Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana ku dîrok nivîsand… Bendava Tişrîn

17/12/2025
in ROJEV
A A
Berxwedana ku dîrok nivîsand… Bendava Tişrîn
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Bendava Tişrînê ku di 8’ê Kanûna 2024’an de di nav hêvî û tirsê de asê mabû salek li pey xwe hîşt, dewleta Tirk û çeteyên wê dixwestin ku bi  êrişên hovan e binesazî û jiyana gelên herême mehkûmî tarîtiyê bikin, lê belê îradeya gel ew tarîtî şikand û bi berxwedaniya 118 rojan ya bi rumet careke din derket ser dika dîrokê.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Bendava ku bi navê bendava şehîdan hatiye naskirin di dilê Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de lêdide, ew bendav di navbera hêvî û tirsên heremê de asê mabû. Ew axa ku li hemberê her cûre êrîşan xwe zindî hîşt bi berxwedaniya xwe ya bi rumet derketiye ser dika dîrokê. gelên heremê ku bi salane di bin siya şer û Ambargo û ji çar aliyan ve êrîşên ku li ser wan dihat meşandin berxwedan. Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên ku herê zêde bûye qurbaniyên êrîşan bi koçberî û gelek kiryaran re rû bi rû mayî ye.

Di sala 2014’an de Çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibun perwerdekirin bi awayek hovane erîşên herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kirin bi hezaran jin zarok û ciwanan bûn qurbaniyên şer heman demê de gelek jin jî rastî tacîz Tecawûz û firotênê hatin. Herwiha 2018’an de jî Efrîna ku bihuşta ser ruyê erde bû ji aliyê Çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin û bi hezaran kes rastê gelek kiryaran hatin. Gelê Efrînê neçar ma ku koçberê şehbayê bibe, Bi heman armancê 2019’an de jî  li Serê Kaniyê û Girê Spî jî êrîş pêk hat. Îro bi hezaran gelê ku malên wan hatine dagirkirin di bin Konan de jiyana xwe didomînin. herê dawiyê jî di 8 Kanûna 2024′ an de bi hilweşandina Rejima Baas re Dewleta Tirk bi armanca ku herêma firatê bike bin dagirkeriya xwe de rê yên çûtin û hatinê di navbera gelan de qut bike. Çeteyên ku li Tirkiyê perwede kiribû carekedin bere wan de Rojava ji bo ku axa Rojava dagir bikin. Lê bi saya berxwedaniya ku hat meşandin xeyalên wan têk çûn. Gel bi dayîna berdêlên giran jî bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê parastina axa xwe kir…

Çima Bendava Tişrîn û Pira Qereqozax

Bendava Tişrînê û Pira Kerekozaxê ji  aliyê aborî, siyasî û leşkerî de gelekî girîng in. Pira Qereqozax li ser rêya M4 a navdewletî ku herdu aliyên çemê Firatê bi hevre girê dide, ji bo bazirganiya herêmê jî girîng e. Bendava Tişrînê jî pêdiviya piraniya kehrebê ya Kantona Firatê û Minbic, beşek Heleb û hinek deverên Tebqayê û Cizîrê pêk tîne. Dîsa ji bo çandiniyê jî çavkaniyek sereke ye. Ji bilî van taybetmendiyan herdu dever ji bo ewlekariya herêmê di asta stratejîk de ne. Li gorî pisporan, hêzên ku li van deran serwer bibin, wê karibin tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kontrol bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî, dema HTŞ’ê berê xwe da Şamê, bi van hesaban xwest Tişrîn û Qereqozax dagir bike û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Rayedarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe ev yek eşkere dikirin. 2024–2025 Bendava Tişrîn û Pira Qereqozax bûn armancên êrîşên dewleta Tirk.  Di 8’ê Kanûn a 2024’an de li Bendeva Tişrînê dest bi êrîşan kirin. li hemberê wan êrîşan ji nû ve avakirinek bihêz û hevgirtî li benda gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bû.  Êrîşên Çeteyan ne tenê li ser çeperên leşkeri bû, lê li ser binesaziya heremê, gund, nexwaşxane, îstasyonên avê û malên gel hatin hedefgirtin. Şerê ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozax hat meşandin ne şereke leşkeri  bû, Şerê taybet û şereke derûnî ku dixwastin hêviyên gelê heremê tune bikin.  Armanc ew bû ku bi van êrîşan nûfûsa heremê mehkûmê taritiyê bikin. Lê bele îradeya gel ew tarîtî şikand û carekedin bi hevgirtin û berxwedaniya xwe xwe dan ispatkirin.

Banga Rêveberiya xweser ji bo gelê heremê

Di 8’ê Çile de li ser banga Rêveberiya Xweser bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo av, ax, enerjî û destkeftiyên xwe biparêze li Tişrînê dest bi nobetê kirin. Li gel êrîşên li ser bendavê, konvoyên ku gel ji bo biçin bendavê ava kirin, gelek caran rastî êrîşan hatin. Rûxmê hemû êrîşan jî gel ji doza xwe venegeriya bi israr xwe gihandin bendavê. Her roj derdora bendavê ji aliyê balafirên şer ve dihatin bombebaran kirin. Tevî vê yekê jî bi sedan kes ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê bê navber diçûn qada bendavê. çalakiyên ku 8’ê Çileyê ve destpê kir 118 rojan dom kir.

Bi berxwedana gel, dagirkerî têk çû

Berxwedana Dîrokî ya şervanên YPG -YPJ- QSD’ê û ya Gelê herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya 118 rojan bi dayîna gelek berdelên mezin domkir. Piştê ku Rêveberiya xweser bang li gelê herêmê kir. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzîdî û hwd.. ji 7 heta 70 salî  herikîn bendava Tişrînê parastina av, ax û enerjiya heremê kirin. Rûxmê ku her cûre êrîş jî pêk dihatin çekên ku heta niha li Bakûr û Rojhilatê sûriyê nehatibûn karanîn ji aliyê dewleta Tirk û Çeteyên wê ve li Ser bendavê  hatin karanîn. Balafirên bê mirov, çekên giran û bi çekên kîmyewî konvoyên gel kirin armanc. Gel di nav wan êrîşan de  bi îradeyek xort mesajên giring da dewleta Tirk a dagirker ku gotin “Em ne yek deqe û yek kêliyek ranewestiyan. Em carek din dûbare dikin em dev jî bendavê bernadin. Û  piştevaniya QSD’ê bikin û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li vir bin. Em ê ruhê şoreşê ya 19’ê Tîrmehê biparêzin.”

Rola çapemiya azad di Bendava Tişrînê de

Di pêvajoya ku Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di nav qazana agir de dikeliya, çapemeniya dewleta Tirk bi armanca Rûxandina civakê  berê xwe da şerê taybet yê çapemeniyê ku bikaribe herêmê di rêya vî şerî de dagirbike û demografiya herêmê biguhere, bi dehan malper û ajansên xwe vekir bi rêya medyayê de di nav civakê de tirsek da avakirin. Gelek dîmenên ku bere li Efrîna dagirkirî hatibûn kişandin wêkê ku li bendava Tişrînê û Pira kara kozaxê dagirkirinê nîşan didan. Lê çapemeniya azad raste rast berê xwe da bendavê û rastiya heyî ji raya giştî re ragihand ew jî Bi saya Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûnê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bubûn derket. Heman demê de gelek Rojnamevan ji ber ku kêlî bi kêlî rastiyan radigahandin bun armanca êrîşan 9 Rojnamevan di erêşîn hewayî de birîndar bûn û Rojnamevan Egîd Roj jî di 15 Sibatê de şehîd ket. bi her şahedetekî re rojnamevan rûxmê ku rastê tehdîdan dihatin jî  soza ku heta hênaseya xwe ya dawiyê li ser şopa rastiyê bişopînin ku pênûs û kamerayên hevalên xwe yên şehîd li erde nehêlin têkoşiyan.

Hedefgirtina pêşengên şoreşa Rojava

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku xeyalên xwe yên osmanî pêk bîne raste rast pêşengên şoreşa bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir hedefa êrîşan. di gelek wêne û dîmenan de jî dihat dîtin di bin balafiran de bi tilîkên serkeftinê parastina av ax û enerjiya xwe kirin. Bendava ku av û xuyn bibû yek rûxmê wî jî bi îradeyek xort rîsaleyên ku “Em ji mirinê mezintirin”me  çawa 2014’an de di êrîşên hovane yên Çeteyên DAIŞ’ê de kefenê mirinê çirand emê îro jî biçirînin” dan êrîşkran. Di berxwedana Tişrînê de 26 welatiyên ku pêşengtî ji şoreşa Rojava re dikir wek Menîce Haco û bavê Teyar ku şanogerbû ku her zarokek li ber pêkanokên wî mezin bûbun û gelek kesên ku navê wan nehatine jimartin, di nav de rojnamevan, siyasetmedar, rêveber û hunermend jî hene şehîd bûn û herî kêm 240 kes jî birîndar bûn.

Berxwedana 118 rojan bi ser ket

Bi saya berxwedana gelê heremê û îmzekirina hevpeymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Rêveberiya demkî ya Hikûmeta Şamê Ehmed El Şara ve ku ji 8 xalan pêk dihat îmzekirin. Di xalalên hevpeymanê de nûnertiya wekhev a bawerî û nasnameyên niştimanî yên gelê Sûriyê, dabînkirina xizmetguzariyên ewlekarî û giştî, vegera bi ewle ya koçberan, rawestana li hember axaftinên nijadperestiyê û helwestên ku dê nakokiyan derxînin û misogerkirina agirbestê li seranserê welat. Di encama nobeta gel û berxwedana dîrokî ya şervanan de êrîşên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê hatin rawestandin.  Rêveberiya xweser ya demokratîk bi daxuyaniyek çapemeniyê raya giştî re ragihand. ku “Berxwedana gel ser ketiye”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.