Viyan Egîd/Hesekê
Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku Nazim Daştan bi xebata xwe, mîrateyek li pay xwe hişt û got, “Nazim Daştan ruhê berxwedanê li Bendava Tişrînê geş kir û hêza çapemeniya azad carekî din nîşanî tevahî cîhanê da.”
Rojnemevan Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku di 19ˈê Kanûna 2024ˈan de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê di êrişeke hewayî de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyan wan pêk anî, şehîd bûn. Di çarçoveya jiyan, kar û xebatên şehîd Nazim Daştan de, rêhevalê Nazim Daştan yê ku bi salan bi hevre kar û xebat dane meşandin, Rojnameger Dogan Cîhan ji Rojnameya me re axivî.

‘Nazim weke deryayekî ye’
Rojnameger Dogan Cîhan di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li Bakurê Kurdistanê di sala 2015’an şûnde dewleta Tirk a dagirker pêvajoya çareserî ya ku Rêber Apo dabû destpêkirin xira kir û li hember Kurdan di çarçoveya “Plana Çokdanînê” êrişên qirkirinê yên sedsalî dest pê kir. Di 24`ê Tîrmeha 2015’an de bi dehan balafiran êrişên Qadên Parastina Medya kir û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê şerên rêveberiya xweser destpê kir. Di wan deman de min jî li Ajansa Nûçeyan a Dicleyê nûçegîhantî dikir. Nazim Daştan jî yek ji rojnamegerên bijare ku hem di warê kesayet hem jî di warê pîşeyî de li ber çavan bû dihat naskirin. Ji ber rewşên şer yê li Bakurê Kurdistanê me li heman cih kar û xebat nekir lê Nazim gerek li Dîlok gerek Silopya gerek jî li her cihê ku rojnamegertî dikir li ber çavanbû. Ji ber giraniya şer me nekarî di nava peywendî de bin, lê heval Nazim bi nûçe, dosya, wêne, dîmen û nivîsê xwe ve li ser min gelekî xwedî bandorekî taybet e. Deh sal bû ku min Nazim nas dikir, 4 salên me yên dawî jî hema hema her roj jî bi hevre derbas bû. Ez Nazim tînim bîra xwe Nazim weke deryayekî ye. Ji kudera deryayê ez destpê bikim, dizanim ku wê kêm bimîne lê behsa wî kirin herî kêm du gotin be jî vegotina jî gelekî girîng dibînim.
‘Nazin xweşik didît, xweşik difikirî û xweşik diaxifî’
Dogan di da zanîn ku hevak Nazim mêyzekirina wî ya jiyanê li ser esasê xweşikbûnê bû û wiha pê de çû: “Nazim ji Agiriyê bû. Ji wê heremê re Serhed dibêjin. Serhedî însanên civakî û germ in. Nazim jî taybetmendiyên civaka Serhedê girtibû û li ser wan jî bi xwesertiya xweşikbûna xwe li ser zêde kiribû. Ji dil dixwazim bibêjim ez şahîdê 4 salên wî yên dawî me: Nazim ji dil bû, xweşik didît, xweşik difikirî û xweşik diaxifî. Di heman demê de kî heval kêmek nerehetba, Nazim wê li ber serê wan ba. Dema însan mêyze kir ji dilê xwe rewşa wan fam dikir. Hevaltiyekî xweş dikir. Mêyze kirina wî ya jiyanê li ser esasê xweşikbûnê bû. Ji xwe re tûrika xweşikbûnê ava kiribû. Ji bo her tiştî xweşik bike tûrikê wî tijî bû. Di vê jiyanê de zehmetî û rojên giran jî dîtibû. Bi zehmetiyan heta roja ku şehîd ket bi tûrika xwe ya xweşikbûnê hat. Însanê ku destê xwe dayê jî para xwe ji wê xweşikbûnê girt. Ji dil, baş, bêhnfireh, famker, zana, kedkar, bi rehm û zîrek bû. Çi kar bikira, rewş çibûya, derfet çawa bûya Nazim heman Nazim bû. Nazimê zana, Nazimê bêhnfireh, Nazimê heybet û xweşik bû. Li ger wî însan pir giranbûha bû. Karê ku dikir pir bi nirx bû, ji ber wî karê xwe ser dixist. Çi kar bûya diket navê û bi awayek xweş karê xwe dikir.”
‘Nazim li her cihî bû’
Dogan Cîhan diyar kir ku hîsên Nazim pir bi hêz bû ku Êş û derdê wî welat û civaka wî bû û wiha domand: “Nazim bi rojên zehmet, di bin zext û zordariya dewleta Tirk a dagirker de bi têkoşîn û berxwedana xwe heta roja xwe ya şehadetê jî hat. Nazim xwe di her kêlî de neda baş, Nazim çi êriş li ser çibû jî, birîndar bû, êrişê wî kirin, hat girtin, hakaret lê hat kirin, zexta dêrûnê lê kirin, bê pere ma, bê war ma lê ew di her kêliya ku hêdî însan bifetise jî Nazim derfeteke piçûk ya nefes girtinê peyda kir. Bêhnek kişand. Xwe çêkir, xwe di nava zehmetiyan dexwe avakir. Nazim zarokê vî welatê bû. Ciwanekî ku rastiya welatê xwe û civaka xwe di temenên xwe yên piçûk de ferq kiribû û ji zanîngehê berê xwe dabû rojnamegeriya azad ku ji bo welat û civaka xwe sudemend be. Jiyanekî ku dikarî ji her tiştî dûr, ji heqîqet dûr di nava derawan de jiyan bike, lê Nazim ne ji wan kesan ne ku ji rastiyan dûr bijî. Helebê berxwedanî çêbû Nazim li wir bû, Kobanê êriş çêbû Nazim li wir bû, Silopya berxwedanî destpêkir Nazim li wir bû, li Minbic şerekî dijwar destpêkir Nazim berê xwe da wir, Reqqa şerê tola sedsalê hat jiyîn Nazim li wir di nava xwînê de ma birîndar bû. Hîsên Nazim pir bi hêz bû. Êşa wî derdê wî welat û civak bû. Her çîroka ku ji me re ragihand, her wêneya ku nexş kir, her dîmenê ku qeyd kir, ji me re behsa welat û civak kir.”
‘Analîzên Nazim li ser rewşê pir xurt bû’
Dogan Cîhan destnîşan kir ku heval nazin dinazî bû ku wê şerekê dijwar li Sûriyê çêbibe û wiha got: “Meha cotmehê bû min bi heval Nazim re xwarin çêdikir. Wê demê em li Hesekê bûn. Li Helep liv û tevgerekî nediyar destpêkiribû. Nazim ji ber berê jî li Helebê mabû pir bala wî dikişand û bi xwe digot ev tiştek nenormal e. Bi ev rewş zêde serê xwe diêşand. Çend roj derbas bû got, “Şerekî dijwar wê li Suriye biqewime. Wê ev rewşa Suriye de guhertin çêbe. Gere em wek ragihandina azad rewşê pir baş analîz bikin, karibin baş bişopînin, ji ber ku guhertina vî rewşî aliyekî jî Kurd in.” di derbarê hatina şer de tiştek negotibû û nehatibû eşeke kirin wê çi çêbibe, lê heval Nazim bi xwendin û dîtina hatina rewşê vegot. Li Suriyê alozî û şer destpê kir. Nazim ji ber ku qadê pir baş nasdikir berê xwe da Minbic. Salek derbasbû wek niha wan kêliyan tê bîra min ewqas zehmet bû ku kes nezanî çend deqeyên din wê çi bibe, lê Nazim ji ber giraniya pêvajo û esas de jî di giraniya dîrokê de bû, çû Minbicê. Nazim di karê rojnamegerî û propaganda de di warê pîşeyî de dizanîbû ev pêvajo li ser ragihandinê tê meşandin. Ji ber wê bûyîna li qadê yekser pir giringî dida. Nazim çentê xwe girt û di nava wê taritî, nezelalî de çû Minbicê. Em hemû jî şahîdin niha jî mirov dikare li ser înternetê nûçe û dosyayên ku Nazim hem ji Minbîc, Pira Qereqozaxê û hem jî li Bendava Tişrînê peyda bike, dewleta Tirkiye çi digot, Nazim bi dîmen, wêne, çîrok, nûçe, dosya esas bi belgeyên wan vala derdixist.”
‘Nazim û Cîhan di nava qiyametê de karê xwe kirin’
Dogan di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ew kêliyên min bi heval Nazim re derbas kirin, nayên ji bîr kirin, ji ber ku me bi kêlî kêlî rewş dişopand. Tirkiye û SMO got em ketin Minbîcê. Nazim ji nav sûka Minbicê derket û got “Em kesî nabînin”, ev bû dîrok. Dîsa hemû cîhan rewşa Bendava Tişrînê dişopand. Çend roj berê ku têkoşîn û berxwedan destpê bike, kesî nezanî bû ku Bendava Tişrîn li kuderê ye, Tişrîn çi ye. Lê Nazim bi hevala xwe Cîhan Bilgîn re di nava qiyametê berê xwe dan Tişrînê, ji hemû cîhanê re rewşa Tişrînê ragihand. Ew dem dinya alem fam kirin ku li wir şerekî dijwar diqewime. Her kesî fam kir ku Tişrîn li kuderê ye, giringiya wî çi ye, wate xwe ji bo gelê Kurd û Ereb çi ye, ev bi saya Nazim û Cîhan çêbû. Piştre ji xwe ev pêvajoya ku berxwedaniyek dîrokî li Tişrînê pêşket gelê Kurd Ereb û tevahî pêkhateyên li heremê berê xwe da Tişrînê. Ev bi saya berhemên Nazim û Cîhan çêbû. Girîngiya rola ragihandinê li vir derdikeve holê ku civakê çawa araste dike, civakê dike tevgerê. Ev Nazim bi keda xwe kir. Bi zanebûna xwe ya ragihandinê kir. Nazim û Cîhan di nava qiyametê de karê xwe kirin. Bûn dengek ku îro li ser berxwedaniya Tişrîn hatiye nivîsandin ku cîhan pê hesiyaye.”
‘Şehadeta Nazim û Cîhan wek wendahiyek min nivîsandiye‘
Rojnameger Dogan Cîhan di dawiya axaftina xwe de xwe anî ziman: “Civaka me û bi taybet gelê me sedsalên dawî di bi peymanên taybet ve hatin parçekirin, li ser civaka me konseptên qirkirinê dan destpêkirin. Dewleta Tirkiyê, di çarçoveya tunebûna Kurdan dewleta xwe çêkir, hîn jî ev di esas de dimeşîne. Yek armanc heye tunebûna Kurd e ye. Li hemberî vê yekê hebûna xwe, hebûna welat, civak, gel, rastî, warê xwe û bi giştî têkoşîn, berxwedan, şerê gelê xwe bi belge radigîhîne. Ev ji bo dewleta Tirkiyê sûcê herî giran ku nayê efûkirine. Dema li hember kiryarên dewleta Tirkiyê tu belgeyek eşkere bike êdî tu dibe hedefa wan. Dewleta Tirk bi hedefgirtina Nazim û Cîhan; rastiyên gelê me, têkoşîn, berxwedan û rastiya warê me hedef girtin. Erka me ye ku pêwîst e em hevalên wan an hempîşeyên wan ev tişt ji herkesî re ragihînin. Bidin fam kirin. Nazim û Cîhan li dewerên ku êriş hebûn wek Minbic, Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê hebûna Kurd û lihevkirina gelan ragihand ku li wir hebûna Kurdan bûye lihevkirina gelan û ew jî bûye berxwedanî, ev berxwedanî jî êrişên dewleta Tirk şikand. Civak ev dibîne, dinya alem dibîne. Ev feraset çêdike, kesayet çêdike, ev têkoşîn û berxwedanî ava dike. Dewleta Tirk nekarî tahammul bike. Ji xwe sînor û pîvanên şer gel wan nîne. Di 19`ê Kanûna 2024`an Nazim û Cîhan hedef girtin.
Şehadeta Nazim û Cîhan, ji bo me pir giran bû. Min bi xwe ev rewş di jiyana xwe de wek wendahiyek nivîsandiye. Me hem du rojnamegerên pir bijarte, jêhatî hem du însanên pir hêja, hem jî du ciwanên ku ji bo vî welatî hîna pir xizmet bike me wenda kir. Nazim û Cîhan dema kar dikirin jî û bi şehadeta xwe jî mîrateyek hişt. Ew mîrate hêza çapemeniya azad carekî dîtir nîşanê dinya alemê da.”





