Farûk Sakik
Li pêşiya azadiya Kurdan hin dînamîk hebûn ku ji sed salî zêdetir e dibin asteng. Kurd di nav xwe de ji bo nasnameya xwe biparêzin gelek hewldanên wan hebûn. Parastin jî. Lê azadiya welatê wan her tim dibin xeteriyê de bû.
Li hemberî wan dînamîkên ji derve ku midaxaleyî azadiya wan dikirin Tevgera Azadiyê-PKK ket dewrê. Ew tiştê ku ne mimkun bû anî astek û ew sîstem berteraf kir.
Dema li serhildanên berê dinêrin bi tenî bi dewleta dagirker re hatî şerkirin. Li dijî dînamîkên derve(Fransa, Brîtanya, Rusya) yên di şerê cîhanê yekem û Lozanê de tu tiştek nehatî kirin.
Lê Tevgera Azadiyê di vê serhildana dawî de li aliyek li dijî dewleta Tirk li aliyek jî li dijî hêz-polîtîkayên NATO şer dikir.
Rêber Apo di axaftineke xwe ya pêvajoya aştî civaka demokratîk de dema behsa temamkirin an jî derbasbûna merheleyeke nû ya Tevgera Azadiyê dikir, digot; Me hebûna Kurdan da qebûl kirin. Hem bi Kurdan û hem jî bi dînamîkên li pêşiya azadiya Kurdan astengbûn da qebûlkirin.
Dema Kurd derbasî qonaxeke nû dibin, ji derve dîsa midaxele heye. Ev yek bi taybetî em li herêma Rojavayê Kurdistanê dibînin.
Piştî Şerê Cîhanê çawa anatolya li gor siyaseta xwe dîzayn dikirin, îro jî dixwazin qedera Rojavayê Kurdistan wisa dîzayn bikin. Wê demê bakurê Kurdistanê dibin dagirkeriya Îngiliz, Fransa, Îtalya de bû. Li ser axa Kurdan bi dewleta Tirk re bazarî kirin. Lihevkirin. Sînorê Bakurê Kurdistan yê îro ji Tirkan re hiştin. Dema bi peymana Lozanê vekişiyan bedela vê vekişandinê de bi navê Iraq û Sûriye 2 dewlet avakirin. Başûrê Kurdistan ji Îngilizan re û Rojava jî ji Fransiyan re hiştin. Belê li ser dabeşkirina axa Kurdistan li hev kiribûn.
Sal derbas bûn ev herdu dewlet ji herêmê vekişiyan lê mafê Kurdan, radestî Kurdan nekirin. Ax û mafê Kurdan radestî rejîmên Baas kirin.
Û va dîsa li Rojhilata Navîn in û dixwazin rejîma Baas birûxînin. Di dewsa rejîma Baas de li gorî xwe ji nû de dîzayn bikin.
Li Başûrê Kurdistanê, Kurdan sîstemek li gorî konjuktura demê bi dest xistin. Altetrnatîfeke nû nedidîtin ku di demsa rejîma Baas de bînin îqtidarê û Iraqê radestî wan bikin. Tirkiye li vê derê hinek xwe biranî lê dema ku çiwal xistin serê eskerê wan, pissst bûn.
Ji vê tecrûbeyê ye Tirkiye dixwaze Kurd li Rojava nebin xwedî statu. Di vê hewldanên xwe de jî bi ser dikevin. Di dewsa rejîma Baas de HTŞ’a ku hatî desthilata Sûrî di bin bandora zextên Tirkiyê de dimîne û ji bo aramiya Sûrî tu gavek navêje.
Di 10’ê Adarê de dema di navbera Mazlum Ebdî û Ahmed El Şeraa de peyman hat îmzekirin, 8 xalên maqûl di vê peymanê hebûn. Lê Tirkiye ket dewrê û nehişt Şam yek gav bavêje û li gor vê peymanê tevbigere (Tirkiye ji bo bandor li civakê bike, dibê; aliyê Kurdan li gorî peymanê tevnagerin).
Sedemek êrişên Tirkiyê yên li dijî rêveberiya xweser ev e; pêvajoya ku nû dest pê kiriye, aliyê Tevgera Azadiyê ji bo aştiyê hemû gav avêt. Herkes li bendê ye dewlet jî berpisyariya xwe bîne cih. Hin gavan bavêje, hin qanûnên nû derxe, di qanûna înfazê de guhertinên nû çêke, da ku Kurd bikaribin tevlî Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk bibin.
Çi hincet nîşan dide? Rêveberiya Xweser ji bo xwe talûke nîşan didin. Dibêjin heta QSD entegreyî artêşa Sûrî nebe,wê gav navêjin. Talûke çi ye jî bi nav nake. Tu kesek jî jê pirs nake.
Tişta herî balkêş jî di hedefa wan de QSD heye. Behsa sîstemê nakin. Dixwazin Kurdan bê ewlekarî bihêlin.






