkeyên girtin û revandinê lê ne beriya salekê û ne jî niha ew rihê berxwedan û têkoşînê nehat vemirandin.

Gelo rewşa heyî a her du taxan çawa ye, hêza îrade û berxwedanê ya gel rûxmî hemû hewildanên hikumeta veguhêz ku siyaseta xwe ji a rêjîma Baas ne cuda ye, çawa dinirxînin?

Dema rêjîma Baas de û niha jî heman siyaset, nêzîkatî û pilan li ser me tên meşandin. Em dikarin bêjin ji dema berê tiştekî cudatir nehatiye kirin, tersî wê rûxmî hemû hewlidanên aştiyê, çareseriyê û aramiyê, lê hê jî siyaseta ambargo, Şerê Taybet û nêzîkatiyên ku li derdor taxê yên derveyî pîvanên exlaqî û mirovî didomînin.

Asta berxwedaniya gel her ku diçe bilndtir dibe, her ku ew dixwazin bi siyaseta dorpêçê îradeye gel têk binin, lê belê gelekî ku li hember vê siyasetê û jê xirabtir ji 14 salan ve têkoşîna parastin û hebûnê daye meşandin, helbet ev kiryarên derveyî pîvanên mirovî wê tu bandoreke neyînî neda avakirin. Armanc û niyeta wan heman armac û niyetên rêjîma Baas in, tenê dixwazin teslîmiyet û bêîradebûnê bidest bixin ku bi wê yekê Rêveberiya Xweser li vê derê vala derxînin. Ev yek ne mimkune, mîrasa Rêber Apo ya ku di nava gel de çandiye di vê cografiyê de bi Şerê Gelê Şoreşgerî tê parastin.

Gel li vê derê parastina xeta Rêber Apo dike, ne top, ne êriş û ne jî pilan û lêstokên wan dikarin bandorê li biryardariya me bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.