Ronahî Sadûn
Berdevkê Platforma Şiyar be ya Wanê Ercan Erkol diyar kir ku li Bakurê Kurdisatnê pergal û derdorên tarî yên ku ji pergalê re xizmetê dikin, bi zanebûn civakê dikin hedefa şerê taybet ku madeyên hişbir zêde dikin û belav dikin, ji bo bêşîgirtina vê yekê wan platforma Şiyar be daye destpêkirin û got, “Dawîbûna platformê ser çaresergirina pirsgirêkê ye.”
Li cîhanê sal bi sal belavkirin û bikaranîna tiryakê zêde dibe. Li gorî rapora Ofisa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC), di sala 2023’an de li tevahiya cîhanê nêzî 39,5 milyon mirov êdî bûne tiryakê madeyên hişbirê. Di salên dawî de herî zêde hişbira metamfetamin û fentanil ku wekî madeyên sentetik tê pênasekirin zû belav dibe. Li gorî rapora Navenda Şopandina Tiryakê ya Tirkiyê jî (TUBİM) di sala 2024’an de nêzî 300 mirov bi tiryakê mirin, herî zêde mirovên di navbera 30 û 40 salî de bi tiryakê mirine û ji sedî 92,3 mêr in. Di heman demê de di salên dawî de li bajarên ku kurd lê dijîn û koçberî lê pêş ketiye jî, tiryak zêde bûye. Wekî Mêrsîn, Edene, Dîlok, Riha, Wan, Amed, Şirnex û Semsûr, li van deveran bi zanebûn şerê taybet tê meşandin û madeyên tiryakê tên belavkirin, li dijî vê yekê jî tedbîr nayên girtin. Êdî li van bajaran di nava rojê de madeyên hişbir tên firotin.
Tiryakê jehra ku civakê dihelîne
Elimandina maddeyên tiryakê ne tenê bandorê li tenduristiya fîzyolojîk an jî psîkolojîk a kesan dike, ev pirsgirêka jehreke berbelave ku siberoj, exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Ji ber vê yekê kesê ku bi tiryakê ve tên girêdan, dibin amûrek bê hêz û bi hêsanî tê beralîkirin. Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne, ji bo ku civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn bide avakirin. Bi taybetî jî ji bo bikaranîna vê jehrê ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Di heman demê de kesên tiryakê bikar tînin, bandora neyînî li ser malbatên wan jî dike. Ji ber armanca kesên ku tiryakê belav dikin ew e ku civakê parçe bikin. Stratejî û polîtîkaya serdestan şikandin û ji hev ketina civakê ye. Tiryak û fihûş civakê dirizîne.
Hişyarîkirina civakê ji şerê taybet
Ji bo hişyarîkirin û rêxistinkirina civakê li Bakurê Kurdistanê Platforma “Şiyar Be” hatiye destpêkirin. Armanca vê Platforma ku li ser nirxên demokratîk hatiye avakirin, di bingehê xwe de têkoşîna li dijî tiryaka ku civak xistiye nava tora xwe û wê bênefes dihêle ye. Armanc dike ku li dijî vê tora tiryakê, civakê hişyar bike û wê bixe ferqa bikaranîna tiryakê de. Li ser vê bingehê di çarçoveya platformê de gelek çalakî ji belvkirina biroşûr, civîn, daxuyanî, hişyarî û hwd… hatine lidarxistin.
Çarserkirina pirsgirêka fihûş û tiryakê
Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî pêwîst dike ku civak li ser nirxekî exlaqî û polîtîk were avakirin, da ku ew bi xwe rê li pêşiya şerê taybet ê ku di nava xwe de gelek jehran digire û bilav dike ku yek ji wan jî tiryake bidawî bike. Civaka rêxistinkirî civaka zana ye, ji bo wê ya girîng rêxistinbûyîne.
Derbarê belavbûna tiryakê li Bakurê Kurdistanê û zêdebûna fihoşê, herwiha Platforma Şiyar be ku li dijî tiryakê hatiye destpêkirin, Berdevkê Platforma Şiyar be ya Wanê Ercan Erkol ji Rojnameya me re axivî.
‘Di çarçoveya xebatên platformê de nêzî 25 sazî, rêxistin û partî hatin ziyartkirin’

Ercan Erkol diyar kir ku platforma Şiyar be ji nêzî 15 sazî, rêxistin û partiyan pêk tê û wiha got: “Platforma Şîyar be Wan ev nêzî 2 mehane dest bi xebatên deklere ya platformê dike. Platform nêzî 15 sazî, rêxistin û partiyên siyasî pek tê. Di navbera 2 mehan de, derdora 20 û 25 sazî, rêxistin û partiyên siyasî hatine ziyaretkirin. Herwiha di nava gel de xebatên belevok belavkirin ji bo deklere yê hatin kirin. Di 6’ê ve mehê de ango Şemîyê jî bi teflîbûna 100’an meşek pêk hat û deklere ya platformê hat ragihandin.”
‘Dawîbûna platformê ser çaresergirina pirsgirêkê ye’
Erkol di berdewamiya axaftina xwe de armanca platforêmê wiha anî ziman: “Armanca platformê ew e ku pêşiya belavbûna madeyên hişbir û girêdayî madeyên hişbir fihûşa zêde dibe, bigre. Dawîbûna platformê jî ser çaresergirina pirsgirêkê ye. Sedemên belavbûna madeyên hişbir û girêdayî we zêdebûna fihûşê, girêdayî şerê teybete. Pergal û kes û derdorên tarî yên ku ji pergalê re xizmetê dikin, bi zanebûn civakê dikin hedef, teybet jî ciwanên welatparêz dikin hedef, girêdayî vî şerî xizanî jî heye û mixabin ser vê xizanî ye, ciwan dikevin lîstika pergalê û van kesan.
‘Pêwîst e zarokên vî gelî ser exlaq û çanda xwe mezin bibin’
Ercan Erkol axaftina xwe wiha qedand: “Pergal raste rast malbat û ciwanên welatparêz dike hedef. Armanc ew e ku ciwan û civak dûrî rêxistin, çand û nirxên xwe bi kev in. Civakek bê hiş û bê vîn bidin avakirin. Mixabin piştî sûreca 2013’an û destpêkirana şerê 2015’an li ser civakê tirs hate belavkirin, kuştina kesên medenî û dîsa girtina welatparêzan ev tirs dan avakirin. Civak jê bandor bû û pêşiya zarokên xwe girtin ku neyine girtin, ciwan ji rêxistinê dûr ketin. Ciwanên ji rêxistinê dûr ketin, mixabin rêxistinbûyîna xwe jî winda kirin. Vê yekê pêşiya pergalê vekir ku gelek ciwan bi hêsanî ketin bin bandora pergalê û derdorên tarî. Ji bo ku pêşiya vê were girtin, hewceyî ciwantîyek û civakek rêxistinbûyî heye. Li hember şerê teybet, yekane çareserî xwe rêxistinbûyîne. Malbat bila pêşiya zaroken xwe negirên ku dûrî rêxistina xwe ne kevin. Hewceyî heye ku zarokên vî gelî ser exlaq û çanda xwe mezin bibin. Ji ber vî gelî êşên pir giran kişandin û bedelê pir mezin dan ku ev exlaq û çand neyê tune kirin. Bi van hêstan em wek platforma Şîyar be Wan piştgiriya tevahî malbatên welatparêz dixwazin. Piştgiriyek xurt a gelê me wê têkoşîna platformê ser bixîne.”






