Nehîr pale
Dayîkeke li ser zîhniyete civaka zayendperest mezin bûye, mêr li gel wê pîroz e û peyv bi peyv adetên civaka xwe pêktîne, lê belê ew nizane ku keçên xwe qurbanî lawikên xwe dike.
Keçên wê 3`ê ne ew û her 3`ê lawikên wê li pey hevdû jidayîk bûne. Lawikên wê girîngî nadin fêrbuyînê û wextê xwe zêdetir li kolanê derbas dikin. Keç jî qedexe ye ku bixwînin û fêr bibin. Adeta ku qedexe ye jin bixwînin bûye sedema şikandina jinê. Ev dayîk jî yek ji dayîkên ku li gel xwe difikire pêdiviya keçên wê bi xwendinê nîne, yê pêre bibin alîkar û barê malê rabikin.
Temenê keça wê ya mezin hîna 12 sal derbas nekiriye wê ji dibistanê derdixe da ku pêre bibe alîkar. Dayîk dikeniya û digot:`Em Şawî ji hejmara zêde ya zarokan hez dikin û keçên min bi min re dibin alîkar`. Keçên wê jî daxwaza xwe ya çuyîna dibistanê bilêv dikirin. Lê belê mixabin bav û dayîka wan destûr nadin ku ew bixwîn in. Herî zêde 2 sal derbas bibin keça 14 salî wê bizewcîn in û ya 9 salî wê şûna wê li ber destê dayîka xwe be û zarokan xwedî bike.
Keça mezin xizmet dike û ya 9 salî jî li ber birayê xwe yê biçûk e, dayîk jî ne xema wê ye ku keçên wê temenê xwe di mutfexê de derbas dikin. Li ser pirsa tu çima kar bi lawikên xwe jî nake bertek nîşan da û got`Ez ji qîmeta lawikên xwe kêm nakim`.
Keç çi hîs bikin, çi bixwazin û çawa bijîn ne girînge, ji wan tê xwestin ku xizmeta birayên xwe bikin û alîkariya dayîka xwe barê malê rabikin. Mirov nikare bibêje alîkarî, ji ber li ser keçan tê ferz kirin ku dev ji dibistanê berdin û heman karê dayîka xwe bikin.
Di malbatan de bê edaletiyeke mezin li jinê tê kirin. Eger mêr karê malê bikin û berpirsyartî rabikin ji qîmeta wan kêm dibe, lê belê ne pirsgirêke ku lawik hemû wextê xwe li kolanan derbas bikin. Civaka zayendperest çuyîna keçan a dibistanê kiriye pirsgirêk û qedexe kiriye lê belê lawik bi roxmî ku tu berpirsyartî ranakin û feydeya wan li jiyanê tine ye, weke pirsgirêk nabîn in. Ji vê yekê re tê gotin bê edaletî. Ne tenê wekhevî di navbera jin û mêr de tine ye, di bin navê adetan de bê edaletî li jinê tê kirin.
Dayîk, bav û tevahiya civakê vê bê edaletê nabînin û çavên xwe ji heqîqetê re digrin. Dîsa lawik li kolanan û keç jî li mutfexê mezin dibin. Di vê jiyanê de komînalbuyîn, edalet û wekhevî nîne. Nafikirin ku jin jî mafên wan hene, divê nirx ji wan re were dayîn û bi rûmet bijîn.
Hîna temenê keçan nebûye 5 salî destpê dike xizmeta bav û birayên xwe dike. Li ber destê wan in û pêdiviyên wan pêk tîn in. Hîna ji temenekî biçûk jinê fêr dikin ku qîmeta wê nîne û bav, bira û hevjîn pîroz in.






