Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qêrîna Bêdeng a Beravê!

17/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Erdogan Altan

Îro bi taybet li bajarên Latkiye û Tartûsê yên Berava Sûriyê di bin siya şer û pêvçûnan de civakek qêr dike. Beravên Sûriye, bi taybet bajar û navçeyên Latkiye û Tartûs tenê ne erdnigariyek e; di heman demî de qadek azmûnê ye jî. Êrîşên bênavber, kemîn û komkûjiyên mezhebî dibin sedema qetilkirina sedan Elewiyan. Ev wêne, honandina civakî ya heremê tehdît dike û ger pirsgirêkên ewlehiyê bi awayek xûrt neyê destgirtin, xuyaye dê tundiya mezhebî ji nû ve gur bibe. Beravên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek e “Qada Xeter“ pênase dike, ji bo parastina îstîkrarê li benda piştgiriyek bi lez e.

Aborî xirabûye û di hêla civakî de hilweşîn heye. Lewra şewat û pêvçûnên heyî, çandiniyê, daristanan û binesaziyê xirab kiriye, têk biriye. Desthiladarê Şamê ku ji aliyekê ve bi talîmatên dewleta Tirk bi riya komên çete girêdayên wê komkujî, xirabkirin, talanî pêk tîne, ji aliyekê din ve jî ji bo razemeniya herêma Berava Sûriyê ji dewlet û hêzên navneteweyî û Ereb pereyan kom dike. Tê payîn ku heya niha 1.8 milyon dolar pere kom kiriye. Şûna ku van pereyan ji bo herêma Beravê xerc bike, vê yekî li hember civaka Elewî wek e tehdît bikar tîne. Ango an hûn li gorî me tevbigerin an jî yek qirûşek ji bo vir xerc nakin. Li gor agahiyan heya niha hemû noqte û baregehên leşkerî, îstîxbaratî û sivîl ên ji bo dewleta Tirk û komên çete hatine çêkirin ji vê pereyê ku hatiye komkirin e.

Her wiha noqte û baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên ji Masyafê bigire heya Ceblê, hevsengiyên di heremê de aniye rewşek tevlîhevtir. Ji wê zêdetir, HTŞ ku çekan li komên Sûnî belavkiriye, hêmaneke din a ku pêvçûnên mezhebî gurtir dike ye.  Hebûna komên çete yên biyanî yên wek e Ensar El Tevhîd, Ensar El Sune û Ensar El Dîn, gelê heremê tahrîk dike û bi gotinên mezhebî gurtir dike. Komkujiya di herêma El Radar a Tartûsê, kuştina hovane ya ciwanan, di hafizeya civakê de birînên kûr vedike. Çeteyên ku fuzeyan bi şevê di ser gundên ku bê elektrîk (kehrebe) hatine hiştin davêjin, jiyana rojane ya gelê heremê dizivrîne dojehê.

Bêguman hebûna Rûsya ya leşkerî û siyasî, di herêma beravê de hevsengiyên nû diafirîne. Baregeha Hewayî ya Himêmîm tenê ne navendek leşkerî ye; di heman demî de dilê stratejiyên heremî ye. Yekîneyên nû yên ku bi piştgiriya Rûsyayê hatine avakirin, belavkirina hin çekan a li ser koman û bi bernameyên perwerdeyan bihêztir dike.

Pîrên Elewî, ji bo piştgirî bidin civakê konseyên sivîl û yekîneyên tenduristiyê ava dikin; cemeatên Xiristiyan bi komên çavdêr re di qadê de agahiyan kom dike. Ev tevger û hewildan, herêma Beravê ne tenê qadeke leşkerî ye, di heman demî de nîşaneya ku ziviriye qadeke têkoşîna civakî ye.

Hebûna cih û mekanên seyranê û gundên ji bo seyrangehê, ji welatên Kendavê eleqeya şîrketan a ji bo heremê zêde dike. Lê ev eleqe, di bin siya guherîna dest a erdê civakê ya heremê û revandina ciwanan a bi awayek hovane de dihêle.

Ev tevlîheviya ku di herema Beravê de tê jiyîn, ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî firsend û xeteriyên nû diafirîne. Bi saya îstîqrara sazîbûyînê ya Rêveberiya Xweser, di diyalogên siyasî yên rojên pêş de, zêdetir dikare pozîsyoneke muzakereya bi hêztir bidest bixe. Lê ev rê, girêdayê berdewamiya nêzîkatiyek rasteqîn e; ewlehiya navxweyî xûrtkirin û tora xwe ya diyalogê berfirehtir kirin e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.