Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amerîkî naxwazin rastiya êrişa Palmêra bibînin

17/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Li Palmêra ya Sûriyê çekdarek hêzên ewlekariya giştî ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê li dijî dewriya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê êriş pêk anî. Di êrişê de 2 leşkerên Amerîkî û wergervanekî sivîl ê Amerîkî hatin kuştin. Çend leşkerên hikûmeta veguhêz a Sûriyê jî birîndar bûn. Piştî êrişê hikûmeta veguhêz a Sûriyê bi daxuyaniyên bi nakok xwest xwe dûrî bûyerê bike û bi şaneyên DAIŞ’ê ve girêde. Balkêşe DAIŞ’ê bûyer ne girtiye ser xwe.

Berdevkê Wezareta Hundir a Hikûmeta Veguhêz bersiva nûçeyên bi wêne yên li ser kesê êrişkar weşandin, da. Got gumanên wan li ser kesê êrişkar hebû û dihat payîn roja yekşemê an ku piştî êrişê bi rojekê rewşa wî di ber çavan re hatiba derbaskirin. Di heman demê de tekez kir ku 5 hezar kes beşdarî hêzên wan ê ewlekariyê yên li çolistana Tedmur (Palmêra) bûne, ew dosyayên wan di ber çavan re derbas dikin.!

Ji xwe Amerîka û rayedarên wê jî ne xwestin rastiya êrişê ya ew ji her kesî baştir dizanin, aşkere bikin. Bê guman armanceke wan a mezin li pişt vê yekê heye. Ew jî di demên pêş de wê diyar bibe. Tişta xuya dike, tê xwestin tevgera çekdarên cihadîst û DAIŞ’ê di Sûriyê de belav û aşkeretir bibe.

Her kes dizane kesê êrişkar yek ji berpirsên HTŞ’ê bû, di pîrozbahiyên salvegera têkçûna rêjîma berê de wêneyên wî bi rayedarên herî bilind ên HTŞ’ê re hatin kişanin. Ya vê rastiyê hîn zêdetir aşkere dike, heger ne wiha ba çawa xwe gihand cihê êrişê?. Kesên normal tu carî nikarin bighêjin wê derê.

Ji bilî wî kesê êrişkar bi sedan endamên DAIŞ’ê yên di dema rêjîma berê de xwe li çola Parmêla vedişartin, tevî hêzên ewlekarî û artêşa hikûmeta veguhêz a Sûriyê bûn. Di bin sîwana wan de tevgera xwe ya DAIŞ’ê rewa dikin.

Di rojên destpêkê yên têkçûyîna rêjîma Beşar El Esed de alên DAIŞ’ê li her derê li ba dibûn. Li ser milên çekdarên wan sembolên DAIŞ’ê hatibûn danîn. Di gelek dîmenan de ev hate dîtin. Di komkujiya li Perava Sûriyê de, di êrişa li dijî Siwêda û di gelek cihên din de sembolên DAIŞ’ê aşkere beriz dikirin. Belgeya herî zêde vê rastiyê aşkere dike êrişa leşkerên hikûmeta veguhêz a li herêma Medan a li dijî hêzên QSD’ê ya bi balafirên bêmirov pêk hat. QSD’ê balafira wan a bê mirov anî xwarê di karmîreya wan de belge parve kir.

Êrişa Parmêla zincîrek ji xeleka rastiya hikûmeta veguhêz a Sûriyê ye. Amerîka jî ji bo hestê dewleta Tirk û berjewendiyên xwe yên bi wan re çavên xwe ji van rastiyan digre. Tevî kuştina leşkerên wê jî çavên xwe ji van rastiyan digre.

Ji xwe Amerîkî ezmûneke xwe ya demdirêj bi komên El Qaîda re li Îraqê heye û ew baş dizanin hikûmeta veguhêz û piştevanê wan û komên tundrew ên girêdayî wan dewleta Tirk û Qeter in. Tekoşîna herî serkeftî ya li dijî DAIŞ’ê û komên cîhadist rawestandina fînase û xetên piştgiriyê ne. Amerîka û Koalîsyona Navdewletî heta niha di vê derbarê de gavan navêjin. Heger di xeta xwe de dewam kir, dibe ezmûna wan sala 2003’yan li Îraqê pêk hat, dûbare bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.